Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Dîsa kemer xwe nûkir

 


Hozanê Girkundê

Vaye dîsa wekî cara yekemîn bûyer xwe anî ziman
Asîman bû perçak ji awrê tarî...
Mij û dûman bûn babelîsik..
Li beyaran kirin cirîd...
Dergehên xeman vebûn...
Keserên salên pîr di qirka rojên bîranînan de...
Dahola tenahiyê li dar xistin..
Gernejînên li ser lêvên mendalan...
Mîna çira vemirî bê deng kirin..


Ji nû ve narevîna bê bext xwe kir dildara jînê
Dilê bi êþ ji hev tar û mar kir
Dîsa vaye dîroka mal wêran
Hêdî hêdî xwe di nêv daristana
Porê dilrevîna min de bi cî dike
Vaye sed û pêncî sitrî li piþta xwe kirin
Di canê dilrevîna min de ya dîl çandin
Ev dil revîna bêxwedî
Go îroj li ruwê beybaneke sêwî û rût
Dijî
Her yek xwe ji wê re dibîne dildar
Û wê di ber xwede dikþîne
Dixwaze wê himêz bike
Navê xwe li ser wê wajo bike
Ev bexit reþa hanê li basikê hêviyan siwar dibe
Bi dilekî þikestî berê xwe dide pêþerojê
Lê mixabin bi vê alûziya han
nikare li pêþiya vê lehiya bahozê raweste
wekî cara yekemîn þaxên ev kemera rû reþ
mîna marê li bin kayê xaka meyî dîrokî
dikin dojeha yezdan
û zebeniyên go xwe dikin pesepora olperestiyê
bi xêzên sor dadgeha xwe ya kevneperest li dar dixînin
omîdên mirovan li bin lingê çewsandinê diperçiqînin
ji lewra divê em qeydên sitemê biþkînin
û ber bi jîneke di biherikin
ta kengî wê çavên me li destên xelkê be
û emê li ber tîna sermê dilê xwe germ bikin
ma gelo wê ber bang li me hilê
gelo wê xwena me yî nîv co bi ser keve
û emê bibin xwedî war û biryar..

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark