Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Rexne neynik e!

 


  Ezîz Xemcivîn

Nikarim gazinê ji rûpelên (internet) bikim, lê bikaranîna miþkê PC (computer) bi destên hinek nezanan dihêle gelek tiþt li bin guhê hev bikevin..
Dema internet giha welat, yan li nav xelkên me yên li derveyî welat belav bû, bi giþtî deriyên nû li pêþ xwendevan û rewþenbîrên kurdan vekir..
Beranber jî, yên ko dixwestin di pencereyên reþ re derbasî internet bibin, wan jî armancên xwe têde dîtin.. Programên diyalok û têkiliyê mînak (paltalk, msn û skype..h.d) yên bi hemû awayan bi baþî, nebaþî, tinazî, dilpakî û zikreþî bikar hatin..


Belavbûn û xwendina gotar, helbest, çîrok û rexneyê, dîsan corbicor di nav me de bi hemû awayan bikar hat..!!

Aso li ber me vebûn, sînor þikestin û sansor têk de çûn.. Me gelek kiryarên pak û nepak bihîstin.. Me dilê xwe bi baþî û nebaþî ji hev re vekir. Beranber jî, kesên hêja û nehêja ji me re diyar bûn, rêkên pir dirêj û cihên dûr ketin ber destan û pîvan qurmiçîn..
Dibe ko fireh zîvirîm, lê babeta min ya ko vê carê ez we bi wê ve mijûl bikim, li ser diziya ko di internetê de dibe..Ev jî li bal hinekan hêsan e, hem kifþbûna wê jî li bal hinekî din pir hêsan e.. Yek ji van kesên ko me ew di neynika rexneyê de binçav kir, nivîskarê kurd yê bi Erebî dinivîsîne Daryos Darî ye..Ev bû bêtir ji salekê min ew naskir, dema me li Dubey hev dît.. Ji wê hingê ve gotarên wî bala min dikiþînin, çimkî dema merov malperekê vedike, pêþî çavên merov li navê nivîskarên nas dikeve, tev wa jî ger ez ji kê re bixwînim; bê pirs, vekolîn ji nivîsê dernakevim..
Xuya dike hevalê me Daryos ew têgihana wî bi razeyên internet nîne, lewra zû bi zû ket dahfê, min çend gotarên wî xwendin pir xweþ û balkêþ bûn. Mixabin di encama vekolîna min de, ew gotar yên diziyê derketin û evê yekê pir dilzarî bi min re çêkir.
Gelo çima diziya gotaran dibe? Çima mafê hin kesan tê xwarin?
Bila ji meh an ji salê, yê nivîskar tenê gotarekê an helbestekê an çîrokekê binivîsîne, lê bila ew ji berhemên wî be, ji nav dil û cergê afrêner be..!!
Hinek ji me, ji van rastiyan dilteng dibin, hinek ditirsin ko av nêzîkî cila bin wan bibe û hinên din jî ji rastiyê hez dikin, bila rastî hebe bila zilindar be..
Min hinekî din di neynikê de dîtine, lê rojên bên eger asîman sayî bibe û neynik bêtir zelal bibe, êdî em ê ji paþerojê re bihêlin..!!
Ev hinek ji nivîsên mamoste Daryos Darî yên ko guhastine û bi navê xwe li malperên kurdî belav kirine:

1-
هو وهي .. مع التحية...؟
بقلم داريوس داري http://www.gemyakurda.net/modules.php?name=News&file=article&sid=3322
li gelek malperên kurdî yî din jî hatiye belav kirin..

Hûn dikarin li vê nivîsê vegerin û beranberiyê bikin:

ما الذي تحبه المرأه في الرجل ؟
Xuya dike ev nivîs gelekan ji hev diziye..

http://hawa.6rb.com/view-6842-4-11.html
http: http://www.ahsas.net/vb/showthread.php?t=751
http://www.ansaralhojah.com/vb/archive/index.php/t-9814
http: //www.mo5ayyam.com/vb/showthread.php?t=3391

2-
المرأة الأديبة و (المثقف الشرقي)؟؟؟؟....بقلم داريوس داري
http://www.xak.cc/modules.php?name=News&file=article&sid=518&mode=thread&order=0&thold=0
1.11.2007

Mamoste Daryos ew ji vê gotarê biriye:
المرأة الاديبة والرجل (المثقف)


05/09/2007


3-
اضحك بالتي هي أحسن .....؟!
داريوس داري:بقلم

Mamoste ew jî ji vê gotarê biriye:

الضحك.. أفضل وسيلة للتخلص من المشاعر السلبية
http://www.latef.net/women/modules.php?name=News&file=article&sid=57
http://www.janatalashab.com/vb/showthread.php?p=148522
منقول من مجموعة كتب روافد الطب البديل
http://www.sahm-ahsas.com/vb/showthread.php?p=64795

10/11/2007

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2.33
Bi Tevahî Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark