Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ji berî 108 salan ve Çavê me li rojnameyeke rojane di gere

 

Konê Reş


   Dema ku mirovek bixwaxe pêşketin û şaristaniya miletekî nas bike û bizanibe bê çendî ew gel pêşketî ye, berî her tiştî çavê xwe li rojnamegeriya  wî digerîne, çavê xwe li desthilata çaran digerîne.Bi rêka vê desthilata çaran ( Rojnamegeriyê) dikare hikum bike li ser şaristanî û pêşketina wî miletî ..Mixabin ta roja îro em miletê kurd ji her sê desthilatên bingehîn yên ku miletan radigirin û di şaristaniyê re derbas dikin bê parin


  
Qey ew jî qedera me kurda ye, me jî ew her sê desthilat ji bîr nekirine û her û her em bi dûv qezenckirina wan dene..
Belê va 108 sal di ser  desthilata me ya çaran re derbas dibe û hêj rojnameyek me ya rojane nîne, tevî ku rojnamegeriya me di sirgunê de(Stenbolê)avis bûye û di sirgunê de(Qahîre) zaye û di sirgunê de li (Şamê)tîpên latînî jêre hatine dîtin. Ma gelo çima rojane nehatiye weşandin û nayê weşandin..? Çavê me li rojnameyeke rojane digere..?    Tevî ku hejmara me gelê kurd bûye di ser 40 melyon nefer e..û wekî ku me diyar kir rojnamegeriya me di sirgunê de çavê xwe vekiriye û hêjî ew sirgun cih û warê wê ye ku em rojnamegeriya başûrê kurdistanê ji vê mijara xe bidin alîkî ..Bê guman sedem eşkere û diyarin wekî ku hûn tev dizanin...
   Heger em bên ser rojnamegeriya kurdistana başûr, ewa ku ji sala 1992 an de pişkivî û pêşket, ew rojnamegerî hem di nav car dîwarên têlbidirî de dîlkiriye, hem jî tîpên ku pê tê nivîsandin ne li gor daxwaza bêtirî 70% ji gelê kurd de.
   Û em bêjin ne bêjin cudahiyek di navbera şêweyê zimanê  me û birayên me kurdên soran de heye û tevî ku ji çend salan ve du rojnameyên wan (Xebat û Kurdistanî niwê..) rojane bi zimanê kurdî têne weşanadin,û em bi wan serbilindin ,lê kela dilê me kurdên bakur û başûrê rojavayî welat hênik ne kirine,me kesayetiya xwe di wan rojnameyan ne dîtiye..
  Çiko em zarokên Melayê Cizîrî ne ,zarokên Ehmedê Xanî ne, Zarokên mîr Miqdad, mîr Celadet, Dr. Kamîran û Ebdulrezaq Bedirxan in, em zarokên rojnameya Kurdistana dayik in, em zarokên kovara Hawar , Roja Nû, Ronahî û Stêr in, em Zarokên wan tîpên ku mîr Celadet Bedirxan ji me re danîne ...
   Em zarokên wan kesane, ewên ku rojnameyeke rojane bi zimanê kurdî, tîpên latînî ji wan re xewn û xeyal bû wek: Enwerê Mayî,Mûsa Anter,Adîp Karahan,Salih Elyûsifî, Husên Deniz, Qedrî Can, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Goran, Tewfîq Wehbî ..hwd

   Îro roj, em dilşad û bextiyarin ku piraniya kurdan berê xwe dane nivîsandina bi zimanê kurdî tîpên latînî...û bi vê helkeftinê ev gotina Mîr Celadet Bedir Xan bi xurtî xwe tîne ser zimanê min:( Kuro ! Eybe ,şerme ,fihête an hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin an nebêjin em kurd in..)
  Di vê derheqê de, ez ji dil û can spasiya wan kesan dikim ewên ku xwe di ber ziman de di westînin û bi saya serê wan, piştî 108 salan va bi dehan kovar û rojnameyên me bi tîpên latînî têne weşandin, lê mixabin hêj rojnameyeke me ya rojane, bi tîpên latînî xwe di holê de bi nav nekiriye..Em bi hêvîne ku vê yekê jî bibînin  û hêvî dikim ku bi berdewamî ev karê pîroz bê şopandin, şert û merc di berdewamiyê deye.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark