Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: EZBENÎ ! – 8 – Hêjî Heliz Ne Buhirtiye

 


Konê Reþ

Ezbenî !
   Her êvar, ji tariya þevê ve em dikin hawar û dibêjin; Em westiyan…Mîna çiraya li ber bahozê em vedimirin… Em bûne mîna wî pizotê ku di tifikê de, bê guhdan hatiye jibîrkirin… Her êvar em dixwazin bigrîn, lê berbang rê nade û giriyê me dispêre evareke din… Ezbenî te bawer dikir ku em pala xwe bidin dûrbûnên zilm û zorê û piþta xwe bidin çiqliyên darên hiþk… Neke hawar ezbenî, bêdeng bimîne.. Bêdengî jî nîvê hebûnê ye…


Ezbenî ! Rê bide wan, bela derbas bibin.. Qet ew te dibin dara çinarê de nabînin û nikarin dara çinarê ji kok ve bibirin..Rehên wê û damarên dilê min li hev geryane… Yek bê ya din nikare bijî…
*          *          *
   Erê Ezbenî! Bêguman sibe tê bê û wê çûk û çivîk di esman de bifirin..Baran ji reþewran bibare..û kolkezêrîn di aso de xuya bike.. Guh li gotinên vala neke û ne li gelaciya bi boyaxa rengîn xweþikkirî…
   Tê were ezbenî, hêj min negotiye (Heliz Buhirt)… Bela darên çinarê bilind bibin, bi çiqlî û þaxikan bêne xemilandin.. Bela baran bi ser yêlekê min de bibare.. Ma wê dinya xera bibe ku tu gulekê bo min biþîne an hin ji kul û xemên xwe bi ser min de bidêre… Ez te dibînim û nabînim…
   Xemgîn nebin gelî kolan, sikak û cadeyên welatê min! Ezê pêlavekê li gor we bitefsilînim.. xemgîn nebin, qet hun nagihêjin heyamê derbas bûyî…
*          *          *
Ezbenî!
   Doh, min jibîrkir, ez ji te re stranekê bipêçim û bi guhdan di bin palgeha te de deynim an ez stêrekê ji asmana biçinim û di pencereya mala te de deynim..
Belê ezbenî; Bela welê be..!
  Nizanim ta kengî wê dara çinarê karibe þipyayî bimîne…?! Rih û canê daran jî heye..
   Ji mêj ve, em peyala zilindariyê vedixwin û li stranên xemgîniyê guhdarî dikin… Carekê tenê, me nêrgizên geþ di hewþa mala xwe de nedîtine..
   Ezbenî! Pêdeviya me bi rojeke dirêj-dirêj heye..Ta ku canê me dûr  dûr bilive..Di bin asmanekî fireh-fireh de xwe vegizîne..û dawî ku em karibin gulîstaneke rengîn ji gul kulîlkan di hewþa xwe de biçînin..
   Tu zanî ezbenî ku, ev êvara dirêj û fireh têra xem û kovanên me nake..tu jî têra xwe bilinde ey roka ku ji me re bûye sembol..
Ma ne welê ye ezbenî..?! Hêjî Heliz ne buhirtiye.
Konê Reþ
Qamiþlo 08/05/2008

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark