Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Projekta Niştimanî bo Guherînê ya Eniya Felata Niştimanî

 

Bi Navê Xwedayê Dilovan û Dilvîn

 Li gor vexwendinekê ji layê Birêz Ebdil Helîm Xeddam û birrêz Elî Sadredîn Beyanûnî , civîneka rawêjkarî  ji çend hêz û kesayetiyên opozisoynê re hate lidar xistin , ji bo goftûgokirina rewşên ku encamên pêşveçûnên li Sûriyê dibin , herweha planên karên opozisoyna  li Sûriyê di dema bûrî de hatine pêşkêşkirin  , di nav de Hevpeymana Niştimanî û Daxuaniya Şamê ; guftûgo derbarê pêşketina karê opozisyonê li Sûriyê û pêdiviya yekkirina kedên wê û danîna rêbazeka pratîk bo pêkanîna armancên wê derbarê guherîna xwestî û avakirina rêjîma demokratîk de .


Ji ber hindê ku beşdaran biryar dan bi damizrandina " Eniya Felata Niştimanî " û danîna belgeyekê ku armanc û mekanîzma karê wê  hembêz bike . Eniya Felata Niştimanî , tevahiya hêzên opozisyonê vedixwîne bo arîkariyê , di çarçeweya Eniyê de yan pê re , ji bo bicih anîna daxwaz û hêviyên milletê me di guherandin û felatbûna ji rewşa niha ya ku Sûriyê lawaz kiriye li  beramber hevrikiyan .

***

   Sûriyê îro rastî metirsiyanên ku hêj berê nedîbûn , tê. Weke encama siyasetên şaş û çewt yên ku rêjîma deselatdar meşandin , ta ku welat gihandine rewşeka ku yekîtî û asayişa  wê ya niştimanî tev li pêşroja milletê wê û yekgirtina wî di biveyê de ne  .

     Pêwîstiya Sûriyê ji rizgarbûna ji rêjîmeka zordest û gendel , paraztina wê ji du biveyan tîne holê : ya yekemîn hundirîn e di verêjên rêjîma heyî de dixuye , ya ku bû sedemê qelskirina welat û çespandina rewşa paşketin û kizbûnê , û rêgiritna projektên geşepêdanê di hemî biwaran de .......diwemîn jî derveyî ye , bi ser welat de hat ji encama biryarên heme hema û ne berpirsiyar , yên ku welat xisitine orta metrisiyanê de , û behane dane bendewranan , da ku  gefan li erda welêt û serdestiya wî bixwin .

     Gelê Sûrî vexwendiye îro da ku stûbariya guherîna demokrasiyane hilbigire , û hêzên civakî û konevanî yên zindî jî berpirsiyar in di aktîvkirina tevgera guherînê , û bikaranîna enerjiyên millet da ku guherîn bibe rastiyeke li ser erdê ji bo rûxandina zordestiyê û avakirina Sûriya nû , mîna welatekî serdest û serbest , ji hemî pêkhatiyên xwe re be .

     Projekta Guherîna Niştimanî xwe dispêre hêzên gelê Sûrî yên subjektîv , û sûde werdigire ji heyama navneteweyî û herêmî ya guhertî .....li gor van mekanîziman :

     Yekemîn : Kifşkirina rastiya rêjîma deselatdar , weke rêjîmeka sitemkar û xirabbûyî ....li pêşiya dinyayê tevî , ji bo hilanîna çerçevê li ser û rawestandina piştgiriya wê .

     Diwemîn : Riswakirina  sextebûna binvakirinên ku rêjîm xwe li paş wan vedişêre li pêşiya cemawer û elîtên Erebî , di riya kifşkirina siyasetên radestî û serjêriyê  , û jidestxistina prensîp û pêdariyan , yên ku wan pêktîne ji bo paraztina hebûn û berdewamiya xwe , da ku cemwerên ummetê wê bi rastiya wê nas bikin nek di riya binavkirinên derewîn yên ku dem bi dem wan bilind  dike .

     Sêyemîn : Pirkirina danûsitandinan bi birayan re li welatên  Erebî , ji bo diyarkirina renckêşana gelê Sûrî û dûrahiyên wê : Yên mirovane û siyasî û aborî , û stûbarkirina wan  bi berpirsiyariyên wan yên  dîrokî û netewî .

     Çaremîn : Riswakirina binpêkirinên beloq ji mafên mirovan re li pêşiya rêxistinên mirovane û dezgehên civaka sivîl li cîhanê , û kifşkirina dokûmenel ji gorên komekî , û komkujiyên herî mezin , û dosiyên hezarên windabûyan , û azarkêşana girtî û koçkiriyan ... û karesata  mirovane ya tevahiya gelê Sûrî di bin rewşa twari û yasayên urfî û dadgehên awarte , û belengazî û bêkarî û gendeliyê de .

     Pêncemên : Danîna bingehên gotareka ragihandinê  ya germker , ku tevahiya beşên opozisyonê destpê bikin , û dabînkirina mekanîzimên danûsitan û rêçikên wê , ji bo gihştina dîrekt bo gelê Sûrî , û rizgarbûna ji wîsayeta alavên ragihaninê yên din , yên ku konevaniyên xwediyên wan, wan birêdixin .....ev tev ji bo gihandina  gelê Sûrî bo rewşa   ''''''''''''''''''''''''''''''''isiyana sivîl , ya ku em wê despêka praktîk ji guherîna niştimanî re dibînin .

     Şeşemîn : Gotara ragihandinê  ya germker guhdide bi tevahiya pêkhatiyên gelê Sûrî , û bi  van bingehan ewle dibe :

          - Guherîna aştiyane ya demokrasî ji hundir ve 
          - Sûriyê ji bo hemû zarokên xwe ye .
          - Hevwelatîbûn  girêdana erk û mafan e .

     Heftemîn : Hêzên opozisyonê li hundir û derve komdibin  bi civîna li ser armancên berfireh yên hevbeş bo pêkanîna guherandinê , û tev ewlebûnê  bi sindûqên dengdana azad ya adilane tînin .....lêvegerek bi nîgaşkirina nîşanên pêşroja xwestî .

     Heştemîn : Dûrgirtina tevahiya rengên ramana totalîter , û hemî projektên rehkorkirin û jinavbirinê , bi çi behanê bin , û qedexekirina bikaranîna tundûtîjiyê di praktîkirina karê konevanî de .

     Nehemîn : Eniya Felata Niştimanî xêrhatina hemû pêkahtî û tiwêjên civaka Sûrî ya azwer bo azadî û guherînê bo tevlîbûna wan berbi  Eniyê û karkirin di çarçoveya lihevkirinên wê de . 

     Dehemîn : Akam û mebesta guherandina niştimanî ya xwestî ev e : Avakirina Sûriyê mîna dewleteka sivîl û nûjen ku rêjîma wê ya siyasî li ser bingeha  hevpeymaneka civakî bête avakirin , ku ji destûreka dîmokrasî derbiçe , û li ser bingeha tedawilkirina aştiyane bo deselatê , û hevwelatiyê bike girêdana di navbera erk û mafan de .

     Yanzdeh : Amadekirina alternatîvê nitşmanî ji aliyê wênekirin û heykeliyetê ve ...merceke ji mercên guherînê û bingeheke ji binegehên wê û mekanîzimeke ji mekanîzimên wê yên sereke , bi armanca dûrkirina sîbera kaos û şerê sivîl , ya ku her û her rêjîmê tirs pê kiriye û xwe li piştê çeperkiriye da ku hebûna xwe biparêze .

     Diwanzdeh : Siyaseta cudakirin û jinavbirin û tenêhiştinê ziyanên herî mezin peyde kirine , yekîtiya niştimanî şikand , û di pêşiya van ziyanan de sitemkariya bêhempa ya ku bi serê milletê kurd de hevpişkên me di welat û çarenûsê de , hat .Ev tiştê ku pêwîst dike ji holê rakirina sedemên zordariyê û çareserkirina encamên wê di çarçoveya yekîtiya niştimanî de , û di pêşî de bikaranîna mafên xwe yên siyasî û rewşenbîrî wekû hemî pêkhatiyên civaka Sûriyê .

     Sêzdeh : Teqezkirina rola jinê ya sereke di komelgehê de , û peydekirina şert û mercên objektîv bo dabînkirina bikaranîna wê ji hemî mafên xwe yên konevanî û sivîl , ji bo pêşxistina welat û bicihanîna pêşveçûna wî . 

     Çardeh : Baldariya bi amadkirina nifşên nûhatî , û geşkirina çanda wan ya demokrasiyane wekû rêbaz û pratîk , û perwerdekirina wan di riya amadekirin û rewşenbîrî û xwendinê de , û peydekirina derfetên kar bo wan , û hevparkirina wan di jiyana giştî de , û çespandina giyanê stûbariyê li nik wan .

     Panzdeh : Baldariya bi çareserkirina rewşa aborî di hemî melbendên wê yên mewdanî û maddî û pîşesazî û kiştûkalî û xizmetguzarî , û destberdana geşepêdana giştî , û ji holê rakirina astengên yasayî û îdarî li pêşiya projektên sektora taybet , û ewlebûn bi bingeha aboriya bazarê , bi haydariya ji bo balanasa di navbera herdû dûrahiyên aborî û civakî de , û teqezkirina ku çaksaziya aborî pêwîstiyeke niştimanî ye li gor renckêşana gel , û bilindbûna buhayan , û belavbûna bêkariyê ...tiştê ku zêdekirina dahatiyan pêwîst dike tev li peydekirina derfetên kar û dabînkirna pêdiviyên sereke yên gel .

***

     Eniya Felata Niştimanî bi  vê nêrîna hanê ewle dibe di biwarê têkiliyên Erebî û Filistînî û Navneteweyî de :

     Colan  a Dagîrkirî û Doza Filistînê :

     Yekemîn : Enî ewlebûnê  bi vegerandina Colana sala 1967an dagîrkirî  tîne û wê dixe serê stûbariyên xwe de , û berxwedana mirovên me li wir bihêz dike.

     Diwemîn : Enî piştgiriya milletê Filistînî dike di xebata wî ya ji bo vegerandina mafên xwe yên niştimanî de , di nav de mafê wî di vegerê de û mafê çarenûsî û damizarndina dewleta xwe ya serbixwe li ser erdê xwe ku paytexta wê Qudis e , li gor biryarên Netewên Yekpûyî yên têkildar de .

     Di Warê Siyaseta Erebî de : 

     Yekemîn : Vegerandina hevgiritn û pêwendiya birayane bi dewleta Lubnana bira re,  ya avakirî li ser berjewendiyên hevbeş û têkiliyên dîrokî di navbera herdû milletan de , li ser esasê têkiliyên biratî û cînartiya baş de . 

     Diwemîn : Rawestandina konvaniyên bidestxistina birayên Ereb , û beskirina têkilbûna di barodoxên wan de , û hewildana bo hevalkariya Erebî li ser bingeheka xurt , di riya aktîvkirina hevpeymanên arîkariya rewşenbîrî û aborî û zanistî , ta gihîtşina tewawbûna aborî , û di nav de hevpeymana Bazra Erebî ya Hevbeş .

     Sêyemîn : Enî piştgiriya gelê Iraqê dike di kedên wî yên ji bo paraztina yekîtiya wî ya niştimanî de û bicihanîna serxwebûn û serdestiya wî de û bidwaîkirina dagîrkirinê , û damizarndina sîstema demokrat ya ku garantiya herî baş e bo dûrgiritna biveya nakokiyên tayfegerî û nijadperestî yên ku gefan li deverê tevî dixwin . Herweha , Enî palpiştiya hemî kedên ku berbi aramiya Iraqê ve diçin , dike , û bihêzkirina yekîtiya wê ya niştimanî , û avakirina rêjîmeka demokratî tê de , ev hemî pêşveçûnên gotî dikarin xwekişandina hêzên dagîrker xurt bikin , û serxwebûn û serdestiya wî ya niştmanî li ser xaka wî biparêzin .

     Di Warê Pêwedniyên Navneteweyî de :

      Yekemîn : Enî xwe bi hevpeymana Netwên Yekbûyî û biryarên wê ve girê dide , tev li hemû hevpeymanên navnetewî yên ku hikûmetên Sûrî yên pey hev ew îmze kirine .

     Diwemîn : Enî bi hemû hevpeyman û sozdanên navneteweyî , yên dualî yaxud tevahî , yên ku hikûmetên Sûrî yên berê bi wan ve girêdayî bûn , girêdayî ye .

     Sêyemîn : Enî ewlebûnê  bi siayseta diyalogê tîne , bo dabînkirina berjewendiyên Sûriyê  û bergeriya mafên wê li gor yasaya  navneteweyî û bingehên wê yên giştî , dûr ji biveyên ku berjewendniyên  welêt ziyan dikin .

***

Bernameya Tenfîzî ya Karê Niştimanî

     Hêzên konevanî û civakî û aborî û fikirî li Sûriyê mûbadereya damizrandina hikûmeteka intîqalî dikin , ku amade be bo îdarekirina welêt di dema şayiste de bigire destê xwe , û stûbariya paraztina welêt ji tevlîhevbûn û tavilê nakokiyên hundirî  bigire milê xwe ,û erka herdû deselatên teşrîî û tenfîzî bicih bîne , û parzatina deslatdariya dadvanî da ku rola xwe pêkbîne di warê berevaniya mafan de û pêşxistina sawa dadgeriyê li ser xelkê , hêjî ev hikûmeta intîqalî bi van karûbaran radibe :

     Yekemîn : Ji holê rakirina destûrê sala 1973an bi hemî çewtiyên wê , û ewlebûna bi destûrê sala 1950 î wekû lêvegereka bingehînî intîqalî , ji hemû karpêk û siaysetên xwe re .

     Diwemîn : Hilandina rewşa awarte ya bikarhatî ji sala 1963an ve , û nehiştina tevahiya rengên dadgehên awarte .

     Sêyemîn : Ji holê rakirina yasya hijmar (49 ) ya sala 1980 î , ya ku ferman dike bi bidarvekirina çi endamekî Komika Birayên Musilman .

     Çaremên : Serbestberdana hemî girityên konevanî , û diyarkirina çarenûsa windabûyan û vegerrandina rêzê li wan û tewîzkirina mirovên wan , û vegerandina mafên sivîl ji yên ji wan bêpar ji ber sedemên siyasî .

     Pêncemîn : Nehiştina hemî  biryar û fermanên ku vegera hevwelatiyên Sûrî bo welêt qedexe dikin . 

     Şeşemîn : Dana nasnameyê bo yên ji wê bêpar yaxud ji wan hatiye sitendin .

     Heftemîn : Derxistina yasayekî bo partî û komeleyan ku ji bo hevwelatiyan mafê rêxistina jiyana wan ya siyasî û civakî dabîn bike , li gor nêrîn û bawerî û bijartinên wan , bi hemahengî di çarçoveya destûrê de .

     Heştemîn : Nûsîna  yasayekî bo ragihandinê ku azadiya ray û derbirrînê di çarçoveya destûrê de dabîn bike .

     Nehemîn : Derxistina yasayekî bo hilbijartinan , ku azadiya hilbijartinê li gor nûnertiya nisbî dabîn bike bi ewlebûna hijmartina parêzgehê mîna dezgeheka hilbjatrinê , ji bo dabînkirina beşdarbûna tevahiya pêkahtiyên gelê Sûrî .

***

     Piştî ji holê rakirina rewş û yasa û karpêkên awarte , û nûsîna yasyê ragihandin û partî û hilbijartinan  ..hikûmeta intîqalî dê hilbijartinan  lidar bixe bo bijartina Komeleke Damizrêner , berî bidawîhatina dema hukimdariya wê , erka Komela Damizrêner wê ev bin :

     1- Danîna destûrekî ji welêt re .

     2- Ji Komela Damizrêner hikûmeteka ku deselatdairya tenfîzî pêktîne , derdiçe û li pêşiya Encûmen berpirsiyar e .

     3- Komela damizrêner deselatdariyên teşrîî bikar tîne .


Birûksel
17 Avdara 2006an .

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark