Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Dadgehkirina Sedam û wergirtina pend û şîretan

 

Diyar Ehmed
 
Eve nêzîkî salekî ye Sedamê dîktator û bi heft arîkarên xwe ve bi dadgeha Iraqê têne dadgehkirin . wek ji rewşa dadgehê û kar û barên pêre tê xuyakirin ku Sedam û arîkarên wî bi gelek kiryar û kêşan gunehkar û sûncbarin, û her wê gorî zincîra dema wan kêşan jî wê werin dadgehkirin. ji ber vê yekê jî ji kêşa ALDucêl hate dest pêkirin, ew rûdana ji bîrkirî di raman û bîranînên (azadî xwazên Ereban û maf perwerên musilmanan ) de .


AL Ducêl bi xwe navê bajarokekê Iraqê ye, rûniştvan û xelkên wê ji Erebên şîa yên Iraqê ne û ew bajar di nav bera bajarê Samara û Bexda de ye û nêzîkî (60) km ji Bexda dûre, ALDucêl bi xwe ser bi Qeza ALBeled ve girêdayiye , jimara rûniştvanên wê li ser dema wê rûdanê di sala 1982 ê de (39 000) hezar kesbûn .
Belê evê buyerê di wê salê de rûdaye, hingî Iraq bi serokatiya Sedamê xwînmij bi Iranê re di şerî de bû û mirov di karê bêjê ku ev rûdan ya pêşîn bû, bi rengekî berfereh û cemawerî vekirî di wê demê de derbarî Ereban de derket, piştî Enfalkirin û tar û markirina kurdên Feylî, di dema ku Sedam ji pêjna sihika xwe di tirsa û li ber jenên dilê perîşanan di vecniqî.ev bi xwe ye xala nêvnas ya ku hişemendiya dîktatorî pê hatiye naskirin û jîn û jiyana wan pê hatiye rengdan. ev kêş wê kêşa pêşîn bê û yên dîtir wê li pey hev rêz bibin, ji kêşa Enfala Barzaniyan, kurdên Feylî bi gire û pê bi keve, bê ser û şîn kirin, tîrorkirin, kuştin û bingorkirina hezarên kesan, kîmya barankirina şarê Helebça û enfalên reş di sala 1988 ê de û bi karanîna siyasetên binbirkirin û qelandinê di derheqa gelê Kurdistanê de, kuştara sala 1991 ê de di serhildana başûrê Iraqê de, dermankirina kaniyên avê, herfandina şikeftan, çandin û danîna hezarên mînan, û hilweşandina (5000) hezar gundên kurdan, ew tev de rûbarin û hin dî jî hene, tev bi hev re cemê tewankariyên Sedamê xwînmij, û alîkar û taqimê wî yê zordar pêktînin .
Bi rastî em naxwazin li ser kar û kiryarên Sedamî yên reş û diltevzin rawestin, ji ber ew kar û kiryar ji her kesî re diyarin, îro roj hezarên Fayîl û belegeyan ji dadagehê re hatine pêşkêşkirin û çavên xelkên bê guneh û zorkêşandî ji destê Sedam û rêjîma wî ya tundkar . îro çavên wan li dadgehkirina Sedam û çarenûsa wî dîktatorî ye . belê, bêhna wan renckêş û zorlêhatiyan tenge, ji ber di bînin ku çima bi vî rengê sist û nerim Sedam û dûvelankên wî têne dadgehkirin, di pirsin çima wek ku Sedam bi wan re dikir, ew jî wê yekê bi wî re nakin, çima rêzdar serkkomarê Iraqa fîdral Mam Celal radigihînê, ku ew li ser sêdarkirina Sedam imze nake..? ev tev pirsin di ser û sewdanê miletê Iraqê de digerin, û herweha di dil û canê wî yê birîndar û xemgîn de dijenin . pirs rast û heqin, ji hêviyên avis, kûnêrên bingirtî û birînên qemûşk girtî der dikevin . lê belê di vê mirov bi zanibê ku erê dem hatiye guhertin, lê ya giring ewe mirov tê bigihê ku di nav vê guhertinê de gelek nêrîn, helwêst, raman û têgeh jî wê werin nûjen kirin, îro yek ji perîşanî û paşketina herêmê encamên wan nêrîn û têgehên ku şaş di komelgehê de di hatin bi karanînin, yan jê ji ber parastina berjewendiyên xwe yên teybet dixwestin wan têgehan bi rengekî çewt bi karbînin. hema meren çibê, her encam yekin, ew jî derbederkirin, birçîkirin, paşxistin û talankirina xêr û samanên welatan di bin sîber û sêhwana bilindkirina durûşmin qelew û giran, pûç û naverok vale de.
Bê guman ev tev rastiyin dîrokî ne, lê belê mirov di karê du tiştên balkêş û girîng ji dadgehkirina Sedam Husên û arîkarên wî bi vî şêweyê tê kirin werbigirê :
1-em tev dizanin eve bêhtirî (50)pêncî salî ye ku rojhilata navîn ji hêzên mêtinger û destdariya jiderve rizgarbûye û di şûna wan de desthilatdarên niştîmanî serwerî û rêveberiya welatên xwe dikin, û rêveberiya wan desthilat daran partiyek bi tena xwe dike û eger car -caran hin partiyên dî jî hebin, ew jî wek ji dest xetên kar û xebata wan tê dîtin, ew jî ji bo ku bi wan re werê xwarin  û daqurtandin, ji ber her ew jî divê weke partiya ku pêşewî û serdariya civak û dewletê dike, ew jî wek wê bin û jêre bibin berdevik û zirnevan, ser û rûyê wê paqijbikin. evê hişemendiya yekrû û kawî di van salên borî de vekêşa û tev partiyên rojhilatê çi yên netewî bin, yan yên olparêz û markisîzim bin, yan jê yên radîkalî û niştîman perwerbin bi vê xalê hatin nêv naskirin, û ta îro jî û piştî van guhertinên berçav li ser astê cîhanê, û hilweşandina Yekîtiya Sovyetan ya berê û buyerên (11) Eylolê li Niyoyowrk û Waşintonê rûdayîn . bi kurtî piştî wan guhertinan gelek ji dewletên Ewropa rojhilat û Esya naverast sîstemên desthilatdariya xwe guhertin, lê belê dewletên rojhilata navîn û bi teybetî dewletên Erebî man weke xwe û ji nû ve ketin gumanan, ka gorî guhertinên serdemê wê çawe bi karibin ewlekariya bingehên rêjîmên xwe yên yekpartî û Dîktator bi parêzin , ji xwe ne gihan wê baweriyê ku divê şêweyê dan û standina xwe çi bi miletên xwe re bê û çi têkiliyên xwe bi cîhana ji der ve re bê biguherin û rengekî nû ji peywendiyan avabikin . lê wan hişgirtiyan ew guhertin tev li ber çavan negirtin û man sur li ser siyasetên xwe yên yekrû û tundkar, û bawerî bi tevlîbûna civakê ne anîn û rê nedan hêz û aliyên dî, bi teybetî hêzên parastina mafê mirovan û vejandina civaka sifîl û azadiya raman û derbirrînê, ji bîrkirin yan jê xwestin ji bîr bikin û paşguhê xwe ve bavêjin, her dîsanê li ber xurtî û berferehiya rûberê pêlên wan guhertinan û kartêkirîna wan ya bivê nevê di şikandin, derizandin û rakirina sînorên serweriya niştîmanî û netewî, neketin . ji ber vê yekê jî, ji dêla ku bikarin xwe ji wan tengasî û girêbendan rizgarbikin, divê li hundirê welatên xwe vegerin û ber bi miletê xwe ve herin, wî miletî jî, yan hêz û şiyanên wî miletî bi dinhev û bi hev re berevanî û parastina welatê xwe bikin. lê li wî miletî vedigerê û jê tenê di xwazê ku ew li dûv wî bi rêve herê û wek wî bivê, yan ya rast wek berjewendiyên rêjîmê yên teybet pêk were, ji nû ve siyaseta tepeserî birçîbûn, girtin û kuştinê dubare dike û her kesê ku ne pêre bê, ew dijî welête ji ber welat li ser navê rêjîma wî ya dîktator, û malbata û êla wî hatiye tapokirin û çi mirovê ji derveyî refê wan bistirînê neyarê waye û bi der ve re girêdayî ye, her bi wî awayî ne û hiş û sewdanê wan bi wê hişemendiyê hatiye stirandin û nimaye û bi demê re tirşbûye .
îro dema ku hêzên fereregez yên nêvdewletî û bi alîkariya hêzên berhingariya Iraqê,Iraq ji destdariya Sedamê dîktator û xwînmij rizgar kirin, li vê derê tenê na rawestin, divê pêre hişemendiya mirovên Iraqê jî bi guherin, yan divê hişemendiya kesên hiş ziwa û şovînist jî werê guhertin û ew li rastiya xwe vegerin wek heyîn,li gorî dan û hebûna xwe û danpêdanê bi maf û hebûna kesên dî bikin . bi kurtî em dikarin bêjin keyandina vê hişemendiya hişk û ziwa di bin birha guhertinên nêvdewletî de berhemek hişktir û ziwatir da, evê hişemendiyê  rayên xwe di civaka rojhilat de berda ye, ne tenê partiyên desthilatdar bi vê hişemendiyê daxbarin, lê belê partiyên rikeber û berhingar jî di rojhilat de hilgirê vê hişemendiya yekrûne û di dan û standinên xwe de, di têkilî û peywendiyên xwe bi hev re ne kêmî partiyên desthilatdarin. vêca îro dadgekirina Sedam û dûvelankên wî dadgekirina hiş û mejiyê yekrû, şovînist û ziwaye û diyarkirina çarenûsa dîktator û xwînmija ye û çikandina kaniyên dana wan nêrîn û ramane ye ku her yek bi zanê ku dawiya dîktatora reşe, serşorî û gêjayî ye. eve enecmên siyaseta zordarî û çawsandinê ye ta ku her kes vê yekê ji nêzîk ve û li ber çavan bi bînê û her kesê ku serwerîyê bikê bi zanê bê ku eger milet jê ne razî bê wê çarenûsa wî ne ji ya Sedam cuda bê. ev yeke ji merem û armancên dadgehkirina Sedam û taqimê wî yê xirabkar û destbixwîne.

2- wek em tev dizanin ku di rojhilata neverast de yasa û zagonan tenê cihên xwe di nava rûperên pertûkan de girtine û di singa wan pertûkan de li ser refkan hatine ji bîrkirin û tozê rûyê wan girtine. yasa li rojhilata naverast ji Kevin ve hatiye deynan û wek tê dîtin ku têgeha Destûrê li Iraqê sala( 1785) ê berî zayînê bi yasakariya Hemorabî re dest pêkiriye, di wê demê de yasayên heyîn û li ber dest komkirin û di bin yasayeka hevgirtî de weşand. wek tê gotin ku Iraq dewleta yekimîn bû di dîrokê de ku Destûr bi têgeha xwe ya nû bikaranî, tevî vê jî hebûna wî pêmayê yasayî di dîroka Iraqê de,Iraq bi bû daristan û hewinkek rêz li ti têgehên mirovatiyê ne dihat girtin, yê xurt yê lawaz di kaşt û dixwar û bi wî rengî gelek rûdan û buyerên diltevzîn û kambax di ser miletê Iraqa nû de rûdan û mafê gelek mezahib, tewaif û netewan di hate binpîkirin û daqurtandin, siyaseta çewsandin, Erebkarî û helandina netewî derbarî netewên ciwaz de di hate hûnandin . yasa yasaya rêjîma dîktator, malbat, nêzîkdost, peya û dûvelankên wê bûn, yasa di navdestên wan de wek hevîrê nestirayî bi dilê xwe û gorî berjewendiyên xwe yên teybet distirandin, nebûna yasayê pir êş û nexweşiyên giran di singa civata rojhilat de çandin, hestê bi sitembariyê û bêkesî û xerîbiyê li cem  xelkê kûrbû, perîşanî, bêkarî newekhevî, zêdegavî û talankirina mal û samanên giştî roj bi roj zêdetir û pirtir bû, giha astê ku dîwar di nav bera hevwelatiyan û rêjîman de bilind bûn, û qutbûn û bê baweriyê di dil û hişê xelkê de zîlda, perçiqandin û binpîkirina yasayê û nebûna wê bi carekî li cem xwedansaman û meldaran tirsek peydakir û wê tirsê hişt ku mal û samanên xwe di rojhilatê de û bi teybetî di welatê Ereban de bikarneyînin û di banqên wan de jî nehêlin. Bi kurtî nebûna yasayê di welatê Ereban de yên ku sîstemên wan seranserî û rêjîmên wan dîktator û şovînist bû egerê nebûna êmnahî û aramiyê, dademendî û wekheviyê û herweha welatên wan paşveman û jiyana hevwelatiyan bi derd û êşên giran rûda. îro dema ku Sedamê dîktator li ber dergehê dadgehê bi vî rengê xuya û berçav tê dadgehkirin û her aliyek ji mafê wî ye ku berevaniya xwe jî bike, ev bi xwe kareke di malzaroka xwe de dendika hêvî û omîdin geş û ciwan ji paşerojeka xweş re hidigirê. ne tiştekî veşartiye ku dema dewletên cîhanê yên mezin û bihêz di xwazin pirojekî yan bîr û ramanan, yan jê cîbicîkirin û belavkirina têgehna ta ku ew têgeh cibin ….Olî bin, yan teknîkî, bazirganî û siyasî bin, ew dewlet kardikin ku wan têgehan bi rê ya rêxistinên civaka sifîl belav bikin û melyonên dolaran têxin di bin xizmeta wan rêxistinan de û di rê ya serketin û belav kirina wan de di mezêxin ku bi karibin bi rêya hevpeyvîn û dîdaran, weşandina bernamên televizyonan, govar û rojnaman, pêkanîna kor û simînaran, çapkirina belavok û pertûkan ,wan têgehan belav bikin û cihê xwe di deverên dî de bi girin .
vêca îro dadgehkirina Sedam têkirin û di be re gelek têgehên tên belavkirin bê mezaxtina wê giraniya daravî, ji ber gelek alî cihê xwe di neverasta vê dadgehkirinê de, çi tagir û piştgirê Sedam bin yan dijber û berhingarên wî bin yan jê hêzên ferehregez di Iraqê de bin cihê xwe digirin û her yek di xwazê merem û berjewendiyên xwe pêkbînê .

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark