Di Asîmanên rojava de
Di kevim bin deþtek ewrên reþ û
Tem qurpandin
Di goçberiya xopande!!!
Ez qet naxwazim ku bihar be û paþê jî havîn
Ji bo ku ev herdû demsal xwe xistine yek û
Li dora me civîyane navên xwe dane me
Ma tu nabîne navê me bûye
‘Karkerên demsalê’
Carna ji bo ku ez kurdim
Ez tem sucdarkirin û kuþtin
Carna ji bi nasnameya xwe
Nikarim têkevim welatê deryayên reþ
Carna ji termê min li kolana dimine û
Dibêjin we miriyê me aciz bikin me naxin goristanên xwe
Carna ji… Carna ji…!!!
Heya ku tu bejê nebaþiyên xwe li me xistine bela
Me ji rastiya me durdixin
Bi destên me me bi hev didin kuþtin
Em ji heval û hogiran qutkirin!!!
Erê dayê û bavo
Ez nizanim û nikarim bêjim çi û ne çi
Va dîsa bihar tê
Pêre jî demsalên ku em dibin rêwî tên
Em ê dîsa ji hev veqetin
Em bêriya hev bikin
Heya çend mehan em ji hev dur bijîn
Cûyîn heyê lê veger nîn e
Dayê Bavo veger nîn e veger…!!!
Lê ger ez nevegeriyam herin
Pirsa min ji sê herêma bikin
Yek ‘ Deryaya reþ’ do‘welatê rojava’
Sê ‘bahra sipî’
Ji zevî, werz, çiya, re û derya bi pirsin
Hûnê ji wan agahiya min bigrin û
Piras min ji wan bikin
Li wan dera pir bi navê min hene
Navê wan ji mîna navê min
‘ Karkerên Demsalê ye. DAYÊ BAVO…