Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: FERAT

 


Salih Kobanî

 Ez nizanim, ka…
ji peyamên bê peyman re,
ji katjmêrên bê wijdan re,
yanjî
ji binê salê re, lê ji serê salê re bilorînim?

Ji te dûrim… Ferat !
Ez nikarim di vê zivistana bê pergal de,
Te
Bi laþê xwey tije guneh,
bi tîna salên bê reng.. te bipêçim.
Yanjî, xwe bi te,
xwe bi xewnên te,


bi çîrokên te, yên ko kevn nabin, nawestin
sar nabin.
Xwe bi wan bipêçim.
 tujî pîr nabî, ezjî bîr nabim…
                              bîr nabim.

Ya te,
her tiþt tê bîra te, lê ne yamin?.
Tê bîra min em direviyan..
Em biçûk bûn direviyan
Em ciwan bûn direviyan
Em mezin bûn direviyan
Bi her alî de direviyan…
Ferat .. bi bakur de em direviyan.

Çiqas sale te nas dikim,
dûr dikevim, te ji bîr bikim,
Nêzik têm, ko te bi awirên xwe yêsîr bikim
Serê te biþom,
Piþta te mistdim,
Qilêra sal an
ko însan an bi ser gerdena tey bê tewande
bi bar an dibarandin
nifret û gemara nava xwe
dibarandin
çîrokên evîna þikestî
bi ser te de diweþandin
hêviyên ronedî diweþadin.

Bibhûre eze bipirsim bibhûre!
Nava te çend kûr e, bibhûre,
em bi herçar aliyan de direviyan,
Çima berê te her li baþûre?

Berê te her li baþûre

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark