Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Giftûgoya Rewşenbîran Xwendina Kak Mecîd Şêxo

 


Berzo Mehmûd

Giftûgo, yan em bêjin danûstandin bi şêweyekî şaristanî navbera mirovan de karekî pir baş e, her ev jî eger navbera rewşenbîr û nivîseran çê bibe, ne tenê baştir e, lê pêwîst e, nemaze jibo danûstandina boçûn û bîr û rayan di mijar û babetên bigirêk de.


Belê eger em dîtin û bîr û raya xwe ji hev re bêjin, û ji hev re bixwênin, û bidin ronîkirin, gerek em jî li gor vê giftûgoyê bin, ango bila em pev re bi awayê xelkên pêşketî, û wek xelkên şaristanî bîr û baweriyên xwe bêjin, helbet mebesta min ew e axaftin li gel hev bi biratî û bê nervizandin û tûjiklêdan yan nîqpêvekirin. Lê bi ser wilo de jî nabê ku em bi awakî nimûneyî (ideal, mîsalî) li bûyeran meyze bikin, ji ber ku  li dawî em mirov in, em dikevin bin giraniya hest û sozê xwe de; çilo em dilxweş dibin, wilo jî em ditengijin û xemgîn dibin; çilo em bêhinfere û dilpak in, wilo jî   em hestnazik û xûngerim in.  Helbet, ez vê yekê dibêjin ne kû ez tiliya xwe ber bi kesekî taybet ve dibim, lê em hemî di vî warî de dijîn, û em di nav gêra rewşenbîran de diçin û tên, û em bi çavê xwe dibînin û dixwênin ku li hin deveran qerebalixeke bêwata navbera hin nivîserên kurd de pêdikevê ku gelek giriftar û gelemşe û serêşî ji dûv gotarên rexnê navbera nivîserên kurd de çêbûn. Evê yekê hişt ku êdî nivîser nema raya xwe di babetekî de bidê, çi xirab û çi qenc, ji tirsa têgehiştineke şaş ku ne dûr e bibê sedema pêxistina agirekî bêhavil. Lewre yê ku haj xwe hebê, wê hewl bidê û nehêlê wek van helwêstan werê xweyîkirin.
Em vê yekê dibêjin ne ku serbestiya derbirrîna raman û baweriyan pabend bibê û bikevê nav kot û zincîran de, na, ez ne vê dibêjim, lê belê ya pêwîst ew e em çilo bîr û raya xwe ji hev re bêjin, em çilo boçûnên xwe di helbestekê de yan di mijareke wêjeyî yan zimanî, yan siyasî, yan çi tiştekî dîtir de, bigihênin hev. Ev çiloya han dihêlê ku em dilê xwe ji hev re vekin, û hevdû ne-êşênin, û tenê bîr û raya nivîseran di meydanê de bilind bibê. Di vê têvejoyê de dixwazim bersiva Dr Mecîd Şêxo li rayeke min bidim xuyanîkirin, ku ev bersiv dibe wek gulbijêr ji vî nifşê bersivan ku dihêlê mirov bide pey, û li ber têkista wî mirov hînî  awayê baş di nivîsîna bersivan de. Bêgoman, Dr. Mecîd Şêxo, wek ez wî nas dikim, hevalekî birêz û birûmet e, wilo jî gotara wî derheqa dîtineke min bi şêweyekî rêzdarane hatiye nivîsîn, ji ber vê yekê ez sipasiya wî dikim û ewê her û her di dilê me de bimênê.
Derheqa gotara wî, çend têbînî bala min kişandin, lewre min xwest ez wan têbîniya berçav bikim ew jî ev in:
1. Bo min cara pêşî ye ku ez pêrgî gotareke rexnesazane bi awakî bilind ji giyanê biratiyê, dûr ji zikreşî yan zixtiklêdanê, dûr ji mebestên siyasî, dûr ji nexweşîyên derûnî û takekesane ku, mixabin, bi gelek nivîserên me  re hene, nemaze gotarên hevnizimkirinê di malperên internêtê de belav dibin. Ji ber wilo jî ez vê gotarê wek baştirîn nimûne di rêbaza guftûgoyê de dibînim ku em bikarin li ser vî şêweyî xwe hînî guftgoyê bikin û dîtinên xwe ji hev re bêjin.
2. Ya dîtir jî ez nehatime deriyê gengeşê bi Dr. Mecîd re vekim ka mebesta min çi ye, yan wilo ye yan ne wilo ye!! Ji ber ku wî bi xwe heme bêje bersiv jidêvla min ve jî daye, û riya min kin kiriye. Ev bi xwe belgeyeke ku nivîser van kêşeyan ji hev derdixê, û bi hişmendî li meselê dinerê, dûr ji nexweşiyê takekesane ku axaftinê navbera herdû nivîseran yan herdû bêjeran nexweşî dike.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark