Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Hêviyên di tariya rojê de diþewitin

 

 

Mehmûd Badilî
mbadili@hotmail.com  


Ji mêj ve..
di guhê peyvê de..
diaxivim
peyv ji peyvê dipirse
kilîta maf wendaye
di xewnên xwe de..
avjeniyê dikim


di deryake pêlepêlok de
û pelên payîzê diweþin
darbesta min dixemilînin.
Dîwarên me bi guhin
kolanên me bi çavin
û nîgarên dardakirî..
çavnerîna dengê sola min dikin.
Armanc bi tîra xweyî pûç
min arzî dike
min davêje..
zemîna berxwedanê
û tevgera min
       teviziye, leriziye
raman qedexeye
Azadî ...
û evîn...
ziman jêkirîne...
bend û tewane..!!
Di warê dil de..
taþtêya hêvî yan
li ser maseya gunehan..
                    xwe rêdixin.
Dîsa..
dûr..dûr dikevim
tême xwar..hildibim
çavê xwe vedikim
dûmanek
mîna  reþkên þevê
di xuyana rojê de
bi xewnên min dilîzin
ka ez çi bikim..?
pirs ji pirsê ditirse
tirs ji tirsê dipirse..!!
û zordestî hevîrê xwe
di canê min de distirê.
Agirekî bê deng..
bê  kinc
bi qamçî yê kînê
ramanên min disoje
hestî yên gotinên min dikoje
û .... ez ...
ji xwe biyan bûme
hiþê min...
di qafekî hiþk de dilive
û kezeba min...
di laþekî mirî de dijî
bese...
ta wêneyên  li dîwaran
bi xunava sibehê re
hêrsa min  dimijin
bîhna min daduqurtînin
di sînga min de diçêrin.
Donkîþotê duh
Donkîþotê îroj
bi hezara donkîþot....
xwînê ji cendekê min digvêþin
xewê ji çavên min didizin
û di gulistana hinavên min de
gîha reþ û firêzê diçînin
jiyana min...
dipeliþînin
diþewtînin...
hêvî yên min.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark