Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Daxuyanî: BANG Ji helbestvanên Çiyayê Kurmênc re

 


  Hêmin Kurdaxî   

Gelî rêzdaran,
Silav û rêz ji bo we hemûyan.

Em niyaz dikin ku em hin berhemên helbestvanên herêma ÇIYAYÊ KURMÊNC bi zimanê Kurdî di antolojiyekê (berhevokekê) de biweşînin. Vê lomê jî em bangî hemû helbestvan, wêjehez û dilêşên çanda kurdî dikin ku, alîkarî û piştgiriya me di vê karî de bikin.



Alîkariyên ku ji we berêzan tên xwastin ev in:

1 – Tka ye ku her helbestvanek ji Çiyayê Kurmênc li welêt be yan li dervayî welêt be, hevalên helbestvan li ser vê banga me agahdar bike, daku her helbestvanek ji herêmê, mafê xwe di vê antolojiyê de bistîne û ew bêpar nemîne...
2 – Divê her helbestvanek jiyana xwe bi kurtî binivisîne, (pirtûkên xwe bi nav bike, kînga ewa yan ewanan û li kuderê hatine çapkirin. Eger helbestvan pirtûk ne weşandibin, ewa dikane weşanên ku tê de helbestên xwe belav kirine bi nav bike.
3 - Divê her helbestvanek ligel çend helbestên xwe, wêna xwe jî li ser navnîşana me bişîne.
4 - Divê her helbestvanek ta dawiya sala 2007-an berhemên xwe ji me re bişîne.

Têbîniyek pir giring:
Em bi xwe helbestên helbestvanan ji pirtûkan yan ji weşanan nabin.
..............................................
Çima Antolojî?
Di pirtûxaneyên hemû welatan de, bi zimanê wan, antolojiyên curbecur hene, lê ji ber rewşa me ya berçav, em li şûn vê pêvejoyê mane, vêca me girîng dîtiye ku îro em bi pêkanîna vê stûbariya pîroz, hinek ji valahiya dîroka pêşketina wêja xwe dagrin.

Çima tenê ji Kurdaxê?
Li gor bîrûbaweriya me û li gorî ku em derfetên xwe nas dikin, emê niha nikani bin karekî ji vê ferehtir bidin ber xwe û barekî ji vê mezintir hildin ser milên xwe, lewra jî em dixwazin bi alîkariya we ji vê pêngavê ve dest pê bikin.

Hûn hemî bimînin dilşad û bextewar!
Hevalê we
Hêmin Kurdaxî
12.11.2007 (Almaniya)
Navnîşana me ev e:
Antoloji-kurdax@hotmail.de

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark