Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Hevpeyvîn: Hevpeyvîn bi nivîskar u rewşenbîrê kurd M.Qasim re

 


Welatê me


M.Qasim kîye.

Navê wî Mihemed Qasim Ebdul Kerîmê Husêne, tê naskirin bi navê (Ebin Elcezîre) .
 di sala (1951)an de, li gundê Rimêla Şêx, ku di keve li başûrî bajarê Dêrika Hemko jidayîk bûye . bavê wî mela Ebdul Kerîme di wî wextî de melayê gund bû, ewî di sala (1944)an de têgehên şaristanî û pêşveçûnê ji rengê avakirina avahiyan, têkiliyên jîn û jiyanê, çandiniya gul û rezan bi xwe re derbasî nava gund kirye û di wî demî de zarwên xwe xistin dibistanê û digot: xwezî dibistanên keçan hebana, ji bo ku me keçên xwe jî şandibana xwendinê. Lê, digel wê jî dîndarekê xurtbû.


 M.Qasim xwendina xwe ya seretayî, di nav bera gundê xwe Rimêla şêx û bajarê Dêrika Hemko de bi dawî anîye, herweha xwendina xwe ya navencî di nav bera bajarê Dêrikê û Qamîşlo de kotakirye. Piştre derbasî dibistana amadebûna mamostayan li bajarê Hisîça bûye .
Di sala sisêyan de, li dibistana mamostayan du ezmon (Imtîham) bi hev re bikaranîn û derbasî wan bû . Yek jê ezmona dibistana mamostayan bû û ya dî Bekalorya bû . piştî ku bawernama bekaloryayê bi destxist, tevî ku ma berdewam di dibistana mamostayan de, di bere derbasî zanîngeha Şamê beşê felsefê jî bûye.
Di sala (1978)an de, ji zanîngehê derçûye û bawernameya lîsansê di felsefê de wergirtiye .
 Di sala (1971)an de, tevlî rêzên Partiya Demoqrata Kurd li Sûryê (Qiyada Merhelî) bûye . sala (1972)an de, ji bo endamîtiya kongirê Partî yê yekimîn hatiye helbijartin . ji ber nerazîbûna wî li ser kar û helwêstên ji aliyê hin kesên ser bi partî ve di hatin kirin û bi teybetî kesên di rêzên pêşîde,di Sala (1973)an de ew û hevalê xwe Ehmedê Seyd Ebas (dilovaniya xwedê lêbe) ji nava rêzên partî vekêşan . niha li bajarê Dêrikê di rûnê, têkilî û peywendiyên wî bi tevî partiyên kurdî li Sûriyê re hene, lê ta îro tevlî rêzên wan ne bûye .

Îro roj kar û bizaveka baş ‏û ber‏çav di warê siyasî, rewşenbîrî û rojnamevanî de dike, di nava salên borî de pir gotar û lêkolîn di Rojname û Govarên kurdî de belavkirin, herweha gelek hizr û bîr, mijar û babet di Malperên Enternêtê de jî weşandine û ta roja îro jî di wan ked û karan de berdewame .
Dîsanê di gelek xebat û çalekiyên siyasî û rewşenbîrî de başdar bûye wek:
-Komîta ji bo partiyan nêzîkî hev bikin yan ne hêlin jihevbikevin.
-Pişkdarî di çend civatên pêşî yên Meclisa Hevbendiya Kurdî li Sûryê de kirye .
 -Berhevî û piştgirî di damezrandina Navenda Celadet Bedirxan ya rewşenbîrî li Qamişlo de kirye .
-Amadebûn û beşdariyek xurt di berdewamî û çalakiyên Guropa Dêrikê ya çanda kurdî de kirye û di ke .                                                                                                                                                                   
-Başdarî di gelek şandên ku partiyan lihevbînin û wan bikin yek, yan wan nêzîkî hev bikin kirye û‏ di wan şandan de wek kesayetiyek serbixwe, rewşenbîr û şareza cih digirt.
 
1-Mamosta M.Qasim em we nasdikin  ku hûn  mirovekê zanyar û rewşenbîrin, eve demeka dirêje ku hûn di warê çanda kurdî de dixepitin û  mijûldibin.
 Hûn di Karin ji me re bidin xuyakirin ka çanda kurdî li sûryê di vê serdemê de bi çi rewşê re derbasdibê û delîv û derfetên geşepêdan û pêşveçûna vê rewşê çine…?


- M.Qasim : Sipasdarim ji te re ku we ev derfet da min, ji bo weşana nêrînên xwe di vî warî de. di peyre dikim bêjim: wek tu dizanê navê rewşenbîriyê ketiye ser me, bê ku ji heq bêne der, lê dawî ji mijûliya me dimînê di wî warî de û divê barê xwe hilgirin li gora pêkhatina xwe. Bi hêvîme bikarim bersiva pirsên te bidim. gel zimanê min yê lawaz bi kurdî, hêvîdarim kêmaiyên min bi çavên rehmê bibînin .
 li bersiva pirsa pêşîn :dibînim ku li gor rewşa têde dijîn, bê guman, wê rewşa çanda kurdî jî wihabê, lê dîsa hêvî di dil de geşe ku ev rewş li ser lingan rawestê û geştir jî bibê, û li gor demê jî bi rê ve herê. madam ku nifşek ji xorta kula çanda milet wergirtiye, û xwe ji xizmetê re çikurandiye, li gora di Malperan de di bînim, Bêhtir!.
 Belê biraya min gereke karê rewşenbîrî di destê kesên serbixwe debin. di şêweyê raman û nêrînên xwe de azadbin. Ji ber, ku wek xuyaye di avzêma siyasetê de afrandin bi karnayê di warê rewşenbîrî de?!ji ber ku wisa min fêmkir, di sala (1995)an de,min gotarek belavkir di kovara (Zengil) de. Têde me got: eger mirov li navevroka belavokên partiyan bi kûrbûnî binêrê, mirov tiştekî berketî têde nabinê, ku bibê, nîşan ji wan re û di şûn wan de  jî. hem ji wê sedemê bi xwe, min nameyek şand (Hevbendiya kurd)û (Bereyî kurdî).(Bereyî) di rojnama xwe de belavkir di bin navê awirek (rayek), lê pê ne agehdarim ku (Hevbendiyê) belavkirye. mebesta min jê ew bû ku ew nêrîn belav bibê di nav rewşenbîr û xwendevanan de, ji bo guhbidin ziman û nivîsên xwe, pêşve bidin, buhayekî zanistî û civakî jî jê re çêkin. Li gor dibînim, eger bi xwazin pêşve herin divê mercên pêşveçûnê bi cîbînin. mercê serekî: azadiya karê rewşenbîrî, nemaze ji serweriya partiyan û xeynî partiyan jî mercê diduwan, gereke piştgiriya karê rewşenbîrî bibê ji her kesê xwe di bînê di kula kurdayetîyê deye,bi hemû reng û şêweya (mal,çap,belavkirin,amadbûna çalakiyan),bi hemû rengên xwe:şevbiwêrk nivîs, helbest, şano,mozîke…belkî gereke peywendî avabibin di navbera herkesê bi karibê alîkariyekî bike. masî di avê de dijî û mezindibê, qumarçî li qehwan de hişyar diminê, lê cihê rewşenbîran li deverê ku karê rewşenbîrî têde xwedî dibê. Ji lewre gereke zarok, xort bêne dehifdan ku bibin rewşenbîr, ne bibin tiştin din..bêne xwedî kirin li ser avakirina keriktera (şexsîya) xwe bi zanebûnê û xwendevaniyê mijûlbikin
di vê delîvê de nikarim ji bîrbikim, gotinên Hozanê kurdî yê mezin Cegerxwîn:

   xwendin nebê kes naçe pêş
   peyda dibin pir derd û êş
   ev tac û şewket xwendine
   ev dîn û dewlet xwendine
   ev serbilindî xwendine      
   ev delemendî xwendine
    
belkî ji karên ku feydê bidê: avakirina girupin rewşenbîrî weke girupa Dêrikê ya çanda kurdî. Mercin din jî hene, lê li vir emê rawestin.
 
 2- Di navsarta nûjenkirin û serastkirina rewşa çanda kurdî de pêkol û bizaveka şehitî û têkilhev di bê, em di zanin ku daxwaza peydakirin û damezrandina dezgeheka rewşenbîrî û ragihandinê ji zû ve tê kirin. Lê belê, di vê dema dawiyê de diyardeya nûderkirin û avakirina girupên rewşenbîrî, di nav kurdan de li seranserî sûryê derketin û belavbûn. gelo… di nêrîna hewe de ev diyarde, diyardeyeka saxlem û pêtviye yan çavlêkirineke li ser hebûn û pirbûna jimara partiyên kurdî yên siyasî, yan jê rengvedaneke ji wê rewşa jihevketî û parçebûnê re.

- M.Qasim : Di bersiva vê pirsê de dikarim bêjim:
bê guman mirov nikarê bibêjê çima partî hene…!
lê mirov di karê bibêjê çima bi hejmarek gelekin..!
ya diduwan:mirov nikarê bibê jê çima partî rojnama û kovaran derdixin…!
Lê mirov dikarê bibêjê:çima di dema xwe de û xurtî naderxin, û belavnakin ji lewre di bînim, madem partî ji heq van karan yan çalakiyan nayênder, çima bi dest kesên rewşenbîr ve na berdin?!   û çima ji wan re nabin piştgir jî? madem rewşenbirî –bi avabûna –di xizmeta milet deye? vî barî ji situkra xwe rakin, bi mînin vale ji karê xweyê siyasî re (xebat û têkoşîn). Ji aliyê pirbûna girupan, xwezî pir bibin, lê karbikin, ne çavlêkirin bin û ev heye  û ne ji girrgirî hev çêkin ev jî heye lê ligor gerekiya bizav û çalakiyan bilivin. Belkî ya ji hemûwan bi êştir ewe ku partiya rahiştiye karê rewşenbîrîyê, ne bi rê ve dibin û ne bi dest xwediya ve berdidin. û dema sere sere ji wan re di berdin, piştgiriya wan nakin…!! dibêm belkî birîna me wek ku miletê kurd bêhtir di vir deye, lê tucarî, divê ji bîr nekin dezgehê rêjîmê xwedî kirî hember mafê kurdan, nemaze yê rewşenbîrî.

 3- Mamosta ji ber ku hûn li bajarê Dêrika Hemko dirûnin. ev bajar bi xwe bi pêma, folkolor, rêz û rawazên kurdayetiyê zengîn û dewlemede.
 başe hûn çawe rewşa çanda kurdî, û kar û çalakiyên rewşenbîrî li vî bajarî dibînin , bizav û xebatên ku tênkirin ji me re berçav û destnîşan bikin…?


- M.Qasim : bi rastî Dêrikê dibînim bûka herêma Cizîrê, çi ji alî cihê ciyografî ku di sê niçikiya sê welatan deye, ew welatê ku Kurdistan li xwe parvekirine Turkiya, Iraq, Sûrî…nêzîkî Cizîra Botaye- peytexta Mîr Celadet Bedirxan û peytexta şaristaniyê jî ye, nemaze, ilm û edeb û raman, çi bi zimanê kurdî (melayê Cizîrî) çi bi zimanê Erebî-ji bo xatirê musulmanetiyê-weke zarokên ebin Esîr (ebna,al ethîr),bê ku ji bîrbikin çîroka herdu evîndarê dengdar Mem û Zîn, ewê ku bûne çîroka her devî û her zemanî jî di şêirê feylesofê mezin (Ehmedê Xanê)de. Dêrik ew bajarê ku bû kon ji penaberên kurd re, çi ji pêşmergên Kurdistana Iraqê û jarê wan jî re,çi ji karkerên Kurdistana Turkiyê re.
 bajarê buhara rengîne, cihê seyranvan û evîndaraye, dema zivistan bi xêrtê, barkirî ji av û berfa sipî li hawirder, nemaze çiyayê Kurdistanê yên bilind û sipî ku di bêjin:eve welatê kurda eve Kurdistana ku di cihê xwe de ma, lê her zalim û sitemkar jê çûn, û yên mayî jî wê herin, wê bi mînê di xemla xwe de herdemî, welatê kurdan, ewê binawê Kurdistan (welatê me kurdistane).
Dêrik, bajarê ku xwîna şehîdan û birîndaran di 12ê Avdarê de dema xakê avda, bi dengê ciwana bersiva banga Qamişlo da. Sikak û meydan avakirin ji kesan, li ser devên wan banga ((şehîd namirê)) belkî xwîna xurtaniyê hinekî dehifandin Karin ne bi dilê me…lê bi kurdî di bêjin:şer û nîvşer yeke..ma di gelefekek wilo de çawa wê şaşî tunebin­ ?!bila rêjîm Bona ne dê. bila xwedî nasname û yên bênasname wek hevbin di rengê jînê de…!
Ema dema bersiva te bidim ji aliyê pirsa te li ser danasîna rewşa bizav û xebat û çalakiyên li Dêrikê dibin, ez di karim bêjim, negelekî agehdarim ku çi dibê, biser ku carna navin di ber guhê min re diborîn, lê ez bi xwe amade nebûme tu ciha. Tenê Girupa Dêrikê ya Çanda Kurdî ji min re diyare, wan jî di 23ê Nîsana borî xwe eşkerekirin,di seyranekî de li gundê Çem Şeref çend nivîskarên ku bişevên wan re pişikdarbûn xwestîbûn, peyam û wênê wan di Malperan de belavbûn. Belê ji çalakiyên ku hinek partiya li Dêrikê kirin û rawestandin ev bûn:(li gor agehdariya min)
1-Partiya Dîmokrata Kurdî şandek rêkir, bi rewşenbîran re rûnişt, daxwazkir ku bi hev re hevpişkiyê bikin di hinek çalakiyên rewşenbîrî de, lê daxwaza xwe bi rêve nebirin.
2-Partiya Çepa Kurdî (azadî,niha).hinek civat girêdan û rawestehan.
3-Partiya Pêşverû. (nedwa el mutheqef el kurdî) 2 salan birêvebir û rawestehan, biser ku di hemû çalakiyên partiya xwestin, bikin, yan jî kirin. rewşenbîrê Dêrikê,nemaze, endamên Girupa Dêrikê, dane diyarkirin ji wan re ku amadene bi wan re pişikdar bin.
 Peyva dawî ku di xwazim bêjim:girup li ser lingê xweye, ber bi çalakiyên bihtir û tekûztir jî diçê, û bi gumana min neşaşe ku bidin nasîn ku girup avaye ji herdu rengan (zilam û pîrek),hem ji hêviya ye ku têkiliyan nû avakin bi her kesên li çand û Huner bi xwedî bê :çi Kurd, çi Ereb,çi Aşorî,çi Ermen û xeynî wan jî.
Bi hêvîme bi rê ve herin ev daxwaz, û bangê bidê her kurd û her aştîxwazekê ku piştgiriya van hêviyan bikin, ji bo hemû wan:milet û welat û belkî cîhan jî gava bibin cokek ji ava jiyanê.
dawî pir sipas
-
- -
- -
-- -

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark