Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Berhemên Nû: pirtûka nû ya Arjen Arî «Þêrgele» di nav weþanên Avesta de derket

 


Pêncemîn kitêba Arjen Arî ya þi’rê bi navê ‘Þêrgele’ di nav weþanên Avesta de derket. Kitêb bi navê ‘Þêrgele’ û ‘sûretên hisretê û keservedan’ ji du beþan pêk tê.

Ji kitêbê

di xurcika min de hemû qewîtî:
kembera zîvî, hina qeþmîrê, heprî…
cotê xirxalan ji bîr dikim qet!
siwarê hespa kimêt im têm
têm ku bikim xizêm Berîka Binxetê!


kîjan mîrek e li devê riya te?
se diewte, gur dizûre, baz difîkîne
tu bilîlîne b’ wî dengê saba
þiyar ke j’ xewê çiyakên Serxetê
      ev quça han a Þemeriyan
      neyar in ji xwe ez û vé hikumeté
ARJEN ARÎ
Di sala 1956an de, li herêma Omeriya, li gundê Çalê hatiye dinyayê. Di sala 1979an de Enstîtuya Perwerdeyî ya Diyarbekrê Beþa Zimanê Tirkî qedand. Weke gelek þa''''''''ir û nivîskarên kurd wî jî bi tirkî dest bi þi‘rê kir. Di sala 1976ê de li Nisêbînê ji ber belavkirina belavokekê hate girtin. Wê demê polêsan dest danîn ser þi‘rên wî yên bi tirkî û kurdî. Qasî hefteyekê di hepsê de ma. Ew berdan, lê þi‘rên wî ta niha di mexzena Dadgeha Nisêbînê de hepsî ne. Di gel, ku weke cara pêþîn kovara Tîrêjê de þi‘rên wî weþiyan tê zanîn, ya rast, þi‘ra wî ya ewil di belavokeke ku li herêma Mêrdînê hate belavkirin de weþiya. Ew þi‘r ji sê malikan/beytan pêk dihat. Malikek jê ev bû: Du mirin kirin mahne, rakirin ling Nisêbînê/Xewa sibê bela kirin, avêtin nav tirs û xwînê. Her wisa, beriya 12ê îlonê þi‘rên wî ji hêla paleyên tevrika pembû ve bi stiranî dihatin gotin. Wek:
Tevrik tevrik tevriko, tevriko
Ber tayê pembû xweþ biko, tevriko
Roja me jî hindiko, tevriko
Maldar bi qurbana mi ko, tevriko
Tevrik tevrik tevriko, tevriko
An,
Roja pala erzan e
Kufletê mal giran e
Mala te xera bibe maldar
Ma qey tu pê nizane!
Bi dû 12ê Îlonê de ew li welêt ma, þi‘rên wî di Berbang, Kurdistan Press, Nûdem, Çira, Pelîn û Rewþenê de hatin weþandin. Di sala 1992yê li navçeya Nisêbînê li ber deriyê mala xwe rastî êriþeke çekî bû. Birîndar rakirin Nexweþxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Ji wê bûyerê de Arjen Arî li Amedê dijî.
Berhemên wî
Ramûsan min veþartin li geliyekî, Þi‘r, Avesta, 2000
Ev çiya rûspî ne, Þi‘r, Avesta, 2002
Destana Kawa, Weþanên Elma, 2003
Eroûtîka,Weþanên Lîs, Þi‘r, 2006
Bakûrê Helbestê / Antolojiya Helbesta Bakûr, Weþanên Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Duhok, 2007
Þêrgele, Þi‘r, Avesta, 2008
Þêrgele
Arjen Arî
Þi’r
ISBN: 9789944382489
19.5x12, 64 rûpel
8 YTL




 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark