Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Festîvala Bêbuhar serkeftî bi dawî bû

 


Festîvala Bêbuhar ya ji aliyê Saziya Çand û Hunera Rojavayê Kurdistanê ve hat organîzekirin, roja Yekþemê li bajarê Almanya Hannoverê pêk hat.
Yekemîn Festîvala strana kurdên rojava ya ku îsal bi navê hunermend û helbestvanê  Kurd Bêbuhar hat lidarxistin, weke Festîvala ji bo bîranîna þehîdên Newroza 2008`an jî hat binavkirin.
Lewma jî di destpêka festîvalê de ji bo bîranîna þehîdan deqeyek rêz hat girtin û hemû hunermendan bi hev re sirûda Ey Reqîp xwendin.


Di festîvalê de 16 hunermendên ji rojavayê Kurdistanê ketin pêþbirkê. Her hunermendek bi berhemeke xwe ya nû ku heta niha nehatine gotin, ketin pêþbirkê.
Hunermendên ku ketin pêþbirkê ev bûn; Xesan, Zubêr Salih, Bengî Agirî, Xalid Sofî, Hevraz Hesko, Ekrem Reþo, Nazdar Xerîbo, Zuhêr Cemîl, Narîn Þêxê, Ebas Ahmed, Nîzar Yusif, Ronîcan, Dilovan, Evîna Welat, Semîr Elî, Omîd Silêman.
Di dawiya pêþbirkê de hemû hunermend bi xelata serkeftinê hatin rûmetkirin. Wekî din hunermendên Mêvan Birader Mûsikî, Miço Kendeþ, Leyla, Bêrîvan, Diyarî û Selah Osê bi stranên xwe beþdarî þeva festîvalê bûn.
Festîvala yekem car hat lidarxistin, ji aliyê nivîskarê malpera me helbestvan û þanoger Kawa Þêxê û hempîþeyê wî Kerîmo ve hat pêþkêþkirin.
Hêjayî gotinê ye ku koma folklor Ciwanên Þerfedîn bi cilên xwe yên folklorî pêþwaziya hunermêndên festîvalê kirin.
Nûnerên Partiya Yekîtiya Demokrat PYD, Federasyona Komeleyên Êzdiyan (FKÊ) û Mala Gel a Hannoverê jî weke mêvan beþdarî festîvalê bûn û peyamên wan hatin xwendin.
Hêjayî gotinê ye, ku Saziya Çand û Hunera Rojavayê Kurdistanê dixwaze hersal vê festîvalê lidar bixe.
Serokê saziyê hunermend Zubêr Salih jî di axaftina xwe ya vekirina festîvalê de ev yek careke din anî ziman.
-------
Jêder: dergush










 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark