Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Pejirandina parvekirina kursîya serokatîyê

 


Salih Cefer

Kêþeya serokatîyê di nav gelek partîyên kurdî li sûrîyê bûye kêþeyeke gelekî mezin, ev jî ne tiþtekî nûye, ji roja rojde û andamên komîteyên bilind yên partîyan li ser serokatîya partîyê li hev nakin, ne serokatîya partîyê ji serok razîne û ne jî serok ji wan razîye û dev jî ji serokatîyê bernade.


Endamên komîta navçe di her partîyekê de ji dirêjkirina sekreter an serokê partîya xwe ne dilxweþin, çareya dawî li cem wan dibe perçebûn.
Ev kêþe, kêþeyeke cîhanîye û ne cem kurdan tenê heye, ev xwezayîyeke mirovaneye ku her kes ji xwe hez dike û gava bi tiþtekî kanibe ji xwere xweþ dike û diparêze li cem gelên cîhana paþverû kêþeyeke gelekî mezine.
Tevgera kurdî ji roja damezirandina partîye yekem û ta roja îro rastî gelek perçebûna hatîyê û hîn jî tê, rêza duyem ya yekem bi diktatorîyê tawanbar dike û piþtî nakokîyên dûr û dirêj xwe ji diktator xelas dikin û partîya xwe perçe dikin, lê gava bi xwe dikeve þûna wî û dibin serok ji hevalên xwe re dibêjin vaye eme nû partîyeke demokrat avabikin, salên wan dibin dudû ew jî li serê hevalên xwe dibin diktator.
Di van heyvên dawî de tevgera kurdî li sûrîyê ketîye nava keþeyek rêkxistinî, her çend kesan xwe daye dora hev û li ser kursîyê li hev nakin.
Nakokîyên di nav andamên rêza yekem de bilind bûne û derîyê dan û standinê hatine girtin  û perçebûn bûye çareya herî hêsan, ji ber her kes kursîya xwe ji dest  xwe bernade.
Ev þêweyê çareserkirina kêþeyên rekxistinî bûye sedem ku andamên partîyan û alîgirên wan û kesên welathez xwe dûrî partîyan bixin û serê xwe ji çîrokên kesayetî rihet bikin.
Ev rewþ bûye sedem ku rejîm jî siyasetên xwe bi kêfa xwe pilan dike û haja wê ji tevgerê tuneye ji ber ew zane ku tevger bi derdê xwede ketîye.
Tevî ev ratsî  te’ile jî, lê divê bê gotin ku ne tenê rejîm sedema perçebûna tevgerêye, ji xwehezên di partîyan de êþa tevgertê mezintir dikim û nikarin dev ji mejîyê êlperestîyê berdin û parvekirina kursîyê bipejirînin.
Rastîya hîne  te’iltir ewe ku piþtî perçebûnê û bi destxistina kursîyê û di korte demkê de demokratên nû ji axan axatir û ji diktatoran diktatotir dibin û dibin sedema derketina demokratên din !!!
07.08.2007     

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark