Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: BI ÇI GUNIHÎ MALA KABREŞ HATIN QIRKIRIN - Xeleka (1)

 


Luqman Silêman  
hevind@nefel.com

Zarokê bê gunih yê hîn çavê xwe li jiyanê venekirî, hîn xweşî û ne xweşiya jiyanê ne dîtî, hîn pîlan û ger û fenê jiyanê neketî xwîna wa, zarokê, li ser destê dayîka zarokê li ser lorîka dayîka di landika de razayî, zarokê xwe nas nekirî, zarokê salê, zarokê dev li ken, zarokê wek kulîlka, kulîlkê nû vebûyî li buhara Qamişlo,Qamişloka evînê, evîna dilê keç û xorta.


 pîrekê por sipî xortê nûhatî, qîzên çav kil kirî, bûkên salê di şevek tarî bê ronî hemî dane ber hev, gelo ma bi çi rengî û bi çi gunehî ew zarok hatin kuştin.? Şewitîn yan bi gule hatin kuştin yan ji tirsa gula ew mirin yan xeniqîn ji dû û dûmana gula gelo ma va zaroka çi kêferat di mirina xwe de dîtin ma gelo ew bê eşkence mirin, yan bi eşkence, ma raste zarok dibin teyrikê buhiştê wek tê gotin?
Min jî wek xelkê bajarê Qamişlo kuştara mala Remezanê Kabreş bihîsti bû lê min nizanî bû çawe û ji bo çi û bi destê kî ev kuştar çêbû.
 Bi rastî ne tinê min lê bi seda wek min hebûn nizanîbûn ev kuştar kengî û ji bo çi û li ser çi,û bi destê kî çê bûye. Yê min yek jê ez wê demê ne li bajarê Qamişlo bûm ya dî min ne dît û min ne bihîst ku kesî tiştek li ser vê kuştarê nivîsiye û belav kiriye ne ji tevgerê û nejî ji nivîskara, ji lewma min pir di xwest û herdem di bîra min de bû ev kuştar wek ku tê gotin mirov bi pirsê dighê Qudsê gelek cara min ji xwe re digo gelo çima kesî li ser mala Kabreş ne nivîsî.
Tinê xwestina min ewbû ku ez tiştekî li ser vê malbatê ka bê çawe ew mal  bat hate qirkirn zanibim û ka ew ji bo çi li ser çi hatin kuştin bi wî rengê ku pê hatin kuştin, ji ber vê yekê min di pirsî ji vir ji dera ha ji xelkê gundê Cirnikê û devera Qamişlo ta ku min hin tişt zanîn û vê dawiyê min bavê Hemze naskir ji ber ew yek ji wa kesê ku li mala Remazanê Kabreş bû di wê şevê de û ew ji ber may yê wê kuştarê ye û hertişt li ber çavê wî çê bûye piştî ku min ev tişt naskirin min xwest ku ez li ser wa binvîsim tiştê ez di zanim lê xwiya dikê min dereng dest bi lêkulînê kiriye çimkî di vê gera ku ez digeram min pir tişt nas kirin lê........?
Ezê li ser xeleka belav bikim û dibê ku her xelek ne wek ya dî bê yanî hin tişt li pêşiya hin tiştna bin bi bûrin li min, û di xeleka dawî de ezê wêneyê gora vê mal batê û ciyê kştarê belav bikim.
Dest pêkê deka werin em binêrin ka gundê Cirnikê li ku di kevê.
Gundê Cirnikê li rojhilat û bakurî bajarê Qamişlo di kevê lê dema ku gundê Cirnikê hatibû avakirin di wê demê taxa ya ku bi navê Meyselûn ya ku di kevê di nava bera bajêr û gundê Cirnikê de tune bû û valehî di navbera gund û bajêr de habû lê îro gund û bajar bûne yek û gundê Cirnikê bûye taxek ji taxê bajarê Qamişlo çimkî bajar pir fere bûye û fere dibê li hêla bakurî gundê Cirnikê gundê Mihetê ye, gundê Mihetê li ser sînorê serxetê ye û berê miheta tirênê lê bû beriya ku miheta nû çêbikin di wê demê de tirên Surî ji gundê Mihetê derbasî serxetê dibû û di zîvirî diçû Helebê lê îro ew tirên nema ye li bakur û roj ava gundê Mehmeqeya  ye li hêla roj hilat û bakur gundê Sêgirka ye ew gund mexfer tê deheye.?
Mala Remezanê Kabreş li roj ava û başûrê  gundê Cirnikê bû hewşa wî pir ferebû di wê hewşa fer de di ode û eywanek di navbera herdû oda de bû wek piraniya xaniyê wê demê.
Remezan bavê pênc kur û sê keça bû wî pir ji zaroyê xwe hesdikir ji mala xwe re kêrhatî bû bi kêrî mala xwe dihat Remezan mirovekî dil fere bû deriyê wî vekirî bû ji mêvana re nan dayy bû wek ku tê gotin nanê wî dihate xwarin.
Remezan mirovekî xwedî peywendî bû, peywendiyê wî ferebûn mala wî kêm cara bê mêvan dima.Remezan mirovekî ne kin bû û ne dirêj bû yekî esmerî zehîf bû lê gelek mêr bû çavê wî ji kesî ne dişkest, di jiyana xwe de pir gera bû li herçar parçê kurdistanê ji ber ku karê wî tucaret bû, wî hesab ji dijmin nedikir ji lewma bi sedê cara Remezan li sînora dida û bi ser kozikê wa de digirt ew eskerê di kozika de girê didan û sînor derbas dikir.
karê Remezan qaçaxî bû wî pir ji vî karî hezdikir ji ber karê wî û wa peywendiyê wiyê fere çûn û hatin li mala Remezan pir hebû carna cî nedima ku zarokê wî lê razin çimkî di odê wî hebûn û mêvan pir dibûn nemaze di salên dawî de.
Remezan di nav sala de çûbû ji lewma di kosera hewşa xwe de dikaneka mirîşka ji xwe re vekirbûn,hewşa wî ferebû û hin zarokê wîjî lê gihabûn  tim zarokê wî jê re digotin gerek tu nema kar bikê tinê tu li malê rûnê emê kar bikin lê tebata wî bê kar ne dihat di go: madam hûn na xwazin ez kar bikim va ezê xwe mijol bikim li ber vê dikanê.
Destek tizbiyê qoq di destê Remezan debû û li ber dikana xwe dirûnişt,lê tim civata wî di gera,Remezan ji wa kesê civat xweşbû mirov ji civata wî têr nedibû ji lewma zilamê gund tim xwe lê digirtin Remezanjî diniya dîtî bû û çîrok û çîvanok û ser pêhatî di civatê xwe de ji mêvana re digotin û di bere mirîşkê xwe jî di frotin lê dilê Remezan bi vî karî ne xweş bû heger ku ne ji civata li dora wî ba tucarî wî nikarî bû li ber dikanê bimînê sebra wî li karê rûniştî nedihat ewî ji çûn û hatinê hezdikir da ku heroj li cîkî bê û tivinga wî li milê wîbê li va sînora bê.
Êvara mala wî dihate dagirtin ji mêvana him ji gundiya û himjî ji mêvanê ji derve hatî êvara ku mêvan li mala wî neban wê êvarê Remezan ne xweşbû wî pir ji mêvana hezdikir ne di xwest ku şevek bê mêvan di ser wîre herê pariyê devê wî ne yê wî bû.
Remezan pir ji zaroka hesdikir ne tinê zarokê xwe wî ji zarokê cîranê xwejî hesdikir peywendiyê wî bi der dorê wî re xweşbûn dilê kesî nedihişt xêr xwazê mirovê hêja bû tucarî ne di hesedî malê xelkê li cem wî kurdî tî ne kiraseke mirov li xwe dikê dema ku mirov bi xwazê kurdî tî li cem wî kare xebate dan û sitan dine hestê mirova tiyê ye ewî tim digo gerek mirov kurd bê bi hertiştê xwe li cem wî hemî titş kurdî tiye yan gerek mirov ne bêjê ez kurdim...
Rojekî Remezan bi tinê ye hedara wî nayê ji vê kosera xênî di çê kosera dî çimkî wê rojê kes ji gundiya nehatine dora wî tebata wî nayê şeq şeqa tizbiyê wiye ew tizbiyê qoq her libek bi qasî gozekiye wa dibê vî alî û tînê aliyê dî Remezan xwe li ser kursî kiriyê titik serê wî di ber wî deye her serê kêlîkî serê xwe radikê li dora xwe dinêrê kesî nabînê cardî serê xwe dadixê û xwe bi tizbiya mijol dike lênema hedara wî hat da xwe rabû berê xwe da hewşê giha ber derî, beriya ku derbasî hewşê bibê li şûn xwe nêrî dî va zarokek ji hêla bakur ve bi bazdan tê bi ser wî de bihne fişk bi wî zarokî ketiye dema ku Remezan çav bi lawik ket bi şûnde vegera û li ber dikana xwe sekinî ta ku lawik giha cem wî go: xalê Remezan namek ji tere hatiye.
Remezan go: ka bi de xalê xwe.
Lawik name da destê wî.
Remezan li namê nêrî quliban vî rexî quliban rexê dî Remezan nizanê bi xwînê go: birzî kî da te.
Lawik go: xalo zilamekî da min go: bi be ji Remezanê Kabreş re.
Remezan go: ew zilam gundî bû.
Lawik go: min tucarî ew li gund ne dîtiye.
Remezan go: lê wî çawe da te?
Lawik go: ez ji mal derketim ewjî ji wê celdê ve dihat gote min ma tu dikana Remezanê Kabreş nas dikê min go belê ji min re go dehere vê namê bidiyê.
Remezan go:debaşe xwedê te bihêlê birazî û name xiste berîka xwe û kete derê hewşê bakire Ebdo,Şikrî Xurşîd Azad ka kî ji we li male lawo pêjna kesî nehat carek dî bakir pîreka wî Emîna derket go: xêre Remezano te çi divê.
Remezan go: ji xêrê pêve nîne ka ji min re bake yekî ji zaroka.
Pîrekê lê vegerand go: kes li mal nîne.
Remezan go: bi kûve çûne.
Emîna go: ez ji kûzanim ew bi kûve çûne.
Remezan name ji berîka xwe derxist lê nêrî derê wê vekir pelek dirêj jê derxist ew pel quliban vî rexî rexê dî tiştek jê fêm nekir cînika xwe xwerand serê xwe berda erdê kêlîkî sekinî cardî serê xwe rakir dî wa pîreka wî sekiniye û lê dinêrê bi şûnde vegera giha ber derê hewşê, cardî li hewşê vegera û berê xwe da odê Emîna go: xêre Remezano ew çi qaxete bi tere.
Remezan deynekir derbasî odê bû Emîna jî li pey wî çû li eywanê sekinî
wê zanî ku tiştek di bin zimanê mêrê wêde heye lê na xwazê bêjê,Emînê ma li eywanê sekinî û guhê xwe da ser odê ka wê Remezan çi bêjê ji mêvana re.
Remezan derbasî odê bû silav li mêvanê xwe kir û nama da destê Hisên.
Hisên go ev çiye?
Remezan go: ez nizanim çiye ku min zanîba çiye? min ne dida te.
Hisên name vekir dî va bi Tirkiye go: kî date?
Remezan go: ez nizanim lawikekî da min go: zilamekî daye min gotiye bide Remezanê Kabreş ê ez nizanim bi xwînim û kes ji zaroka jî li mal nîne migo tê bi xwîna ka ev çiye.
Hisên rahişte namê xwend û pêre pêre rengê wî hate guhartin.
Pîreka Hisênjî li tenişta wî rûniştiye wê li mêrê xwe anî der ku ew nama di destê wîde tiştin nebaş tê de hene Şikriya dektora ye li dora xwe li çavê her hevalekî nêrî yek bi yek dî ku ewjî mane behitî ji guhertina rengê Hisên lê kes na pirsê ka ew çiye çimkî Hisên sikirtêrê waye û ew pir hirmeta Hisên digrin.
Şikriya qermîçonkê rûyê wa hevala baş xwendin û di bere li mêrê xwejî dinê rê lê deynakê hemî kerbûne çavê teva li devê Hisêne.
 Remezan nema xwe girt go: çi heye! Ka ji merejî bêje.
Hisên deynekir ta ku name bi dawî kir serê xwe rakir li Remezan nêrî go: ji te di xwazin tu berdê me ji mala xwe.
Remezan go: tu heneka dikê.
Hisên go: ez bi rastî ji tere dibêjim wa wilo ji te xwestiye.
Remezan go: Ê ka ew kîne ta ku ji min bi xwazin berdim we!
Hisên go: ev ji ware dibêjin mala Xalibo kertiwênî ne.
Remezan go: Ê negotine çima.
Hisên go: dijminatiye me û vê malbatê heye xwiya dikê wa bihîstiye çûn û hatinê me li cem te heye ji lewma wa ji te xwestiye ku tu me nehewênê.
Remezan go: dijminatiya we ji kengîdeye û li ser çiye.
Mihemd Emîn gote: Hisên bibûre ezê ba xivim.
Hisên go: fermo hevalê Mihemed Emîn.
Mihemd Emîn berê xwe da Remezan go:hevalê Remezan dijminatiya me û vê malbatê ji dema ku kurd hatine xwiyanîkirin........... Bû tiq tiqa Remezan kenî go: çawe ji dema kurd çê bûne hûn dijminê hevin.
Mihemed Emîn go: ev malbat ji berê berê de dijminatiya kurda dikin nemaze di va salê dawî de ê beriya du sala ez û Xalibo ew yê wayê mezin bû ketin qirika hev li ser pirsa kurdî ê wî sixêfin pîs kirne LEYLA QASIM û tim bela xwe li hevalê me dida û hevalê hikumetê bû ê mijî  ji hevala re go: divê Xalibo werê kuştin da kesê dî weka wî sixêfa nekê pak rewanê kurd ê hevalê mejî ataxî lê girtin ta ku ew û pismamekî wî li bazara bajarê Misêbînê kuştin û ji wê demê ve ew malbat li me bû agir û dijminatiya me dikin û hikumetjî li pişta waye qey wa bihîstiye ku em li virin ji lewma ji tere şandine di xwazin tu berdê me........... 

 Ta heftiya werê û xeleka werê em binêrin ka wê Remezan çibkê

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark