Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

İHD yî her meh li girtiyekî xwedî derdikevin

 


  Vê carê keça kurd "Afyon"ê hate hilbijartin

Li Tirkiyê neheqî û îşkence li zindana didome. Bi taybetî li hemberî girtiyên kurdijad ev yek pir eşkere tê kirin.

Komelên Mafê Mirovan-IHD ji bo rewşa zindaniyan baş bike û pirsê bibe ber destê hikumetê û raya giştî, berî bi mehekê biryar dan ku her meh bi nameyên eşkere piştgiriya kesek girtî bikin. Berî bi mehekî 28 komeleyên mafê mirovan ji Erol Zavar re name şandibûn.


Vê mehê ji keçek kurd re, Afyon Korkmazê name hat şandin. Şervana kurd Korkmazê di 1998 an de pêl mayinekî kiribû û nigek ji yê xwe winda kiribû. Korkmazê kitim e, anku di nifûsê de navê xwe bi fermî nehatiye nîvîsîn. Doktor birîna wê derman nake, tedawiya wê nakin û êşa wê her roj zêdetir dibe. Korkmazê niha di zindana Bergama-B yê de girtî ye.
Nameya komeleyên mafê mirovan ji Korkmazê re wisa ye:
Afyon Korkmaza Xoşewîst...
Komela Mafê Mirovan-IHD ji bo ku bala raya giştî bikşîne ser rewşa girtî û zindaniyan biryar da ku her meh nameyekî ji girtiyekî re bişîne. Em parêzgerên mafê mirovan, ji bo girtî û zindaniyên nexweş, ku ziman, ol, nijad, cinsiyet û sucê xwe çi dibe bila bibe, tenê ji awira mirovahî û parastina şexsiyeta mirovahiyê nêzî wan dibin û wisa jî helwêsta xwe nîşan didin, tevdigerin. Lewma em, bi 29 komeleyên xwe, di gel rêvebir û endamên wan vê nameyê ji te re rê dikin.
Afyon Korkmaza xoşewîst...
Em ji tecrubeyên xwe yê bi salan û zaniyariyên li cem xwe zanin ku, weke jin, jiyana te di zindanê de têra xwe dijwar e.  Jiyana jina di zindanê de îzolekirî ye. Zindanîbûn pîşekariyek e mezin e, em yekê baş zanin. Lê jinan re ev yek pir girantir e, ne wisan? Rewşa zindanan jî weke gelek deverên din li gorî pêwîstiyên mêra hatiye serastkirin.
Xoşewîsta Afyon Korkmazê...
Em pê zanin ku, tu 1972 an de li Melezgira Mûşê hatiye dinyê. Li gorî zaniyariyên gihiştine me, malbata te pir hejmar e û tu di nava 8 xwîşk û birayên xwe mezin bûye. Tu tenê bi serê xwe, du sal in di zîndanê de ye. Ji nîsana 2005 an pê ve, bi dorê, te li hepsa Antalya, paşê Bucayê gerandin û niha jî di zinadana Bergamayê de ye. Daweya te sê salan e ku didome û tu ji ber qanûna 5237/302 tê dadgehkirin. Te di sala 1998 an de pêl mayinekî kir û nigek jê yê xwe winda kir. Ji sala 2001 î û vir ve bi nigê protez jiyana xwe didomîne...
Xoşewîsta Afyon Korkmazê...
Belê, ji sala 2001 î û pê ve tu bi nigekî protej dijî. Lê em dixwazin bi firehî qala vê yekê bikin: Ji ber nexweşiya xwe, tu, têra xwe ketiye tengasiyê. Pêwîst e proteza te dem bi dem bê guhertin. Lê li hemberî ku tu di bin parastina dewletê de ye, tedawiya te nayê kirin. Her ku hestiyê nigên te dirêj dibe, jiyana te, bi proteza kevin dijwartir û êşa te zêdetir dibe. Te gelek caran aniye zimên ku, mecalên te û çêkirina/kirîna protezekî nû tune ye. Lê wan weke hercar rêya "mesrefa xwe bi xwe bike, tu bi xwe bikire/çêke" nîşanî te dane.
Sedema nekirina tedawiya te ev e: Tu kitim e, di nifusê de nehatiye nivîsîn. Ji ber ku nikarin hejmara nifusa te bidin nexweşxanê, tedawiya te nakin. Bi şêweyekî ku mirov rastiyê bîne zimên, tu di zindanekî vî welatî de girtî ye, lewma tu heye. Lê dema qala tedawiya te tê kirin û razana te ya nexweşxanê tê rojevê, dibêjin ku, tu bi awayekî fermî tuneye û tu najî. Em bawer in ku, daweya tu pê tê dadgehkirin jî ji ber vê sedemê dirêj dibe.
Bi qasî em zanin, cara dawî ji bo tedawiyê te biribûn nexweşxaneya leşkerî. Li nexweşxanê,  ji bedêla tedawiyê, dermanê êşqûtkirinê dabûne te û te paşde şandine zindanê. Ji ber ku di zindana tu têde dimînî doktor peyde nabe, rewşa te li zindanê xirab dibe û ev yek nexweşiyên ciddî di nava zindaniyan de pêk dihêne.
Xoşewîsta Afyon Korkmazê...
Em kesên parezgerên mafê mirovan rewşa te ji nêz ve dişopînin. Lewma em dibêjin ku, di belge û dokumentên navnetewî û yên Yekîtiya Netewan- UN ê de standartên zindana hatiye diyarkirin û ji bo parastina zindaniya û şexsiyeta wan jî, mafê wan yê qanûnî diyar e. Her wisa, Komîteya li dijî Îşkencê a Ewropayê dibêje; Mafê kesê zindanî heye ku doktor lê binêre. Benda 22/2 dixwaze ku tedawiyên taybetî, ji aliyê kesên pispor û nexweşxaneyên sivîl pêk were. Qanûna Tirkiyê a girtîgehan benda 120/4 de pir eşkere diyar e ku, girtiyên ne bi dezgehên civakî ve girêdayî/endam bin, tedawiya wan li nexweşxaneyên zaningeha dikare bê kirin. Wezareta Sihetê dê tevayê çûnên mîna kontrolkirin, dermandayîn, razandin û tedawiyê bide.
Xoşewîsta Afyon Korkmaz...
Tu dê ji me re bêje, belê qanûn li aliyê me ne, li aliyê mirovan e, lê ma bikaranîna wan?!!
Belê, pêwîst e hiquq ji bo parastina mafê jiyanê a mirovan û şexsiyeta wî bê bikaranîn. Ev benda bingehîn, ji bo kesê azadiya wan hatiye sînorkirin, jidestgirtin û ji bo jina jî derbas dibe. Bi taybetî ew kes seqet be, pir giring e ku rewş li gorî jiyana wan bê serastkirin û alîkariya wan bê kirin. Ji bo wekheviya wan û parastina mafê wan, peymana Yekîtiya Netewan-UN ê benda 14/2 wisa hatiye formulekirin: Dema dewleta alîgirê vê peymanê, kesekî seqet ji azadiyê mehrum bike, pêwîst e wekheviya wî li gorî hiqûqa mafê mirovan bê parastin.
Bi vê nameya xwe, di eslê xwe de, em dixwazin dengê xwe bighêjînin Wezareta Edaletê, darazdaniyê û wijdanên mirovan. Em bi dengek bilind dibêjin ku: Bi zutirîn demê kelemên li pêşiya tedawîkirina Afyon Korkmazê ji holê rakin.
Û em li benda te ne ku bi zutirîn wextê, li ser pirsa tedawiya te, tu me agehdar bikî û pêşketinên pêk were ji me re binîvîsî.
Di dawiya nameya xwe de, em weke parêzgerê mafê mirovan yên IHD yî hêvî dikin ku, jiyana te hêsantir bibe û rojên bi sihet bibe paya te. Bi silavên germîn. (Wergêr: Gabar Çiyan).
Zarathustra News - zarathustra-news@comhem.se

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark