Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Romana (Zro) d bibe keskesorek di wjeya kurd de

 


Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya Zaxoka delal dikim ku ez û hêja Ezîz Xemcivîn di himêza xwe de civandin û bû egerê hevdîtin û hevhimêzkirna me û her wiha bû dîdevana diyariya romana hêja ya bi navê (Zêro ) ji bo min ku bi destê helbestvan û nivîskarê hêja û bihagiran Ezîz Xemcivîn hatiye nivîsandin..
Roman di sala 2012 an de li bajarê Hesekê yê dikeve Rojavayê dil Rojavayê Kurdîstanê bidawî bûye û di sala 2019 an de li Weanên Sersera hatiye çapkirin.
Bi rastî ez nizanim û nikarim çawa ez ê pesnê van hestên pak û gerim ku divê romanê de hatine nivîsîn bidim ji ber ditirsim ku ji derheqê wan de dernekevin, lewra ez pêî lêborîna xwe ji hêja Ezîz Xemcivîn dixwazim ji bo herkêmasiykê ji aliyê nerînên xwe di derheqê romana ( Zêro ) de dixwazim.


Ez hêvî dikim ku ev roman bighê destê her Kurdekî ku ji ziman û çanda xwe hez dike , ji ber wê gelek sûd û mifayê ji xwendina wê werbigire, jinber ev roman ne tenê di hestên xwe de xurt e lê belê ji hêla ziman û rêziman jî gelek bi hêz e.
Ev roman ji sê kesayetên taybet pêk hatiye, li gor ku hatiye nivisîn û ew jî ( Zêro, Darîn û Seydo) ne ji ber van hersê kesan rola sereke ya romanê standine û Zêro jî lehengê vê romanê ye ji ber roman jî bi navê xwe Zêro ye. Ev roman wê mîna keskesorê di asoyê asîmanê wêjeya Kurdî de cihê xwe bigire, ji ber romaneke dewlemend bi agahî û jêderên xwe, hem jî bi hest û nermiya xwe .
Di hin cihan de hûnê gelek bikenin û her wiha jî di hin cihan de hûnê gelek bigirîn di vê romanê de ji ber gelek caran hestê xweî û ne xweiyê tê de mîna derya û masiyan tevlîhev dibin.
Ez naxwazim zêde li ser naveroka wê de ji we re behs bikim ji bo yê ku heza xwendina wê li cem we zêdetir bibe, ji ber ku ez her titî jî tê de ekere jî bikim nabe, lewra hêvî dikim ku di zûtirîn dem de hûn karibin evê romanê bixwînin û ji dest we neçe û bi taybetî ji bo xwendevanên me yên ku îro bi zimanê dayikê dixwînin, ew zimanê em ji axaftin û fêrkirina wî bêpar bûn.
Di dawiyê de ez silavên xwe ji hêja Ezîz Xemcivîn re diînim û hevîdar im ku em ji hest û pênûsa wî tu caran bêpar nebin.

Gelek spas
...
Zaxo
12.06.2024


 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 5
Bi Tevah Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark