Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

BEHÎNAME: Sersaxî bo Sînemxan keça Mîr Celadet Bedirxan Û malbata nivîskarê kurd Selah Sadellah

 


Birêzan !
Malbata Sadellah li Zaxo
Sînemxana Mîr Celadet  Bedirxan
Azad û Dilnaz, zarokên rehmetî
Ezbenî, bi dilekî xemgîn me nêçeya oxirkirina dawî a nivîskar û rewþenbîrê kurd Xwedê jê razî Selah Sadellah sehkir…Dereng bû ji çûna wî re, hêj gelek kar û barên xebatê li hêviya wî bûn, gelek projeyên wî di nêvî de man..lê em çi bikin karê dinyê waye, dinya baqê nîvciye…Qedera bê ewle jî bi rola xwe radibe…Belê tevî wiha, rehmetî kêmanî nekir û pirtûkxana kurdî bi berhemên xwe dewlimend kir..


Bêguman em jî bi we re beþdariya þîna wî dikin, sersaxiyê ji we û gelê kurd re hêvî dikin û bi dengekî bilind dibêjin bela serê we, serê gelê Kurd û rewþenbîrên kurd sax be, cihê rehmetî bihiþta rengîn be.

Konê Reþ
Qamiþlo 19/10/2007 
--------

Nivîskarê Kurd Selah Sadellah kîbû ?
 
Selah Sadallah Nivîskar û rewþenbîrekî Kurd bû, zavayê Mîr Celadet Bedirxan bû, ango hevserê Sînemxan  bû. Îro (19/10/2007), li baþûrê Kurdistanê, bajarê Hewlêrê koça dawî kir û di eynî rojê de, ew bi awayekî rêk û pêk, bi beþdarbûna cemawerekî mezin ji dost, heval û kesayetiyên berpirsyar li bajarê wî Zaxo hat veþartin.
Rehmetî xwediyê xebateke dirêj bû di warê çand û edebiyata kurdî de zêdetirî 20 pirtûkan nivîsandiye.
Selah Sadellah bi ferhenga xwe ya Ingilîzî - Kurdî a bi navê (Ferhenga Selaheddîn)û her wiha bi pirtûkên wergerên ji Îngilîzî bo Kurdî, wek Berfên Kilîmencaro, romana Ewê Dîplomatik, hem jî ji Erebî bo Kurdî dihate naskirin.
Vê dawiyê rehmetî Selah Sadellah pirtûka Ehmedê Xanî (Mem û Zîn) ji Kurdî wergerandibû Ingilizî, ew berî mirina xwe bi çapkirina wê berhema xwe re mijûl bû. Hem jî pirtûkek li dor kurdên Suriyê amade dikir..

Konê Reþ
Qamiþlo


 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark