Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Dr. Nûreddîn Zaza: Helbestvan, û damezranêrê Partiye Demoqrata Kurdî li Sûryê. Lêkolînek rexneyî

 


  Xalis Msewer

Xeleka pênca

Mafê vî gernas û lehengê Kurdperwer, li herkesê Kurd heye ku jiyana wî nemaze ya netewî ji miletê wî yê kurd re bidin xuyakirin, lewre bi rengekî kurt birî be jî,  ta ku em karibin hinekî ji wê helwêsta jiyana wînî tiracîdî, û tekoşîna wî ya ku di ber miletê xwy Kurd de buhartiye, bidin xuyakirin û ronî bikin.


  Nûreddîn Zaza, ev mirovê welatparêz konevanê bi nav û deng, zanyar û şahreza, di sala 1919 an de, li bajarê(Madenê) li Kurdistana bakur ji dayik bûye û hatiye dinê, hatiye vê dinya Kurdana ya bi azar û êş û dilzar û xirecir..?!. Piştî şoreşa agirê ku bi serokatiya Ihsan Nûrî Paşa vêketibû, bi birayê xwenî mezin Ehmed Nafiz re, daketiye bajarê Helebê li Sûryê, û piştî çendakî ji wir berê xwe daye Şama şerîf, û birayê wî D.Nafiz vegerihaye nav Kurdên Sûryê, û li gundê /Indîwerê/ li qeza dêrka Hemko rûniştiye.
pişt re diçe li bajarê Qamişlo rûdinê, li wir bijîjkxanekê vedike, û mîna bijîjkekî pir navdar li nav miletê xwe, hem bi bijîjkiya xwey xurt û hem jî bi welatparêzya xwey bi rûmet tê xuyakirin, û textorya xwe bi xurtayî dixe xizmeta miletê xwey Kurd de, ango digel xebata xwey siyasî de jî, gelek alîkariya tendirustî bi gelê Kurd re, li bajarê Qamişlê û derdorên wê jî dike. Yek ji kesên liser destê wî ji nexweşîke xedar rihetbûye, ew jî Bavê min Hesenê Hecî Ezîz ji Gundê Hofaye, û ta niha jî saxe û her ku tê bîra wî, qal û behsa vî textorê jêhatî û welatparêz hêja bi qencî û başî dike.
Emê li vir vegerin ser helbestvanê xwe D.Nûredeîn Zaza, ku piştî çûna Şamê bûye beşdarê damezrandina komela (Hêvî), û di sala 1938 an de, hin ji jiyana xwe li bajarê Qamişlo bûrandiye, û di sala 1944 an de, berê xwe daye Kurdistan Iraqê, ku xwe bigihîne serekê şoreşa Kurdî yê navdar, Mele Mistefê Barzanî. Lê li wir jiber hukûmeta Iraqê ve hate girtin, û pişt re, ango di sala 1945 a derbasî Beyrûdê paytexta Libnanê bûye, di kolêca Firensî (El- Ilûm – Elsiyasiye) de xwendiye, û li wir jî dibistanek bi zimanê Kurdî vekiriye, lê pir berdewam nekiriye û dibistana wî hatiye girtin.
Di sala 1947 an de, berê xwe daye Eurupa û bûye (Derketî) ango helbesta xwey bi vî navî li ser jiyana xwey bi felaket nivîsiye, û li bajarê Lozanê li Siwêsrayê rûniştiye.
Li bajêr bi çend hevalên xwe re, govarek binavê (dengê Kurdistan) derxistiye, ew jî bi sê zimana, bi Kurdî, Inglîzî, û bi Ferensî jî dihate weşandin. Li Lozanê şehda duktora di zanînê siyasî ( العلوم السياسية) de qezenc kiriye. Ji wir çareke din vedigere Sûryê, û bi serokatiya wî, bi çend hevalên xwey Kurd re, di sala 1957 an de, konfransa damezirandina partiya ( Elhizbiddîmoqratî – ElKurdî fî Sûrya), li darxistine, û bûye damezranêrê sereke ji vê partiya dîrokî re. Dîsanê li Sûryê, di sala 1960 î de, bi çend hevalên xwe ve hate girtin, 18 meh zindan hatin lê birîn, mehên hebsa xwe di girtîgeha mezê de li Şamê qedandine. Piştî şoreşa (Partiya Be- is) D.Nûreddîn careke din berê xwe daye Beyrûdê, lê ji ber çalakiyên wî yên siyasî ve, hukûmeta Libnanê di riya Urdunê re, ew teslîmî hukûmeta Sûryê kir, û dîsanê 7 meh hukum lêhatinbirîn.
Di sala 1970 yî de, kete Kurddistana Turkiye ku here nik berayê xwe Reşo, lê hukûmeta Turkiyê cinsiyet nedayê, û ji wir careke din berê xwe daye Dewleta Siwêsra, û di dibistaneke wê de bûyî mamosteyê zimanê Firensî, bi jinek Siwêsrî rojnemevan bi navê (Gilbert Faver) re zewicye, ji vê zewacê kurek bi navê (Şengo Valirî) jê re çêbûye, û di şeva 7/10/1988 an de, di nexweşxaneke Siwêsrî de, vî gernasê Kurd serê xwe danî, piştî ku jiyana xwey tekoşer bi tîpên ji ronahyê nivîsîye, û li xerîbyê dibin xaka goristana bajarê Lozanê de, laşê wînî tahir hate veşartin. Livir em bi devekî tije û dilekî germ, dibêjin: Ey xweşmêrê Kurd..!. Ji nuha û ta roja qiyametê,  bila hezar hezar dilopên dilovanyê, bi ser giyanê tey paqij û canfîda de bêne xwarê.              
Piştî vê kurtenasîna jiyana, vî zanyar û siyasî û helbestvanê Kurd D.Nûreddîn Zaza, emê vegerin li ser helbesta wî ya netewî hinekî biaxivin, û bidin ber rexne û şîrovekirinê, ango lêkolînek, binyatî – enelayzî- rexneyî, ji van helbestan re li gorî karîbûna xwe lidarxin, û xwedê muîn çiyê me be.
Di vê sirûda xwey bi navê: (Şerê azadiyê) de, Dektorê mey helbestvan weha dibêje:
Xwîn xwarên axir zeman
Sêwlekên Trûman
Seîd, Qasim, û Basî
Tev li zanînê asî
Guhnadin
Tarîx, dîrok, û destan
Guhartinên van salan
Şiyarî, û yekîtî û jêhatîbûna Kurdan
Ji navnîşana şerê azadiyê tê xuyakirin, ku helbestvanê hêja livir dide nasîn, ku Kurdistan bê şer û tivingê azad û serbixwe nabe.
Ev têkista helbestî jî, bi şêwaza (discurs) hatiye rêzkirin. Û peyvên wê ji çirûskvedana şewata giyan, û dengê ahîn û nalînên, ne yên - Nûreddîn Zaza bitenê jî, lê yên miletê Kurd tevan - di xwe de dicivîne. Helbestvan bi wilo tenê qayilnabe, û êrîşeke dijwar dibe ser dagerkerên Kurdistanê û alîgir û nokerên wan jî, ku van dagekeran mîna xwîn xwarên axir zeman dipesinîne û tewanbar dike.
Rêza helbestî /xwîn xwarên axir zeman/ du wêneyan di naveroka xwe de dicivîne.
- Mirovê xaîn mij, ango wêneyeke hovîtî mîna dirakola dide dagerkerên welêt, û ji bilî kuştina miletê Kurd jî, xêr û xêratê wî jî dimijin.
- wêneyê din di peyva /axir zeman/ de dicive, ku ew jî wêneyek paşverû û bê pargêl dide dagerkeran, ango helbestvan dibêje: Heçî ev dagerker û destlatdarên Kurdistanêne, ew ji warê mirovantiyê biderin, û xwînmij û paşverû û hefnikîne. Lê peyva herî bi wate ku livir cihê xwe baş girtiye, peyva/sêwlek/e, ku helwêst û rewşa zarokeke sêwî û kurtêlxur, ji van dagerker û xwîn mijan re dide nasîn,  mîna - Seîd, ku ew jî Nûrî-Eseîde, ku demakê serokê wezareta Iraqêbû, û Ebdilkerîm Qasim di sala 1958 an de, bibû serokê Komara Iraqê, û Basî jî ew partiya ku piştî Qasim li Iraqê bibû destlatdar.
Evna hemû helbestvan wan mîna noker û sêwlekên serokê Emerîka (Trûman) dibîne, û bi alîkarya Emerîka û Inglîzan kurdistan bi hovîtî xistine bindestê xwe. Û bi peyva – guhnadin- berê têkista helbestî tê guhertin, û du wêneyên hemberhev têde têne xuyakirin
- Yek jê /sêwlektiya nokeran/
- Yê din jî, /pêşketina Kurdane/ ango helbestvan dibêje: Ku ev navên min gotine sêwlekên xelkêne, û  heçî sêwlekin tucaran pêşketin û mafê miletê Kurd bi sêwelektiya xwe nabînin. Ev miletê jîr ku ji xewa nezaniyê şiyarbûye, ewê ku ji berê de, xwedî nasyar, û dîrok, û kultûr, û kelepûr, û folklorekeke zengînin li dinê jiyaye. Lê van kole û noker û sêwlekên (Trûman), û dirakolên xwîn mij, mafê vî miletî herdem bi bêbextan re binpêkirine û perçiqndine.        
Dîsanê Doktor Nûreddîn Zaza, di vê sirûda xwe de, dide pey û weha dibêje:
Bi mîsaq, bi peyman
Bi kirîna nokeran
Bi nermî, gih bi sûtî
Bi kuştin û bi zindan
Bi hile û hiner
Çil sal timam, ser bi ser
Dilxweş kirin Ingilîz
Nefta meya wek dengîz
…………….
Dan wan kesên bêsincî
Em bi xwe xistin bin dest
Reben, pêxwas û birçî
Livir jî Dektor, dîsanê bi vê tabloya xwey helbestî, çalakî û dijberiyeke dirêj dinavbera du mehrecanên wêneyên tiracîdî, ku berovajî hevdûne di xemilîne.
- wêneyên pir negetîv û bêmirês, ji zordarî û stemkariya ku Ingilîz û nokerên wan li ser Kurda pêktînin diafirîne, ew jî di van gotinan de têne xuyakirin, mîna - nokeran - sûtî - kuştin - zindan - hîle - hiner - bêsincî.
- wêneyên xezankirina milerê Kurd bi van gotinan diyardike, mîna - bindestî - reben - pêxwas - birçî.      
Weha Dektorê me, şêwe û wêneyên lêkdayî, pir bi wate û di cihê xwe de, ji helwêsta van dagerker û xapanok û tepreşên Inglîzan re, ku Kurdistan dagerkirine û bi xwîneke sar dane destê xelkê di afirandiye. Ev Inglîzên ku ji sedê salan de bûne xwedî, ezmûn û tecrîbêyên tepreşî, ezmûnên xwe hemû li ser serê Kurdan pêktanînen. Ji ber ku herkes dizane, navdarya inglîzan di vî warî çiqasî dijwar û xedare. Van inglîzan bi hemû hawan dijîtiya Kurda bi dijwarî kirine, û mîna helbestvan dibêje: Geh bi nermayî geh bi kuştin û geh jî bi peyman û mîsaq, Kurd xapandine û nefta wan li xwe û kole û nokerên xwe parkirine, û Kurd ji dûv wan bê par, û pirçî û reben û pêxwas mane.
Ev tabloya ku bi zelalî rûreşya siyaseta Inglîzan, ku li hemberî Kurda meşandine, bi van hevokên xwey fotogirafî û zelal, ji xwênerê xwe re dide xuyakirin, û weha helbestvan bi awakî zanistî dîroka bindestiya Kurda derdixe wê holê, û bi awakî rêbazî ji pêşgotinê bal bi dawyê ve diçe, ji ber wilo helbesta xwe, bi şêweya helbestek mîna narrative yan vebêjiyeke dîrokî û riyalîzm (واقعي سرد تاريخي) rêzkiriye, jiber wilo sir[d hinekî bêxeyaleke helbestî maye.       
Lê careke din em dibêjin: Ku li ser daxwaza (Ferîde Xanim), pîreka egîtê Kurd yê bi nav û deng Dr.N.Dêrsimî, çend rêzên helbestvanê me Dr.N.Zaza, li ser kêla ber serê Dêrsimî, ku di goristana (Kefer Cennê) li hindama Helebê de hatiye veşartin, çend rêzên helbestî hatine neqişandin. Û rêz jî evin.
Li ser vê rêya dijwar
Min jî kire pir hewar
Da ji bo we jî rojekê
Dinya bibe gulbehar
Ev kurte rêzên helbestî, bi ritim û mozîk û kêş, pir xweş û pir bi hest û dilsojî hatine rêzkirin, ew jî di peyvên – dijwar – hewar – gulbehar- de têne diyarkirin. tê xuyakirin jî ku helbestvanê me bi xwe jî, di nav agirê azadiyê de hatiye sûtin, û armanca xwe û ya xwediyê gorê çaxa li dinê bû weke hev dibîne, û weke mirovekî tekoşer û bi bawerî, dibîne ku wê rojekê ji rojan Kurdistan azad bibe, û bi rengekî dilsojî nîşan dide, ku Kurdperwerê vê gorê D.Nûrî Dêrsimî û yên hê saxin jî, mîna wî şoreşgêrên welêtin, bi canfîdayî dane ser şopa serxwebûn û azadiya welêt. Lê ev canfîda bûna wan û xwediyê gorê jî, herdem ji bo miletê wan bû, û liser zimanê xwe û xwedyê gorê jî, gazî miletê Kurd dike, ku zanibe ev dijwariya milet têve derbasdibe, wê pişt re bêgûman, çira azadiyê li şeva Kurdistanê ya reş û tarî vêkeve, wê dinya bibe newroz û bihar, û xaka kurdistanê wê bi gul û çîçekan bê xwemilandin. Û wê cilên bindestiyê ebedî bêne çirandin.  
     Derketî
Derketî li herderê bi tenêye! Ev dar spehîne, ev kulîlk xweşikin:
Lê ev ne dar û kulîlkên, welatê minin: Tu tiştî nabêjin min.
Derketî li herderê bi tenêye! Ev çem bi dilekî şikestî li deştê
Diherikê: Lê xwirina wî ne wek çemê meye, ku min di zarotiya xwe de dibihîst, ev tu tiştî nayinê bîra min.
Derketî li herderê bi tenêye! Ev stran şêrînin, lê ahingên wan en geş û zîz ne wek yên welatê minin.
Peyva /derketî/ jî peyveke bi azar û dijware, û navnîşaneke pir di cihê xwe de hatiye, bi vê peyvê helbestvan dide xuyakirin, ku herdem li welatê xerîbyê xwe bitenê û bi kul û êş û keser dibîne, û bi dilzarî xwe bera nava dîroka miletêkî perîşan û hejar weke miletê Kurd dide, ew miletê ku herdem ji welatê xwe ji ber stemkarya dijminan derketiye, û herdem di welatê bav û kalên xwe de mêvan û xerîb maye.
Navnîşana sirûdê, vî derketî, mîna wê qitika ji refê xwe qetyayî tîne bîra mirov, û hêsrên mirov vêre tîne xwarê.
Ango D.Nûreddîn Zaza hest û rivîna cerg û dilê xwe, di vê sirûdê de derdixe,  ku ew jî ji ezmûneke piraktîkî ji jiyana wî tiracîdî hatiye, wî xwe dûrî welatê xwe pinaberê ji welat derketî û xerîb û bitenê dîtiye, û li xerîbyê sira bayê welêt li serê wî dixîne, tê bîra wî ku welatê xelkê tucaran nabe welatê mirov, ta çiqasî dar û kulîlkên welatê xelkê xweşik û geşbin jî, lê ew kulîlk û zevî û dar nabin mîna yên Kurdistana wînî şêrîn û birûmet, û tu watayê ji vê xurista welatê xelkê re nabîne, û jê re diyardeyekî vala û bê maneye. Ne bese dar û kulîlkên welatê helbestvan ne mîna yên biyaniyane û bes, lê rûbar û çemên wan jî ne mîna yên welatê wîne, ku ev çem û rûbar tu tiştî naynin bîra wî, û ta bi sitranên biyanyê ne weke yên Kurdistana helbestvanin, û aheng û awazên Kurdistanê ne mîna yên biyaniyane. Û careke din helbestvan kul û derdên xwe weha dibêje
Derketî li herderê bi tenêye! Ji min pirsîn: "Çima hergav bi girînî? " Gava min sebeb gote wan, tukes bi min re negirî.
Derketî li herderê bi tenêye!Min kalin dîtin, zaro li wan hêwirîne, mîna zeytûnên kevnare ku kelem û derxil li wan hatine hev, lê wan ti ne gote min: "Kurê min!" tu zarokî ne gote min "bavo"!
Derketî li her derê bi tenêye!
Ev tikrara gotina – derketî li herderê bitenêye- didê xuyakirin ku xerîbyê bêhawe tasîra xwe li vî helbestvanê netewperest kiriye, û welatê wî hevqasî li ber dilê wî şêrîne. Lê ev sirûd bi rengekî diramatîk hatiye lidardixistin, û ev jî bêgûman rengekî nûjen û warekî şehrezaye di helbesta Kurdî de dektor Zaza pêktîne, tê de pirs û bersiv têne lidarxistin, û wêneyeke pir sipehê ji rewşa Kurdên pinaber û bê welat re, bi zanebûn dide nasîn.
Bi şewat û nalîn sedema giriyê xwe ji xelkê re di de xuyakirin, ku ew sedem jî bi dûrketina ji welête, lê mixabin kesek li biyaniyê pêre nagirî, û alîkaryê di xemgîniya wî de pêre nake, û bi van gotinên tiracîdî û bi şewat û bi tasîr bitenêtiya xwe, ku ew jî bitenêtiya hemû kurdên bê welat dide xuyakirin û  dibêje:
lê wan ti ne gote min: "Kurê min!" tu zarokî ne gote min "bavo"!
Derketî li her derê bi tenêye!
Ew jî em karin li vir bêjin: Ku dektor dikevî nava hest û ihsasên xwey kûr û dûr de, û bi monologa hindurîn êş û bêzarya di nava xwe de derdixe derve, û teknîka sembolê jî divira de bikartîne, ew jî çaxa bi tena xwe digirî û kesekî din li xerîbyê pêre nagirî. ango dost û alîkaran ji Kurda re nabîne, û mîna Kurd jî dibêjin: ji çiyan pêve dostên kurda tu kes nînin.
Doktor xweşî û rihetî û serbilindya xwe di welatê xwe de dibîne, lê ne li welatê xwelkê. Evna jî doktor ji dûrve nîşan dide  û şîreteke pir dicih de li xelkên Kurdistanê dike û dibêje wan: Heval, bav û bira, xweşî, rehetî, û serbilindî bi tenê li welêt hene.
Ango hûn bêyî kurdistanê pinaber û derketîne, û ji bilî vê kurdistana rengîn xweşî û rehetî û serbilindayî qet ji we re nînin.
Lê doktorê helbestvan qêrîn û girî ji kurdan re şerm û eyib dibîne, û bi xurtayî doza şoreş û raperînê li wan dike, û hêviya xwe pir di paşerojên werin de dibîne, û nav di Kurda dide, bêhtir bi ceger û hêrz dike, û ji lewra bi rengekî dîscurs) خطابي) dibêje:
Derketiyê reben! Ev girîn û zarîn besin! Pirkes ji welêt hatine dûr xistin…..Hêvîya xwe vejîne, û xwe ragire, tu jî dê rojekî bigihî miraz û armanca xwe, heke îro nebe jî…….sibê!
Bi peyva - besin – helbestvan tabloyên du pêvajoyên netewî tîne hember hev, ango cudabûnê dixe navbera du pêvajoyên ku pêwistiya wan bi tekoşîna Kurda re heye, yek lî pêvajoya girîn û zarîn û bêmicalyêye, ku ew jî peyvên mîna – reben – girîn – zarîn- tê xuyakirin, û ya din jî pêvajoya raperîn û berxwedanêye, ku ew jî ji peyvên mîna – hêviya xwe – vejîn – ragire – bigihê – miraz – armanc – têne xuyakirin.
Ango Dektor di vê sirûda xwe de, gelek omîd û hêviyan dixe dilê Kurdan, û ji wan re dibêje: Gelî Kurdan paşeroj li hêviya weye, rabin xwe vemalin û li hêviya tu tiştî xwe ranegirin, îro roj roja weye rabin bi mêranî rabin bi hewar û qêrîn û raperîn, mafê xwe bistênin. Dîsanê bi van nuqitên dawiya rêza helbestî de, xwênerê xwe dixe nav fikar û ramanan de, û dihêle ji xwe pirs bike û bêje: Gelo ev helbestvan di sirûda xwe de ji min çi dixwazî…?.
Weha gernasê Kurd siyasetmedar û helbestvan, Dektor Nûreddîn Zaza, bi ezmanê Kurdistanê ve hildiperike, û destê xwe davêje roja ku dibin ewrên reş de mayî dadixe ser hêrik û çiyayên Kurdistanê, û şevên tarî li Kurda ronî dike, û li ser gastînên azaryên Kurdan dike qîrîn û hewar, û nav di miletê xwe dide û dibêje: Rabe gazin û girî bi kêrîte nayên, rabe Kurdo dest û lingan vemale, vaye roja azadiya te nêzîk bûye.  

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark