Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Daxuyanî: Partiyên Kurdî û Kurdistanî wan êrîþên tîroristî li ser gundên Þingal pirotisto dikin

 


Di roja 14/8/2007’ an de , çend tîroristên xwekuj û hov êrîþên dirinde bi çar otombîlan ve berdane ser gundên Kurdan Girê Ezîz, û Sîba þêx Xidir li Herêma Þingal. Mixabin ku ewan êrîþan, ev gund ji ser û bin hilweþandin û bêtir ji 500 þehîd, û 375 birîndar ji Kurdên Êzîdî li þûn xwe hiþtin..


Ev êrîþên tîroristî li ser vê herêmê di demekê de pêkhatin, ku miletê Kurd li Kurdistana Baþûrê azad dijî û Hukûmet û Perlemanê Kurdistan doza cî bi cî kirina xala 140’ê ji Destûra Ýraqê dikin. Ew xala, ku dozê dike herêmên Kurdî yên dervî sînorê Kurdistan (Kerkûk û þingal û hwd) vegerînin û têxin bin desthilata Herêma Kurdistan de, ku xelkên Kurd li van herêman, çi Êzîdî û çi misilman û file, tev bi yek dengî vî dozê dikin û bi xurtî li kêlek pirojeya siyasî ya dîmoqratî disekin û bi tûjayî li dijî pîlanên tîroristan disekinin. Lewma ew jî bûne armanc ji tîroristan re, ewên ku ji mirovatiyê û þaristianiyê bi qûnaxan dûr in.
Em nûnerên partiyên Kurdî û Kurdistanî li Herêma Kurdistanê, vî karê rûreþ û dirinde protisto dikin, û xwe dibînin hevbeþê êþ û þîna xelkên xwe yên Êzîdî ku vê karasetê ew kirin qurbana azadî û dîmoqrasiyê. Herwiha em banga raya giþtî û miletên yekgirtî û yekîtiya ewrûpî û hemî heskerîn azadî û dîmoqrasiyê dikin ku li kêleka miletê me yê kurd bisekinin û alîkariya malbatên þehîd û birîndaran bikin û dengê xwe bilind bikin li dijî tîrorê ku bûye nexweþiyek navdewletî û bê sînor. em ji van hêzan dixwazin, ji hikûmeta Ýraqa federal daxwaz bikin, ku herci zûtir xala 140’ê cî bi cî ke, daku miletê Kurd xwe bi xwe biparêze.
Em nûnerên partiyên Kurdî û kurdistanî serxweþiya xwe pêþkêþê Serokatiya Herêma Kurdýstanê , malbatên Þehidan,  û hemû kurdên Êzdî dikin .
Rûhê wan þad, cîyê wan beheþt be .. Mirin ji tîrorist û xwînrijan re.
- Hizba Demoqrata Kurdistana Îran
- Partiya Sosyalista Kurdistan-PSK
- Partiya Demoqrata Kurdî li sûriya (Elpartî)
- Partiya Azadî Kurdistan-PAK
- Partiya Welatparêzên Demokrat-PWD
- Partiya Demoqrata Pêþverûya Kurd li Sûrî
- Partiya Yekitiya Demoqrata Kurdî li Sûrî-yekîtî
-Partiya Yekîtî Kurdî li Sûrî
-Rîkeftina Demoqrata Kurdî Sûrî
- Sazumana Xebata Kurdistana Îranê.
- Partiya Azadî Kurdî li Sûrî
- Partiya Demoqrata Kurdistan-Bakur

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark