Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

BEHÎNAME: Serxweþiyek vekirî ji gelê Kurd, malbet, mirov û hevalên nemir, têkoþer Edîb Îbrahîm (bavê Pêþrew re)

 


    Dr. Ebdilmecît Þêxo

Li ber destê vê sibê, hevalê dilsoz kek Ferîd Xoce ez bi koçkirina dawî ya hevalê min Edîb agahdar kirim, min tavildanê di dilê xwe de got; hey wex, min dixwast îro  carekê bi wî û diya Pêþrew re bipeyvîma, lê  sed carî mixabin daxwazî û hêviya min bi giyana wî re  pakrewan bû .


Min navbera maweyekê û maweyekê bi hevalê xwe re deng dikir,  tevî min zanî bû ku rewþa wî pir xerap e, ewî nikanî bû  bi zelalî û rind bipeyviya, lê dîsan min bi mebest bi wî re ser rewþa Kurdistanê  deng dikir, ewî jî bersiva min mîna mirovekî ne pir nexweþ û bi hêviyên geþ dida min, lê min dizanî ku tenderusta wî giha ye kîjan pileyê, lewra jî, çavên min pir caran di ber axiftinê  re dilop diherikandin, eger ez germtir di bûm, min yekser digote wî, keko! ez kanim bi xûþka Leyle re(diya  Pêþrew ) re deng bikim, bi vî awayî min ne dixwast hevalê xwe pirtir bêþînim û hestên wî yên nazîk bixermiþînim.
Ez nikanim di vê kurte serxweþiyê de li ser hevaltiya xwe û nemir Edîb ya ji sala1969 an de destpêkiri bû  bipeyvim, serboriyên me bi hev re gelek in, ez nikanim bi ferehî û kuranî  hestên xwe hûnim zimên, ez niha bi zimaekî melul û dilekî þikestî  çend peyvên xwe di vir de rêdixim. Pirsgirêkeke din, pir  min dêþîne, ku ez ji ber sedem û rewþa malê nikanim herim  silava dawiyê bidim hevalê xwe û ramusanekê di dilê xwe de biçînim.
Ez hezar carî lêborînê ji hevalê xwe nemir dixwazim, ez hezar carî lêborînê ji heval û gelê xwe dixwazim, ku ez nikanin îro û siba  û du sibe bi Pêþrew, Zeredeþt, diya  Pêþrew û hevalên xwe re  firmêskên  hevaltiyê, birayetiyê, û hezkirina 40salî bibarînim.Ez ji dur û pir ji dur de çavên  hemûyan radimusim, û dibêjim birayê min  Edîb nemirî ye, ewa di dilên me hemûyan de zindî ye.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark