Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Du xalbalkêþ di bîranîna Osman Sebrî (Apo) de

 


    Dr.Ebdilmecît Þêxo

Beriya demekê bi bûneya bîranîna têkoþer Osman Sebrî de, min du berhemên hêca yên du nivîskarên jêhatî Siyamend Îbrahîm bi erebî û yê Reþoyê Pîrê bi kurdî xwendin. Herdu nivîs jî bi naverokên xwe dewlemend û nirx bilind bûn. Di vir de ez hezdikim du xalên giring yên ku li cem herdu berêzan hatine jibîrkirin zêde bikim. Mîna pir kes û nemaze herdu nivîskarên me yên jorîn dizanin ku li dawiya 1998 an de "XELATA OSMAN SEBRÎ " bi beþdarbûna gelek rewþenbîr û siyasetmedarên  Rojavayê Kurdistanê li Þamê hate damezrandin.


Komîta "Xelata Osman Sebrî " biryar istandi bû ku her sê salan kesayetiyeke biyanî, yê ku bi berhem û helwestên xwe yên erênî, dermafê gelê Kurd de hatiye naskirin, ji aliyê wê de bête xelatkirin.

Li ser vê bingehê komîta "Xelata Osman Sebrî" xelata yekem wêna têkoþer Osman Sebrî di çarçûveke zêrîn û di bin navnîþana " JI BO  DOSTANIYA GELAN " de, di sala 2000 î de li Anqrê pêþkêþî zanyarê civaknasiyê yê mezin Prof. Îsmaîl Bêþikcî kir. Herwisa jî, di sala 2004 an de dayika Kurdan, rêzdar Daniyal Mîtran, xanima serokê Firansa yê berê Firanswa mîtran li Însituta kurdî li Parîsê hate xelatkirin. Herweha wek em dizanin ku komîta jorîn niha xelata sêhem jî amede dike û dê wê di sala 2008 an de pêþkeþî kesaytiyeke Ereb û nasdar bike.

Damezrandina  "XELATA OSMAN SEBRÎ "  beþek ji berdewamiya jiyana APO OSMAN SEBRÎ ye, ewa nirx û buhayê APO di nav gelê me û cîhanê  de deçespîne. Lewra jî xaziya eva xala giring li nik nivîskarên me nehata jibîrkirin.

Xala duhem ev e, ku xêre pakrewanê Kurdistanê Osman Sebrî bi navê APO hati bû naskirin ?

Li gor ku min ji devê nemir Hemreþ Reþo yan ji devê  rêzdar Prof.. Cemal Nebez bîhîstî ye, weha ye; Xanim Rewþen Bedirxan di hevdîtinên xwe bi Osman Sebrî re ji wî diprse; ma gelo ez çawa bang li te bikim? Eger ez ji te re bêjim Osman Axa tuyê ji min, vî navî nepejrînî? Vêca ez çi bêjim?

Osman Sebrî bersiva Rewþen Xanimê pir bi sanahî daye û gotî ye; hema  bi min re bêje APO. Lewra, ji wê rojê de ta niha serokê me yê nemir bi navê APO hatiye naskirin. Di vir de ez naxwazim þirove bikim ku ji bo çi ? Osman Sebrî  nexwastiye  bi navê Osman Axa bête bangkirin, lê di herhal de, eva helwesteke netewî û siyasî  ye. Lewra, pêzanîna sedama bi navkirina Osman Sebrî  bi APO jî,  birek ji jiyana wî ya dewlemed û watedar e.

  Almaniya  14.02.2008

 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark