Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Newroz serhildan û berxwedane ne rev û bazdane

 


Elî Cefer
23. 03. 2008

Newroz weteyeke wê zor bi nirx û gewre heye. Ew nîşana rojeke nuh; rojreke wekhevî, azadî, aştî û aramî, lê hîn giringtir ji bo me Kurdan roja serhildan û berxwedanê ye. Ji lewre jî dijminên me ji sedê salan ve nexwestine em bi şahî Newroza xwe bikin. Her û her dek û dolab, wêrankirin, kuştin, darvekirin, lêdan û îşkence para vî miletî bûye. Lê gelê Kurd bi hemî şêweyan li ber xwe daye, û xwestiye bi Newroza xwe şa bibe. Di pir salan de jî qurbanî ji bo va roja pîroz dane.


Dijminên Kurdan jî li ber serhildan û berxwedaniya Kurdan hin caran neçar mane Newrozê ji wateyê wê vala bikin. Wekî nimûne, Farisan xwestiye bêjin ku ev roja, roja destpêka demsala Biharê ye, ji lewre ew jî bi va rojê şa dibin. Turkan di va çend salên dawî de hewil dan Newrozê bikin ya xwe û berpirsyarên wan agir dadan û xwe di ser re avêtin, wekî çawa serok werzîra tirk ya berê Tanso Çîler kir, lê ew bi ser neketin. Herdu rêjîmên Ereb, li Îraq û Sûriyê gelek bizav û pilan danîn ku rê li pêş Kurdan bibirin ku Newroza xwe neke lê ew jî di saya berxwedaniya gelê me beravîtî bûn.
Îsal li Rojavayî Kurdistanê, weke her sal xelkê Kurd êvara Newrozê agirê xwe pêdixin û li derdorê govend û dîlan girêdidin, lê li bajarê berxwedanê, li Qamişloka xweragir dîsan hêzên ewlekariyên rêjîma Beis gulan bi şêweyekî tewşankî û hovane li gel dibarînin û di encamê de (3) sê Kurd bi navê: Mihemed Yehya Xelîl, Mihemed Mehmod Husên û Mihemed Zekî Remedan tevlî karwanê nemirên Kurdistanê dibin û çend kesên dî birîndar dikevin, û derdora 20 kesan tên girtin. Sibeha Newrozê bi tevlîbûna deh hezaran ji  welatparêzên Kurd xelkê me cangoriyên xwe bi ala pîroz, ala rengîn binax dikin.
Lê, sed mixabin tevayî rêxistinên Tevgera Azadîxwaza Kurd, ji bilî alîgirên PKK ê, partiya PYD biryareke seyir standin, û bang li Kurdan kirin; ku roja Newrozê ji malên xwe neyên der, çima? Ji bo bibe nîşana reşî û şêniya gelê me!!!. Vêca em li vir ji wan dipirsin: Dema neteweyek ji her tiştê xwe ya taybetmendane bê par be; ji ziman, kultur, çand, nasname, xwezayîyên ser erd û bin erda ku bi sedê salan li ser dijî, ma gelo mirov nikare bêje ku 366 rojên salê yên vê miletî tev rojin şênî û xemgînî ne??
Belê, ji roja ku gelê Kurd bê viyana xwe tevlî Sûriyê bûn, nemaze ji roja ku partiya Beis deselat bi darê zorê, di sala 1963 an, bi dest xwe ve anî, gelo miletê me, hema rojek tenê be jî, serbestî û azadiya xwe bi dest xwe ve aniye??. Ne tenê hew, belê çi pilanên qirêj; ji kembera erebî, bêparkirina derdora 350 hezar Kurd ji nasnameya sûrî, siyaseta pilankirî ji bo şûndamayîna herêmên Kurdistan ji aliyê aborî, civakî, û xwendinê, pêkanîna wargehên erebî, bêparkirina hemwelatiyên Kurd ji kar û barê rojane, û… û… ta bigîne herimandina şahiya Newrozê, ev hemî tên çi wateyê??.
Tevgera me jî, ji encama pirbûna rêxistinan, û nelihevkirina wan, mijûlbûna piraniya sekretêr, serok, rêvebirên wan bi parastina kursiya „zêrîn„!!! nikarîbûye helwestên xurt li dij siyaseta rêjîmê bigrin. Û di navbera pilanên Beis û nelihevkirin û qelsbûn tevgera me de, kêşeya kurdî li ber lingan deçe.  
Lê divê dijminên Kurdan, baş bizanibin ku ji hertiştî re sînor hene, encama zor û zextê jî, serhildan û berxwedane, wekî çawa gelê Kurd di Adara 2004 an de, serî hilda. Vêca bi rastî çawa ku Kurdên Bakur dirûşma „ Êdî bes e „ hildane, pêwîste gelê me jî li Rojava ji rêjîma Beis û hemî dûvikên wan re bêjen: „ We kêr gihand hestiya, êdî bes e ji şofînîzim û nijadperestiya we re „.
Em vegerin ser Newrozê û bêjin: Gelo, çima rêvebirên tevgera me sûdê ji serpêhatiyên beşên din wernagrin??. Em tev dizanin ku di sala 1988 an de, Helebçe bi çekên kêmawî hat bombekirin û di encamê de 5 hezar Kurd hatin kuştin û bêhtirî wan birîndar bûn, lê dîsa jî rêvebirên Başûr û di pêşiya wan de rêzdar Mesûd Berzanî bi xwe agirê Newrozê vê xistin. PKK ji sala 1984 an de, şerê çekdarî li dij dewleta tirk dike, lê di eynî demê de di hemî hilbijartinên Tirkiyê de hevbeşe û nûnerên wan derbasî perlementoyê dibin.  
Dêmek di demekê de dihat xwestin ku tevgera me ew kombûnên girseyî bi dehhezar û li hin deveran 60-70 hezar, û bi serda jî şehînbûna 3 pakrewanên Kurd ji xwe re wek keys bidîta û ji nêzîk ve li ser derd û gulên gel rawestiyana û riya çareserkirina kêşeya gelê me li vî beşî pêş wan bikira, herweha hemî pilan û dek û dolabên rêjîma Beis a şofen û nijadperest riswa û tazî bikirana, û ew çoşa di dilên wan de gurtir û hêgintir bikirana, biryareke weha ne layiqî gelê me yê mêrxwaz û cangoriyên Adara pîroz distînin.
Divê em bînin bîra xwe ku ev ne cara yekê ye rêvebirên tevgerê biryara ne pîrozkirina Newrozê distînin. Tiştekî seyre bi rastî ku çawa rêvebirên tevgera me ji dijminên gel doza mafê wî yên neteweyî û rewa, û di serî de lidarxistina şahiya Newrozê dikin, lê ew bi xwe hewil didin ku rê li pêş lidarxistina Newroz bigrin!!!? Ji xwe jî ev daxwaza rêjîma Beis e, ku çawa berî çend salan ji rêvebirên tevgerê xwestin Newrozê bi girseyî, bi şan û şoret, def û zirne, dîlan û stiran lidar nexin, tenê her du-sê malbat pêkve derkevin çol û robara, xwarin û vexwarina xwe bixwin û bê deng vegerin malên xwe. 
Li gor dîtina min, ji alîkî ve tevgera me, bi va biryara xwe dilê dijminan şa kir, êdî nema rêjîma Beis li xwe biheyire, wê her sal li êvara Newrozê du-sê Kurdan bikuje da ku tevger biryara ne darxistina Newrozê bide û tewaw bû. Ji aliyê din ve, ji ozê dil de gel ji xwe êşand, ev jî wê bibe sedemeke din ku gel pişta xwe bide tevgerê. Ji xwe jî vê yekê ji çend salan ve rû daye, û li gor agahiyên bi dest me de, ku gel li pir cihan, li Çiyayê Kurmênc, Kobanî û Cizîrê guh nedaye biryara tevgerê û derketine cihên ku hersal Newroz lê tê lidarxistin. Lê, pir dereng be jî, dem derbaz nebûye, ku rêvebirên tevgerê li xwe û miletê xwe vegerin. Ew valahiya di navbera wan û gel de tijî bikin, ev jî wê bibe serkeftinek mezin, ji wan û gelê me re.     
Divê em li vir, helwesta piraniya rêxistin û partiyên Kurdistanê, nemaze helwesta dîrokî ya serokê Başûrî Kurdistanê, birêz Mesud Berzanî bilin binirxînin, wekî çawa bi daxuyanîk taybet ev gunekariya rêjîma Beis tewanbar kir, û got ku: „ … em nikarin bê deng bimînin li hember van êrîşên hovane ... „. Y. N. K jî di daxuyaniya xwe de xwest ku: „ … civaka navnetewî, Emerîka, Yekîtiya Netewan, û rêkxirawên mafê mirovan bi rola xwe rabin da ku ew gunekariya rêjîma Sûriyê dermafên Kurdên bê guneh de dubare nebe .. „. Bervajî helwesta nûnerê Y. N. K yê li Şamê Ebdilrezaq Tewfîq ya cihê şermezariyê.
Ciyê gotinê ye, ku di 21 Adara 1986 an de, dema gelê me li paytexta Sûriyê    „Dîmeşq„ ê li taxa Kurdan bi deh hezaran dixwestin derên dervayî bajêr Newroza xwe pîroz bikin, bi pilan hêzên ewlekariya rêjîma Beis êrîş birin ser wan, lê gelê me berxwedanek xurt nîşan da û xortê bi navê Silêman Mihemed Adî bi guleyên rêjîmê jiyana xwe ji dest da û weke cangoriyê pêşin yê Newrozê li Rojavayî Kurdistanê hat bi navkirin. Serhildana xelkê me li wê derê deng veda, û bû egera ku di eynî wê êvarê de, dîktetorê Sûriyê Hafiz El-Esed biryarekê derîne ku roja 21 Adarê bibe „Roja dayikê„ li Sûriyê, ango rojeke bê kare. Lê hemî hemwelatiyê Sûriyê dizanîn û wê hîngê digotin ku sedema rasteqîn ya vê biryarê berxwedana gelê Kurd û şehîdbûna pakrewanê wan Silêman Adî ye.
Em gotina xwe bi gotineke pêşiyan bi dawî tînin, ew jî ew e: “ Dîkê rojekê be, ne mirîşka salekê be “.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark