Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Çûna Samî

 


Mihemedê Seyid Husên

Biçûna te þarê qamiþlo
Di çavên min de wêran dibû
Hest dibûm ku tanî
Bi çukê beytik û qumrîka
Ser dara hewþa me miþext çûne
Ez li þûn waran
Mîna Ceqceqê xemgîn
Di nêv sergerdanê de
Noqî cîhana pêkeran bûme


Di bêdengiyeke kûr de
Di xwe de di sêwirîm
Sêwiyê eware li nava kavilan
Bê kes û bê xwedî
Bê xizm û navnîþan
Roniyê ji taristanê deyn dikim
Ta ku derî di kelecanê de vekim
   *  *  *
Soxî  min bi qitûtî zanî
Kiye gunehkar
Wê rojê çilapekên berfxurkê
Bi lixêvên helbestê re
Li agadaryên min di xuricîn
Bi yek carî 
Bi seqemê hest nedibûm
Kulîlkên çinarê
Þermezar sor dibûn
Îca  ku tu çû
Wê kî lavlavka dîwêr
Rîhan û çîçekên
Hweþê av bide.
    *  *  *
Revendiya te hiþti ye ku
Her tiþtî berevaj 
Þikestî bibînim
Hilma bêhnvedanên te nêzî minin
Her gav û çax di kolana
Mala wede çavdêrî teme
Li benda sawêrê te yê xilmaþ
Ku bi mijankên min di leyizin
Bi lezgîniya mirinê diçin û tên
    *  *  *
Lê her navê te
Di kuç û kolanên qamiþlo de
Li çi devera ku
Me silav dabûne hev
Dê bi mîne kolayî
Her wê bi navê te bimînin.
   *  *  *
Çendî min dixwezt
Ku careke din em bihev re
Rêhevalê yek mebestê bin
Di yek rêbazê de yekgirtî bin
Dîsanê hevmil derkevin seyranê
Pêvepê li qamiþloka xopan
Tax bi tax bi gerin
Mîna berê tenha evîn
Navbênçiyê me be.
   *  *  *
De vegere koçbero vegere
Rêdûro li hêlîna xwe vegere
Bawer bike bi serdana te
Dê qamiþlo bi xemla bûkanî
Te pêþwaz bike
Dê teyrik û tilûr ji nû ve
Li lûsên xwe vegerin
Lê hema ez.. kuramê delal
Li vêderê weke
Hemî carên berê
Her dê bi mînim þopgerînê
Sêpla reng û dengê te.
   
    21/11/2003

Mihemedê Seyid Husên

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark