Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Berhemên Nû: Hejmar a 78 an ya rojnama Newroz derket

 


  Hejmar (78) Subat 2008 z -2619 k  ya rojnamaNewroz  Ji weþanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a  Kurd li Sûriyê  - YEKÎTÎ derket.
vê hijmara nû, ev babetên xwar  bi xwe girtin e:
- Sûriyê û roja 21ê Subatê
- Osmanê Dadeliyê çû ser dolovaniya xwe
- Komcivînên Rêxistinî
- Du xewndekar Hatin Giritn


- Pîrozbahî Bi hatina cejna jinan û Newrozê
- NA Ji êriþa leþkerên Turkiyê re … Dilsozê Dozê
- Guhestina tîpan …. Rêberê Silîvî
- Piþtî 83 salan jî hê aþiqê hevdu ne
- Ahenga Dêrika Hemko
- Du xalbalkêþ di bîranîna Osman Sebrî (Apo) de ... Dr.Ebdilmecît Þêxo
- Sînemxan û resmên ronahiyê
- Serxwebûna Kosofo Rê li pêþ xebata gelên bindest dûz û hêsan dike ... Xemxarê Kurdaxî –
- Heval Ebdil-mecîd ji nav me barkir
- Wateya Cejna Evînê Çî ye?. …  Dîlan Zivingî
- Enstîtuya Kurdî li Kölnê gavek e dîrokî avêt: Kurdên cîhanê bi rêya internetê ferî kurdî dikin
- Danezana Þamê li ber gef  gurên  man û nemanê ye
Sernivîs

Sûriyê û roja 21ê Subatê

Bi xêra xebat û çalakiyên ‏þax û komîteyên rêxistina komela giþ‏tî ya neteweyên yekbûyî (UN) û bi taybetî rêxistina perwerdekirin , zanyarî û rew‏þenbîriyê ya navnetewî (Yonisko) , gelek rojên giranbuha , bi navnîþ‏an , bi ‏þanþoret , bi rêz û hurmet hatine binavkirin  û bûye biryar û daxwaz ku li seranserî cîhanê hemî dewlet û milet li wan rojên taybet û pîroz bibine xwedî , mehrecanan lidarxin û bidin nasîn , nirx û wateyên wan rojên hêja ‏þirove bikin , bidin ber çav û hiþ‏an , da ku cî bigirin , mirov li mirovatiya xwe xwedî derkevin û dewlet li îmzên xwe bi xwedî bin.
Ji wan rojên bi nirx û wate , pîroz û xwe‏þ :
A-  Roja 10ê Berçile bona mafên mirovan ên cîhanî .
B-   Roja 8ê Avdarê bona cejna jinan a cîhanî.
C-  Roja 21ê Avdarê bona wekhevî û dijî toximperestiyê li cîhanê.
D-  Roja 1ê Gulanê , roja kar û kirêkarên cîhanê.

Vêca ji bilî gelek roj û cejnên dî yên ku li cîhanê dezgehên dewletan , partî , rew‏þenbîr û hunermend , kes û komele bi bîra xwe û derdorên xwe tînin , weke roja parastina mafên zarokan , roja parastina sirûþ‏tê , roja aþ‏tiya cîhanî , roja pakbûn û paqijiyê , roja li dij çekên tevkujiyê , roja rêzgirtina sîstemên rêkan ….û hwd.
Li vê dawiyê , ya balkêþ‏tir bo min , weke însan , weke kurdekî Sûrî , ew bû ku roja 21ê meha Subatê jî li gor biryara Yonisko – rêz û hurmet ji karmendên wê re – bûye rojeke cîhanî , vêca ji bo çi ?? Ji bo parastina zimanê dê ! Belê , ji bo parastin û lêxwedîderketina herkesî li zimanê gelê xwe , li zimanê xwe yê zikmakî û hew.
Ragihandina fermî digel hinde dezgehên dewleta Sûriyê bi hêrs û ‏þewat li ser pirsa bikaranîna zimanê Erebî radiwestîn, didane pê‏ , dikirine hawar û qîr ku zor pêwîste û divê xelkê Ereb karibe hê bêtir li zimanê xwe yê dê bibe xwedî , û vaye – xwedêgiravî – rêxistina Yonisko ya navnetewî roja 21ê Subatê bona giringiya vê yekê kiriye rojeke cîhanî, loma jî divê hemî navend , komele û dezgehên Sûriyê li zimanê erebî miqate bin .
Ne xeme mirov karibe bîne bîra xwe, ji ber ku hêjayî gotin û dubarekirinê ye ku, li Sûriyê li dirêjahiya 50 salên borî , gelek biryarên aþ‏kere û yên ve‏þartî li dijî bikaranîna zimanê me yê dê derçûne û hatine bikaranînin . Rol û kartêkirina wan biryarên qedexekirina zimanê me yê
dê – Kurdî – hê berdewam û li dar in . Eve ne tenê nakokiyeke mezine , lê belê rûreþ‏iya siyaseta ‏þoven û toximperestî bi xwe ye .
Zanyarê hêja Mîr Celadet bedirxan ji berî bêtirî 70ê salî destê xwe dabû ser birînê , giringî û pêwîstiya  zimanê dê baþ‏ naskiribû , bi dil û can jê re xebitîbû , di ber de ‏þerekî mezin dikir , xwe pir pê mijûl kiribû , dida ser hev , dida ber hev , diponijî û dinivîsî . Ji nivîsarên nemir Celadet nameyeke vekirî ji Mistefa Kemal re bona zimanê kurdî bû , îro jî bo me Kurdan hêjaye mirov lê vegere , da ku em jî weke civat , rêxistin , weþ‏an û kes li Sûriyê karibin hê bêtir li zimanê xwe yê dê bibine xwedî û hersal bi hatina roja 21ê Subatê re  silavên germ ji Yonisko re bi‏înin .

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark