Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: CIYÊ EM NELÊ…

 


Bêkes Reþîd

Bo… giyanê dapîra min.

Heger wê ji ronahiyê tenê jî
   tiþt bûbin…
Ji tariyê
   her tiþt û netiþt bûne…!!
Di tariyê de…
Ji nav tariyê…
Bi tariyê…
Ji tariyê…


Etîkêta valayîyekê ji hundur ve 
Egofobîyek xwedayetiyê li min dike
Lêdiwan, nenasiyeke heyînîye…!!
Ji wir û te...
Kêþana hin xaleyên nedîtî dibe
Belkî tu mîna min bû
Pevçûna þaneyên te berî danehevekê
Ev ajaweya nêrînan di vê seqayê de
Navbera min û “ hinek ji rastiyê “ bîskeke
Belkî navbera min û hertiþtiye…!!
Ez hemû… û
Hemû tirsên ko li temen dicivin
Tirsa wê rabesê…
Kesekî hilmek jê neanîye
Ramanekî lakêþeyî…
Pehnbûna rewanekî çûyî
Heger tu were?
Heger ez werim?
Lêhatinên ji derveyî me
Li gor altruîsma di derûnên tevav de
Tola her bêpergalên li dûv perçên min
Ne rastek…
Ne hebûna afirandinekê…
Ne jî xûy bo nûbûnekê…
Bi te…
Her dem…
Tiþtin nû jibîrdikim… !!
Xwe jî… !!
Sarbûneke tarî
Mîna lêbûrînin neþuþtî
Bersivekê tenê ji rewþa darbestekê
Yek ji beþên vê biyaniyê
Dema nîgaþ diçire
Tu di serî de saxdibe.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark