|
|
|
|
|
|
|
Hêmin Mendanî Dest û telhên min Guviştin Xwîn di Penca min Gerî Vê ciwana falveker Li herdû çavên min Nerî Xistime Gera gomana Bendewarê paş Derî Dergihê Kûrhêl* min Vekir Di gel Oxîna Zerî Piştî çilî pir ceng û Bend Wê rastî te herwe Werin Çilê bûrî ku hildêrê Tê Li Liqatê têb* Gerî
Hêz û hêrsên lawîniya Min Pilpilîn Kel û hawar Pakî û dilsoziya Min Rojiyên Rojên giran Berdilka Zerdeştiya Min Ketne Taiyên germ û Sar Bawerî rewişt û tîtal Şêrgeliya weha Sal Ji pinê xwe qet ne bûme Çawe dê hê mînim Kal ? * * * Fal û Teezîmê ji mir Got Pir bi naz û rêz hin Xal Hizr û Cergê min Keyandin Dil li min kir wek Kiwar Ber Simên Pezkoviyê Pir caran Ber di Gindirin Xifş û Xirnik pê diçin Pir Hêlîn di bin Qirdibin Hin Xam bûn Tîr bo Kedxweran Bûn Kewrebat hidek Melan Bulbulê Rêbaza ciwan Xemhilgirê me Hemiyan Piştî weha Sal Partitî Tu hiştî bê Koz û Semiyan Bi keft û left û pir Lebat Tu hiştî nêv Lepê Dêwan * * * Di mat û behtê Hilweşîm Rûniştim çarmêrgî Veda Desta Dor pêçkir Erzenî Pirsa Mejî kirî Gede Li Rastiya xwe di Gerim Rastiyê tu bi min Neda Nîno hem Gono Gerdelûl Wan birm û anîm nêv Xwede Ji Dara xewna werbûm Ez Bin Siya Gulê Qefiyam Bêhna Gulê Dil Xweşkirî Pêlên Qeseb Çav Belkirî Nû jîn mi naskir lê Dereng Nû Vînê da min nav û Deng Nû bûm Evîndar Gulperî Nû ketme Rêza Memê Al * * * Li min negir Seydaiyê Min Wan Şîretên tel min Kirî Wan Ders û Dewran Kon Veda Çil Salan Dil wan Bendkirî Miwên Sipî peykir Serî Sala Zend û Bend Xavkirî Piştî Çilî wê Çi hebî ? Ji bilî Pelpela Rijî * * * Tu jî li min qet ne gire Ey Bulbulê dilsoz û Pak Sih Salin di xebat û Kar Tu Rêber , hem Qend û Şemal Hêjayî her Serwerê Min Mînim Mirîdê Bavê Kal * * * Gulnaz û Raz û hem Perî Nû Rê ji Dilre Vekirî Ciwan Hembêza Heskirî Can da û bir Hiş Peykirî Rêz û Rewaz hiştî Li paş Sed Pend û Yasa Dîtin şaş Vê Çav firoşa pir Bedew Di Çava bûm Tiyî Tebax Bê perwe çûme Kaniyê Di merdiyê bûme Xilmaş * * * Yara ciwan Kurd – Perwer Hêvîdikim ji te Dilber Ji Refê min ne hêlê Der Zanist û Rêz Kurd_ Perwrî Taca min xwestî bo Serî Na bê ji min tu Bigerî Mê pêkve kin her Kar Û Bar * * * Gumguma Aşê Jiyanê Fereaşê wî di Gerî Tehlî nerxnasê Şêranî Tariyê jî Dost Divî Fereaş ned Gewdê Diranî Herd û pêkve kuh Dibin Li min negir Xan û Manê Seydaiyê Qedir Buha Bubulê Vîn û Viyanê Baz ji te Dersa Dibî Bi Pinê xweve Gihame Ne meriqî ne Kawî Rastî ber min bû Lêlan Li dûvim her bi Mêranî Westiyê Hest û Ramana Şehîdê bê Sênc û Kêl Nîşana Tîr û kevana Kujtar jêre dikin Xêl Derêa Hestê min Mirîdî Kewş û Mewş nakin Qilêr Mizgîn û Behiya min Rastî Her wê bê bi Xêr û Bêr /30/7/2007
|
|
|
|
|
|
|
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene |
|
| |
|
|
|
|