Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

cıvîna çapemenî ya meclîsa tevkurdê lı kolanê dı bın kontroleke awarte ya polîsan de pêk hat…

 


Meclîsa TEVKURDê civîna xwe ya çapemenî di 31. 10. 2007, seet 12.30-yî de pêk anî. Kîtleyeke girseyî beşdarî civîna çapemenî bû. Di nav beşdarvanan de gelek rewşenbîr, siyasetvan, berpirsiyarên rêxistinên sivîl û siyasî yên navdar hebûn. Polîsan, ji bo civîna çapemenî, ji her demê ferqtir tedbîreke awarte û bi hejmareke mezin polîsan derûdora civînê girtibû.


Ji bona ku beriya civîna çapemenî rojekê ku çar berpirsiyarên TEVKURDê duho (30. 10. 2007) hatibûn binçav kirin, şik û tris hebû ku bûyerên nexwaş biqewimin, ev kontrola awarte ya polîsan tirs zêde kir. Di encamê de li civîna çapemenî bûyerek neqewimî.
Li ser navê Meclîsa TEVKURDê Sekreter Îbrahîm GUCLU daxuyaniya/deglerasyona TEVKURDê  pêşkêş kir. Daxuyaniya TEVKURDê bi kurmanciya kurdî hat xwandin. Bi tirkî bi devkî helwesta TEVKURDê hat diyar kirin. Daxuyanî, bi kurdî (kurmancî û zazakî) û tirkî ji çapemenî û beşdarvanên civînê re bi niviskî hat pêşkêş kirin. 

          ********

        BO ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ

      Ev demek e di serî de berê serokerkanî, hukumeta li ser hukum û muxalîfan, hemû sazîyên Tirkîyê, bi taybetî jî bi pêşengîya çapemenîyê bi civatê sendromeke "tezkereyê"didin jîyandin. Hêwirzeyeke şer li dara ketiye, hebûna neteweya Kurd bi awayekî zanistî û sîstematîzekirî dibe hedefa tîrên nijadperest û şoven, bi civîn û xwepêşandinên êrîşkar nijadperestî tê xurtkirin û kişkirin. Herweha bi vê şêweyê nijadperestî tê kişkirin, fen û lîstikek tê çerxandin ku li ba kesên xwedî wîjdan û têgihîştî xembarîyê çêdike.
       Dema ku digel Iraqa Federal Dewleta Federe ya Kurd ava bû, di serî da berê Tirkîyê, hêzên statukoîst û kevneperest ên Îran û Sûrîyeyê daye lêgerîn û polîtîkayên êrîşkar ên nû. Dek û dolabên ku bi referanduma Kerkûkê dest pê kir, gav bi gav di şanoyê da cîhê xwe girt, ji bo pêşîlêgirtina rêvebirîya Kerkûka ku wek dîrokî, coxrafî û demografî bajareke Kurdistanê bû, ji bo pêşîlêbirrîna referandûma ku wê Kerkûkê bi rêvebirîya Kurdistanê va girê bide, sîyasetên êrîşkar û fen û lîstikên tarî tên ajotin. Dewletên qalkirî, bi yekdengî pirsa Kerkûkê ji nasnameya wê ya dîrokî vediqetînin,  biryara civata Iraqê bêhurmet dikin, makezagona Iraqa Federal tune hesab dikin û bi paradîgmaya Kurdistaneke Yekbûyî û xurt dixwazin Kerkûkê tevlihev bikin, navçeyê jî ji  qudûm bixînin. Qet şik tune ku serê vê koroyê jî Tirkîye dikşîne, ango Tirkîyeya ku 84 sal her cûre daxwazên neteweyî yên Kurdan bo zor û êrîşê pelaxtîye.
       Dewleta Tirk û hukumetên wê, di 27 salên dawî da bi hinceta terorê, bi navê jiholêrakirina heq û huqûqan, di polîtîkaya êrîş û pelixandinê da israr kiriye, mafên gelê Kurd tune hesab kiriye, mîlîtarîzma Tirkiyeyê xurt kiriye û bi vê sîyasetê rêvebirîya welat kiriye destê esker û brokrasîya sivîl. Niha jî eynî zîhnîyet kiryarên PKKê wek sedem nîşan didin û hukumeta Federe ya Kurd û dewleta Iraqê ya hukumdar tehdîd dikin û dixwazin di navbera Kurdan da birakujîyeke nû biafirînin.
       Armanca şerê Tirkîyeyê ya yekdengî, bi qasî ku hilweşandina Dewleta Federe ya Kurd dixwaze ewqas jî dixwaze pêşî li azadîya Kurdistana Bakûr bibirre. Ji ber vê yekê, li ser civatên Kurd ên Kurdistanê û metropolên Tirkîyê kiryarên tirsehêz û bêdengkirinê tên ajotin. 
      Di van demên dawî da ji alî beşek raya giştî, rewşenbîr û hêzên welatperwer ên Kurd va ev pêvajo bi rengek şikdar tê raçavkirin û nîşaneyên heyî didin xuyakirin ku ev kiryarên han û windabûna eskeran kemînek hêzên tarî  ye, perdeyek nû ya lîstika salan e. Aşkera ye ku, PKK wek hincet tê nîşandan û pê ra Dewleta Federe ya Kurd û qezencên nû yên neteweya Kurd ên Iraqê dibin hedefa tîran.
       Ji ber pêdivîya zanîna neteweyî û berpirsiyarîya dîrokî, herkesên ku xwedî nasnameya Kurd in û hemû hêzên polîtîk ên Kurd, divê li qezenca hevpar a neteweya Kurd ango dewleta Federe ya Kurd xwedî derên û ji bo îstîkrara Kurdistanê piştgirîyê bikin. Ev berpirsiyarîya dîrokî, PKK jî tê da, li ser milê me hemûyan e. Bi vê armancê em bang li PKKê dikin ku ew bi tevger û kiryarên xwe zirarê negihînin Dewleta Federe ya Kurd û rê nedin bêîstîkrarîya Kurdistanê; herwisa em bang li dewleta Tirk dikin ku bi  hukumet, muxalefet û hemû sazîyên xwe li defa şer nexin û gelê Tirk provake nekin, bo huqûqa navneteweyî rêz bigrin û hewil bidin ku pirsgirêkan bi hevdîtinên aştîyane û dîyalogê çareser bikin.

       Pêwîstî bi bîranînê nîne, lewra şerek ku wê Tirk û Kurdan bîne hember hev, wê bibe sedemê xirakirin, êş û rencên dehan salên pêşerojê û wê pirsgirêk û gelşên kûr ên ji çareserîyê dûr derxe pêş. Ev jî, wê him zirarê bide Tirkan him jî bide Kurdan. Wê navçeya ku gelên me lê dijîn xirabike, wê bibe sedemê êş û rencên mezin ên herdû gelan û di encamê da wê hêzên şerger û statukoyîst winda bikin û planên wan têk here.  
       Tevî vê yekê divê bête zanîn ku wê gelê Kurd li hember vê êrîşê serî daneyne.
       DTP ya ku di parlamentoya Tirkiyeyê da xwedî komeke parlamenter e, berpirsê watinîyeke dîrokî ye. Ji bo xirakirina vê lîstikê, ji bo ku li hember kişkirina dijminatîya Kurdan bêdeng nemînin û pêdivîya daxwazîyên gelê Kurd bi cîh bînin, divê guh bide tatêlên wî û wek wezîfe vê barê bidin ser milê xwe.

       Li alî din li hember şerxwazî û êrîşgerîyê, helwesta siyasî ya rast û durust a Serokê Dewleta Federe ya Kurd birêz Mesûd Barzanî û Serokkomarê Iraqê birêz Celel Talabanî, hewildanên wan ên bo îstîkrarê, herwisa helwestên rast û tevgera wan a bi biryar a bo hukumdarîya Iraqê û ewleyîya tixûbên Kurdistana Federe, ji alî çareserkirina pirsgirêkê şanseke dîplomatîkî û aştîyane ye û gelek girîng e. Ji pêşewayên siyasî yên neteweyî yên Kurd tê xwestin ku ew vê berpirsiyarîya xwe ya girîng û tevgerên xwe yên rast bidomînin. 

      Digel vê yekê, divê hukumeta AKPê hurmeta cîrantîyeke baş bike, teslîmê şerxwazîyan nebe. Herwisa divê hukumet bizanibe ku ew teslîmê şerxwazan û hêwirzeyên şerek yekdengî bibe, wê hebûna wê jî bikeve xeterê
      TEVKURD, bang dike ku merivên bi wîjdan ên Tirkîyeyê li hember operasyon û dagirkirina Kurdistana Başûr bêdeng nemînin û piştgirîya gelê Kurd bikin.

Dîyarbekir, 31.10.2007

TEVKURD
Tevgera Yekîtîya Neteweyî ya Kurd

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark