Ebdilmecît Þêxo
Min nizanî çi bû !!
Ji niþkava min dît
hemû gulên guldanên
hawîrdora min
serxweþ,
çavbeloq bûn,
bi awirþewat bi stêrka Gelawêjê re
dipeyvîn.
Darên çavên keçên min
babelîskên tûj
di nav porên dilberan de
berdan.
Qîrîna zaokên di pêçekan de
mîna çivîkan di dilên
jinên bedew de
dilorandin.
Lê min nizanî çi bû !!
Min dît MELEKÎ TAWUS
û neqþa welatê "Diyako "
ya ku li ser avraza Hesîrkê
û li sr berpala çiyayê Lêlunê
bi hevringa Rîngoyê Kîmarê nîgarkirî
rûçkên hev ji fêrmêskên dilzariyê
paqij dikirin.
Lê min nizanî çi bû!!.
Min dît
baweþînên darên zeytonê
henarên kerikî ji daran
bi ser serên bûk û zavên
bajarê min de berdidan.
û keskesorê ji gulistana xwe
nêrgiz bi ser alûleyên giyanên
dayikan de berdidan.
Lê dîsan min nizanî çi bû !!!
Min dît îro
karwanên tivîrk û hechecukên
gundên me
mîna berbiyan
bi sêmfoniyên hestnazîk
pêþwaziya fireþteyekê
dikin.
Dîsan min nizanî çi bû!!
Lê min dît helbestên
Rûxwaþ û Hêmen
bi destanên bajarê min
avdas dikin
û xûþxûþa kaniya "Maratê."
mîna minalekî
di dawa Xedîca Sewrên de
bê mêtina memkan
û li ber lorîna Leyle bi ara .................. amî.
xew dike.......... .
Almaniya 1.09.2007.X: Xedîca Sewrên : Dayika hevalê min, têkoþerê dilsoz û pakrewan Edîb Îbrahîm bavê Pêþrew e. Edîb Îbrahîm di roja 18.08.2007 an de li Almaniya dibe qurbanê welatê xwe.
X: Leyle: Hevsera pakrewanê gelê Kurd Edîb Îbrahîm e.