Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Berve duristkirina takekesiya zanyarî

 


Rêber Hebûn

Bûyîna vê penaberiyê windabûneke cûda dûz kiribû ji civakên yên bi sivîlbûnê ve navdar in.
warhîştî îro pêdiviya wî bi derfeta ewlehiya winda ve heye li welatên yên têde piştrastbûn tune dibe û tundî têde belav dibe, yê bû nanê van civakan, berhinde peywendiya di navbera tundî û desthilatê  de rê dûz kiribû li pêş çêbûna sabara tirsê li ser dirêjî neqşeya rojhilata navîn , û ev nîşanekî diyar ji sirûştiya jiyana rabûyî li ser windabûn, bahatîn û awanteyê dide.


Berhinde kêşeya mirinê di vê çatê de ne tenê bi gerdûn, erd û ezmanê vê navçeyê ve girêdayî ye û ne tenê ji ber ku vê deverê buxçeya ezmûnan e ji cureyê çekan lê ji ber mirin asta xwe yî xuristî derbas kiribû, û êdî di wijdana komî û bîraweriyên wê  de bicih dibû, û va şagirt û ayîndariyên partiyan serok û serweran dikiribûn e  xweda li rex şagirtên rêbazên olî û oldarên bexşînkirinê, û di vir de dirindiya mirinê û kanîbûna wê ya zorkuj xuya dibe ji bo belavkirina tirsê bi awayên nûjen , ji ber vê felsefe bi xwestekên desthilatdar ve ji bo kuntirolkirina hişên cemaweran  nameşe, û zanîna serkêş  bi namesazên kevirbûyî re nameşin û bi baweriyên bîrdozbûyî re lihevnakin yên armanca wana sawkarîkirina bijardeyên ciwan û dijminatî bi zaroktiyê re û anîberkirina wan bi awayekî zorbed di rewşên cengan de, tevî wan hewildanên hov ji bo lîstina bi têgehan û lêkirina wêna bihaneyên girêdayî bi başiyê, û zanîna kêşeyê di hewildana xwendina destpêkên wêna ye, û dibe bikaraîna derdên mirovî û anîberkirina rewrewkê dihêle dirindî nexweşiya mirovê niha be, û ti çare nîne ji bilî ceng ve ji alîkî û niştecîbûn ji alîkî din ve, bi pîrozkirina gendelî û sitemkariyê, û ev yeka tenê diyarkirineke bêhiş e ji lawaziya mirovî re ye, û bêzariya wî ku bi lingekî qayîm ji bo jiyaneke baştir derbas bibe, bê girtinheviyên wêrankirî, û dibe bazdan mîna alavekî bergiriyê be li hember mirin û sertiya jiyanê, palpiştina wê mîna lîstoka belavbûyî ye  li hember rewşên pepûk yên dibin e rastiyên hebûnê, yê dagirtî kelem û nakokî, li gel wê em bi demê re nirxê kêliya yê ku em wê dijîn winda dikin.

Demborîn ji bîrê niştecî dernakeve yê ku penaberiyê hilbijartibû mîna derbirînekê ji gewrebûna xeman di cem xwe de, ji ber vê axaftin li ser kêşeya koçberîkirinê û veguhêztinê divê me bi rêve bibe li rêyên felsefî  û me vegerîne ji babetê yê em li dor wê dizîvirin û ew tirs û mirin e, yên dibin tek bûyer mirov bi rêve dibe li zêdetir ponijîn ji êşên henas û encamên wê bi felekê re.

 Ev pêvajoya lêkolînê  mirovê Kurdistanî dikir di talîzoka serkotkirin û tirsê de , herwiha penaberî dibe aliyê din ji jiyana wî ve, ji ber ew di talîzokeke cûda de di hundirê welêt de dijî, li vir bîranîn û bûyerên berê ji deroniya koçber ve venaqetin û bermayên tiştê ku di bîrê wî de mayî dijî, çendîn tirs  ji mirin an pişaftinê an jinavbirinê bi serdestbûna tek çandê li ser komek çandan ve an hewildana hêzeke siyasî ji qirkirina komeke mirovî metirsiyekî mezin bû li cem takekesan û bijardeya berketî bi taybetî ve , ji ber vê dima metirsiyeke cîgir divê mirov li ku derê be lê birame, li welêt an li derve,û ev yeka bû cureyekî ji rikberiya dijber ji reweştên êrîşkeran re bi çewisandina kesên din ji bo bêne jinavbirin, ji ber vê em takekes dibînin bin siha ricîma dûrkariyê tê birêveberkirin  û ji rastiya jiyana xwe yê ku li ser metirsî û tirsê cîgir bûye tê razandin,û ew tu carî ji van tiştan qut nabe, tevî ku li penaberiyê be, nikare bi lez ji derdên xwe rizgar bibe, dibe ku li ser tehtên xewina xwe yê binpêbûyî li rojhilatê xwe yê pepûk bijî  , berhinde çendîn nakokî di navbera takekesî û sitemkariyê de heye, û ev yeka me dehf dide ku em helwestekê li hember zorkariya bûyerê li ser deronî û kiryarê bistînin, ev zorenga dijwar di navbera ramanan de mirov dihêle ku ji rewşa xwe qut bibe û li hember wê serî hilde, bi rêya berdêlkirina vê rewşê bi rewşeke din , berhinde takekesî dibe mîna barekî li ser henas , dema ji komê û hatinrêza xwe qut bibe, tevî bosta azadî, derbirîn û tekbûyînê , em wê pevbendiyê û vê dudiliya a ku ketiye kûrahiyê dibînin û ev gizorîbûn di henas de em wê parçe parçeyî dibînin, hemî tiştî têdighe û hemî tiştî hembêz dike, û ev pabendîbûna ji komkara civakî bêhtir rêxistinkirî û bi rêk û pêk e li ber rewşa zengarî di warên me de, li gel wê mirov di rewşeke ji rûbirûbûn hengemiyê dijî û bîngeha çêbûna xwe li ser dijminatiya nirxên rabûna naverokî ye û geşepêdana rastîn e ji civakên yên rastî binpêkirin û qirkirinê bi cudabûna rengên xwe tên, li vir çi hebûn ji kokê ve ji wê takekesîbûna a ku dewletên cîhana sivîlbûyî şehnaziyê pê dikin nîne, û çi civak ji alozî û tengaviya xwe aram bimîne nîne , di derbarê peywendiya di navbera jin û mêr de, berhinde peygirtina mirov bi takekesî û ezeziya xwe ve ferztir e ji zarokê ê ku bê xwediyên xwe dijî, di dema ku yase tê pêkanîn ji yê ku rolekî dabû ji nirxên takekesiyê re, û serpereştî erkekî dewletî bû, ta nirxên takekesî sebaret ji xuristiya jiyanê bi tevahiya xwe navend bin, ew sirûştiya ya ku li ser kirdeyên civakê û kiryarên takekesên wê rabûyî, di dema ku yase dibe mîna dara nerim yê ku ew û din berhelist dike, û rê dide ji  pêkanîna desthilatekê bêhtir bi tiştên xwe ve û peywendiyên xwe bi derdor û saziyan re,  tevî ku takekesî mîna şoreşekê bû li Ewrûpa ye, hemî bi rêya wê bi berhemên azadî, maf , erk û mafê baweriyê dijîn, lê vala nabe ji destxweberdanê bi wêna ta asta ezezî û hejariya naverokî û tevî ku ew ji ramanên totelîter dûr  in lê ewa jî bi awayê xwe ve gelek bi cinava komî ve ta asta tundirewiyê hatibû girêdan, û derketin ji komê û serkêşiyê li hember wê derî vekir ji guhertina naverokî re, bi palpşitbûna li ser nûbûna ramanan û jîndariya wan, û nepejirandina xwe ji oldarî , pîrozkirin û bişanhildanê û tiştê bi awayê wê ji dîmenên alîgiriyê ve girêdayî, ev bişanhildana ji ez re ji meraqa kûr ji derbaskirina pevbendiyê re vedigere, yê ku mirov dihêle bibe alavekî ji bîraweriya mirovî bi tiştan ve derketî, berhinde nabe ji civakê rojhilata navî ku li pey Ewrûpiyan bikeve berve takekesiyê ve bi awayekî kevinşopî, berhinde pêdiviye ew dayîna rewşenbîrî û hizrî hebe ji bo temamkirina vê hewildanê, û guherîn pêwîstiya xwe bi naverokekî wêrek û guherbar ve heye û bi girîngiya wê bawer e, û ev yeka wê bi zehmetî  wê pêkwere bi kêmanî di wê devera barketî de yê ew armancekî sitratîcîk e kevin e ji çavbirçiyan re bi hatinên wê, û ew raberî û berketî ku di zîndanên alîgirtin û guhdanê de dimînin,û dibin şerekî bêsînor , ji ber vê yekê pêwîst e ku civak bi aliyê bîrdoziya yeksaniyê ve here, û pêdiviya xwe bi girîngiya zanîn û jiyana azad a hevseng ve heye, berhinde zanyar  pala xwe li ser bijardeyekî baştir didin bi karîbûna wan ku bên e girêdan bi wê takeksiya ya dijî ezeziya neyînî derdikeve bi baweriya wan bi binema malbata şad yê ku stona wê evîn û jêhatîbûn e, ji bo ezberkirina rehetiya henas yê dibin jêdera geşiya mirov û bilindiya wî, berhinde zanistvanê aborî a Nemsawiyê zanyar Firêdêrik Fun Hayik 1 1899- 1992 di pirtûka xwe de (rêya li koletiyê) dibêje:

(Ji bo avakirina cîhaneke baştir, divê em wêrekiyê bi destxwexin ji bo rabûna bi destpêkeke nû, divê em astengiyan ji holê rakin, yên ku hovîtiya mirovan di rêya me de dema dawî dagirtibûn, û divê em jî hinirên baş  yên li cem takekesan berdin, binema rêvebir di her hewildanekê de ji bo afirandina cîhanekê ji mêrên azad  divê wisa be : siyaseta rizgarkirina takekes ewa tek siyaseta pêşvero a rastîn e.)
-------------------

1- Firêdêrik Ûgust Fun Hayik, xelata dostên şehnaziyê û hevaliya ekadîmêka Birîtanî di 08.06.1899-23.03.1992 de wergirtibû, bi tîpên navê wî yên yekem hatibû naskirin F.E.Hayik, ew bîrnas, zanistvanekî aborî Nemsawî Birîtanî ye, bi piştgiriya xwe ji lîbraliya kevinşopî re  navdar e.

Em ji rastiya girtinheviya ramanî ewle nabin yê ku pişt re me bi rêve dibe ji berzbûna ez û çûna wê bi aliyê vê serxwebûnê yê ku li ser rewşa xwe derbirîn dike wekî rêyekê ji tenahiyê û hestbûna bi bêpariyê  ji hezkirina mêr û jin bi hevdû re yekgirtî  ji bo  zarokan, ji ber ku takekes pêdiviya xwe bi lihevhatina malbatê heye, ji ber ku ew bîngeheke ji avakirina wî ye, di malbateke ked dide bi lêkolînkirina wê û pişt re avakirina wê bi rêya têgihiştin û bawerî ku şadî li ser dostaniyê cîgir e , û zanîn bi girîngiya yekîtiya mirovan û balabûna wan bi peywendiyê ew rêyeke ji têgihiştina hebûnê yê ku hêz û hinirên xwe ji dostaniya mirovan ne ji pevçûn û girtinheviyê distîne,û divê em di rû mirin û tirsê rawestin ji ber ku herdû cihê xwe di hundirê me de digrin di kêliyên tenahiyê û kêliyên awerte de, berhinde hewildana takekes ji yekgirtinê bi dijê xwe re di zayendê de ew hewildana ji bo hêz û şahiyê ye, û derbaskirina hestê neman û sawê ji wê tenahiyê  ye, yê ku koçberiyê tîne, berhinde Funhayik diyar dike ku ji bo  serpereştiya jiyana baştir divê ew kelem bên e jinavbirin yên ku ji bo astengkirina jiyanê hatibûn e avakirin ji bo rêgirtina hiniran yên ji bo geşepêdana jiyanê dixebitin.
Pesindana raperî û şanan pêdiviyeke herî bê sînor e ji hebûn û jîndaran re, ji ber vê yekê dîtina me ji tirsê re  mîna diyarkirina me ji rastiya êşên mirovan  û serpêhatiyên wanî têkçûyî , yê ku rengê mirinê li ser wê hatibû danîn, û ji me re mirina gewdehî ne pirsgirêk e yê ku pala xwe dide li ser veguhêztina mirovan ji wêneyekî ta din, bi qasî ku mebesta me bi wê yekê ew bû taliya yên ku xelk dijîn û ew li pêş xewin û kabosên xwe ne û bûyerên yên bûn e sedemekê ji xemsarî û bêzariyê re, tiştê  wan hîştibûn ku wekî miriyan bin, ji ber vê em takekesî dibînin mîna hêzeke moralî û giyanî  pepûkî û xemsarî jêdibe, û ev naye pêkanîn ji derveyî dostaniya yê ku perweran didin e malbatê, û ev dostaniya wijdanî pêknaye ji bilî dema em bi evîn û zanînê bi heman demê bêne girêdan, û tengbûna rêyên gotûbêjê bi yê din ve bi demê re dihêle tirs binyad bibe û zora hiş û wijdanê bibe, yê em di jêderên êş û derdê dibînin destpêkek ji rizgarbûnê re, berhinde wateyekî ji vê vînê heye a armanca xwe pêkanîna aştîbûna xweser e , li gel wê xwebûn an awaz mîna vegera li henas e di balatir dîmênên xwe de, ji ber tiştekî ji mirina bi pergalê tirsê ve metirsîdartir nîne, ji ber ku pêdiviya xwe bi vînek e moralî  bi zorbazî bîrawer heye,ji ber ew ne tenê mirin e , ew raman û berdewamiya jiyanê kuntirol dike û herwiha sirûştiya kiryaran û bersiva kirdeyê yê ku  kiryarê mirov kuntirol dike bi giştî ,dema mirin dibe bîrdozî an olekî, û desthilat  li paş wê bi harbûn radiweste û bergiriya wê dike, neperoşkên xwe dixe di hiş û qirikên civakên xwe de bi rêya tirsê, û xortan artêş dike bi rêyên curbicur  ta têkevin di zorengên bê dawî armanca wê mayîna ew desthilata pîroz mîna pîrozbûna ol û bîrdoziyê, û li rexê din ji tirsê ew pirsîn dimîne, çima dijîm , ev me dehf dide ku em valahiyê şîrove bikin ya ku bedewbûnên jiyanê di hizran de çinî kiribû, û jiyanê bi tevahî dihêle bibe xapandin, berhinde ew zorenga pirreng mirovan dehf dide li meydanên bê jimar, bi hezkirina mirov bi têkçûna din ve girêdayî ye, û ya din di rexê xwe de destikek nahêlîne û bikartîne ji bo kûrkirina wê têkçûnê, ma ev yeka dibe nîşanekî li ser xwesteka mirov ji mirinê re bi rêya belavkirina xwe ji mirinê re, herwiha tiştê ku nakokî û bihevketin ancam dide gerentiyê ceng û pevçûnan , ti jîndar an kevir jê bi ewle nabe, û em çi girêdanê di navbera çanda rojhilatî yê ku bi werîsê bavanî ve qayîm e û di navbera çandeke takekesî guhê xwe nade li ser sirûştiya peywendiyê û pê re jiyan bike eger çawa be nabînin , berhinde em gelek û bi dirêjî li ser derdê ol û netewê diaxivîn û herwiha girêdana kor bi welî, mêrê ol û serwerên siyasî ve, di dema ku em vê yekê li Ewrûpayê nabînin û axaftin li ser mîna bîranîna dîroka kevin e, û ev rewanîbûn yê  li pêş wê ew serxwebûn disekine ,û ev tundirewî  û tirs ji axaftina bi tiştê bi sernavê ol, zayend û siyaset bi hêsanî di civaka sivîlbûyî de belav e, û ev tişta me dibe ku em tirsê têbighin ji dûriyên wê ya felsefî a ponijînî yê ku di xwe de seyrana mirov di nav jiyan û nehêniyên wê û tiştên veşartî de kurtas dike, ji ber ku tirs amana bîr a fireh e û piralî ye di jiyana mirovahiyê û seyrana wê ya zehmet de bi rêya qenalên taliyê  û girtina asoyên çareseriyê, an bi rêya afirandina hêviyekê û kirina wê mîna armancekê bi xwe.
Û kêşeya tirsê kevin e kevinê têkiliya mirov bi desthilatê ve û metirsiya heyînî ji mirinê, herwiha pêwendiya mirov bi xweser û armanc, bîr û pîrevkên xwe ve, û eger mirin li gor derbirîna Şopînhawir ew bîrbûna rastîn e û ew xêvzana felsefê ye, û tirs mîna gotûbêja bîngehîn e ji pêwendiya bîrnas pê re, û herwiha ew gêrînga metirsiya bîngehîn e ji hobûn û ramandinê re li dor rastiyên henas û nehêniyên wê, û hemî nakokî û rewşên mirovî li dor dijminatî, nankorî, heznekirî, derewîkirin,şadî û sawêr ve dizîvirin, û tiştê li dor diyarbûn û nepeniyê tevdigerin, ji tiştên ku berdewam berbara sawêra zorkar li ser ramandinê aşkere dike,herwiha destnîşanên yên ku deriyên gumaniyê bi her tiştê ku di eywana pirsînê dizîvire vedike,  berhinde ew pêşbirka kor di navbera cîgîrbûyîn û veguhirtiyê de destpê dike, bi qayîlkirina vaca mirov di şorbûn û behirkirina hevrazbûna ramanî û qezencî û herwiha radeyên çûna wî dişopîne bi aliyê bedenketîbûn û nemanê ve, û ew valahiya vê veguhirtiya lezgîn dizane, lê ew ranaweste, ji ber ew di veguhirtiyê de armanca xwe dibîne, û di hevrazbûna hizrî de wek hewildanekî zanyarî azadbûyî dibîne,di dema ku candarî berve zêdetir lavakirin û jiyankirina reftaran diçin ji bo gihiştina pileyên baweriya bilind, yê ku di reweşta wana de wateya xwe piştrastbûn e,herwiha em di tirsê de nîşanan dibînin di hest,raman û şîretan de têne naskirin, herwiha di  ricîmên fermandariyê de , û di metirsiyên fermandaran de bi mayîna di desthilatê de, û xwe dixin e mirinê ji bo parastina destketiyan û ne xeme ji wan  re  welat wêran bibe û gel neman bibe, tevî çiqas li ser tirsê hatibe gotin û bandora wê li ser radeyên jiyana mirov, lê ji metirsî û şopên wê yên dirêj li ser henas nehatibû dûrxistin, ji ber ku tirs ketibû berketî û têgehên mirov, û bi demê re wan vexwaribû, ta bibe jêre ricîmekî mirov jê nikare veqete, û kelemê mezintir yê ku di rû şadiya mirov û xwestekên wî radiweste di tirsê de berz dibe, yê ku bi dîmenên cur bi cur diyar dibe, ew dudilî û pepûkî ye,  û metirsiya yê ku mirov li pêş zorengên deronî  datîne, jê ked, raman û hestbûna bi dayîn an serkeftinê distîne,û li pêş jiyana rojan e dibe kelem,lê ew bibû rewşek e ragihandinî, û ekranên ragihandinê torandîbûnên tirs û sawê li hember hevdû belav dikin ligel kiryarên zorkariya meydanî yên rojane,û tevî gotinên felsefeyê lê ew jiyanek e ji tirsê vala dadimezrînê, lê aliyê felsefî tevî çiqas bi hişmendî û babetiyê ve biçe lê ew nikare wek merc serkeftinê pêkbîne û bibe berdêlekî parastî ji tirsê re, ji ber vê em ji tirsê re sim û naperûşk dibînin, û dibe piştrastbûn mîna ramanê yê li dor xwe dizîvire di nav êş û metirsiya henas de di belavkirina hevçûyîn û razberên wê de beranberî heyîneke veguhirtî û gorek, ji ber ku hevçûyînek berdewam heye ji girtinheviyê re û şikênandina vînan ji berjewendiya rabûna vînên hişk û serketî, û ev yeka hestê tirsê li cem bijardeyên çevsên zêdetir dike yên ku di koçberiyeke demdirêj  û metirsiyeke rastîn de dijîn, di dema ku Binyamîn Firanklin dibêje: ( yên ku dev ji azadiyeke bîngehîn ji bo ewlehiyeke demkî berdidin, ne hêjayî azadiyê ne û ne ewlehiyê jî.)

Wisa tirs tê belavkirin ta pişt re pîroz bibe û bê guman tirs destpêka neyartî û şaşîtiyan e û tiştê ku em wekî orispîtî binav dikin û ew ji tirsekê ji rûbirûbûna henas ve derdikeve û çûna bi wê berve rastiyên berçav , ji ber vê Firanklîn Dîrozfilt 1 got :( Tek tiştê ku  divê em jê bitirsin ew tirs bi xwe ye.) ji ber ku  dikare celew, serkot û bandorê bike , ji ber ew dikare mirovan bêhtir û bi hêsanî bi bumbe  bike û biteqîne dema ku ew bixwaze û herwiha xelk tê xapandin bi rêya gefxwarinê û mezinkirina berzkirina vê sambûnê û hîştina xelkê hest bibin ku tirsa mirovî parçeyekî naye veqetandin ji rêbaza xwedê di sizakirina mirovan de.

Di vir de divê em hundirê vê êşê vekolin, ji bo em wê nas bikin bi rêya vê kesayeta ê ku ji hêsiran toq nabe  û bi tiştê ku li dor  diqewime mijol dibe û herwiha tiştê ku di hundirê wê de çêdibe ji xwezî û kederan li ser jiyaneke bûye sehneyekî ji êş û bîranînan û rawestgehekî ji bazdanê ji rewşeke tije kembaxbûn, û eger cîhan mîna ku Şopînhawir dibêje ramanek be li gor têgihiştina babetî  jêre bi rêya zanînê em baş berdikevin ku çendîn ew êş raseyî ye, û dibe ku êş li vir kilîteke ji vekolîna rastiya hatinrêza mirov ji heyînê re be, û rastiya jihevketina civakî yê ku desthilata serkotker bû jêre sedemekî bi dirêjî dema mayîna xwe û kiryarên wê yên neyînî li ser takekesan ji bo fetisandina xweziyên wan ji  jiyaneke baştir, ji ber ku vîn meyldarê hêviyê ye tevî ku ew ji xemsarî û êşê ve nêzik e, û hemî zoreng ji bo berzkirina vînê bi yekbarî û pêşveçûna wê ye, û axftina li ser navdariyên mirovan dema ku çêbûn e me hêdî hêdî dehf dide raperînê li hember wan sirûştiyên hilgerî  û banga ji bo jiyaneke baştir, lê zêdetir pêdarî di rû bobelatan de, an guherîn  ji bo civakeke baştir zelaliya mayî li cem zanyar ezber dike, û ev guherîn ji têkçûnên deronî vala nabe yê ku penaber wê dijî ligel êş û xewinên xwe yên binpêbûyî li welatên xwe, welatên tirs û xemsariyê,  bazdan bi xwe cureyekî ji rûbirûbûna bêçarîtiyê  ji rewşeke nû re , berhinde em wê wekî rewşeke tal binav dikin û neçar in wêna ligel tunebûna nîşanên çareseriyê bijîn.
Em dikarin sirûşta mirovî pesindan bikin ku ew vedenga sirûşta gerdûnî ye û eynika wê ye, û wekî ku darên herî xurt û kokên xwe qayim di kûrahiya erdê de bêhtir dikare di rû bê , bahozan û felekê de xwe bigre, mirov jî yê herî xwedî bar û kanîbûn bûyerê hembêz dike û ew yê hêja ye,çaksaz e û dikare bimîne û serdestiyê li ser  bermayê hêmanên mirovî yê kêm yekbar dibin bike, û ev rewşa cîgehî eynî wê di rastiya zorenga pêşîn de  di nav mirovan de diyar dibe, û ji berê de koçberiya mirov kevin û nû û veguhêztina wî ji welatê xwe yê rastîn ve li welatê nû ew mîna hewildana bidestxistina xweseriya talanbûyî ye, û danîna lekeyekê li ser jiyan û aramiyê , û tekesiya me ku em parçeyekî ji hebûnê ne eger em li ku bijîn û herin an bimirin, û em vedigerin ji ew malzaroka fereh yê ku jiyanê durist dike,û herwiha derdên me nûnertiya naveroka wê dike, û ew dûre dûbare nûnertiya şirûştê ye di guhertin û guherîna wê de, ma ew vîn neman dibe tevî dilêşiya zehmetiyan û hatina bobelatan?!.
Ev pirs me dihêle ku em bi mirinê biramin ji ber ew guherîneke takekesî ye û ne nemaneke komî ye, herwiha ji bo ponijîna tirsê ji ber ew kelemekî bîngehîn e di rû guhertinan de,lê ew di her dem û qonaxî de tê şikênandin, û sikestina wî naye wê wateyê dawiya xwe, û metirsî beşekî ji bûyîna jîndar e di girtinheviya wî ji bo heyînê, serweriya hêmanekî li ser hêmanekê zorenga sirûştî li ser mayînê  berz dike, bi nemana hêmanên herî xuloxe û  lawaz, û ev bazdan ji bo serkeftina vîna takekesî ye yê ketî bin paşguhkirin, binçavkirin û serkotkirinê bi destika wan desthilatên ewlehî dewsa ku xweşiya mirov pêkbînin û mafê wî biçespînin û erkên wana rêxistin bikin, bûn metirsiyekî deronî naçe tenê bi xwestina nemana wê, lê dima destikek dûrxistin û nixûmandinê ji jiyana ku li ser yeksanî û rêxistina pêdiviyan rabûye, wekî Fûyirbax 1 di pirtûka xwe (Ponijînên bi mirinê ve) dibîne : ku hemî xebatên mirovî  ji evînê pêktên, û em dibînin ku nemana rastîn ji hezkirinê di tirsa mirov de ye ji tiştê ku li dijî bûyîna jiyana xuristî radiweste yê bi pîrozkirina nediyariyê aşkere dibe û pêşkêşkirina reftarên dilpakiyê yê tirsnak ji desthilatên sitemkar, ne tenê wisa lê koletî jêre, û wisa naveroka afirandinan li cem mirov têkdiçe û jiyana wî dibe şevpestekî demdirêj, û berxwedaniya mirov û xwesteka wî ji bo bighe jiyaneke baştir beşekî ji baweriya xwe bi hêvî û evînê ye.
--------------
1- Ludvîg Fûyirbax bîrnasekî intirbiyologîk Elman e, bi pirtûka xwe yê bi navê : naveroka xiristiyanîbûnê navdar e , têde rexne li xiristiyanîbûnê kiribû, bandora xwe bi nifşên ji ramanvanên pêş kiribû,mîna Karil Marks, Firîdêrik Encliz , Rîtşard Fagner û Firêdêrik Nîtşe.

Û  felsefa nemir em dibînin ku bandorekî xwe yê xurt heye û bê alî ranaweste li pêş pirsînin mirov li ber aloziya tirsê, yê wî dihêle ku  di qonaxa bêcaniyê de be,û dike bin serweriya ew dêwlaxî yê ku diyar nake tenê di pergalê mirinê de yê ku nûnertiya dawiya cîhanê bi rengê xwe yê naskirî li cem mirov dike, û felsefa yê dikare serkêşiyê li hember reftar û tivîkirinên mirin û sazkerê wê raweste  bi girêdana rastîn di navbera mirin û zanînê de diyar dibe, û ev yeka erka lêkolîna heyînê li cem zanyar li ferehiya hebûnê hêsantir dike.

Bedtirîn rengên mirinê ew rabûna sînorekî bilindtir ji tirsê di rû jiyan û siberojê de, û rewşa gelên buhara Erebî bibû niştecîbûn û têkçûn,bi sedema çaxên koletiyê yê bi temamî li ser gelan hatibû pêkanîn, bermayê desthilata serkotker bi hêsanî mêtibûn, û hevdû serkot kiribûn, ji ber vê mirin di dîtina min de ew nemana cergbûnê ye, û duristbûna tirsê di hemî warên jiyanê de,tiştê ku bijardeyan hîştibûn berve çekdariyê biçin,ta bibin êzing ji cengên vala re, navê pîroziyê lê hate danîn û ew çi têkiliya wê bi pîrozbûnê re nîne, tenê pîrozkirina hovîtî û bêhişiyê  û bû ji navdariyên civaka nezan, û fîdralîzimê mîna parçebûnekê binav dikin, û hevbeşî wek pilanekê , û demukratî mîna pilaneke Ewrûpî , û sitemkarî mîna tivîkirineke ezmanî olî, ev çavpestkirin  bi serketibû  civakên tîjandî bi gewrekirinên netewa olî  li kêmnetewan binêrin bi nêrandina li koleyên kedkar  ji bo ji wan re xewina yekîtiya Erebî an gewrebûnên şahînşahiya Osmanî an Farisî pêkbînin, ev hemî li ser hesabê milletekî resen reseniya rojhilatê û ewa gelê Kurdistanê yê mîna zinarekî sekinî di rû bêrolkirin , pişaftin û dûrkariyê de, tevî hatina qirkirin û komkûjiyan li ser, û banga ji bo şikênandina gemkirina tirsê ew mîna şikênandina mirinê ye, wek têgehekî nêzî vemirandin,bêcanî û bêliviyê.

Ew vaca sawdar qirkirinên rewşenbîrî û siyasî encam dabûn, asta metirsiyê li cem takekesan bilindtir dikir ji bo gihîştina jiyaneke ewle û civakeke zanyar, û yên ku neqşe û sînoran danîbûn pala xwe li ser rijandina xwînê dabûn û xistina civakan di qelibandineke dijwar û zehmet de,  ji ber ku bîrdoziyên xwînî bi rastiya xwe ve  tenê derbirînek in ji çavkarî û rûhişkirinê re  û xwestekekê ji serdestbûnê li ser hatin û samanê , ligel wê Kîrkêgor dibîne: ku tunebûn û netebitîbûn bi hevdû ve girêdayî ne, bandora tunebûnê ew ji encamê netebitîbûnê ye, û derbasbûna mirov ji binkeftinê re ji ber ku bi dijwarî rastî helwestên zehmet hatiye, jê hatibû xwestin ku bihna hilma nemanê bike bi zorê, ji ber ku xewin , hest û hêviyên nigaşî hemî ji lezdanên jiyankirinê di jiyanê de hatin e,li ser bîngeha ku bên e pêkanîn, û tenê megirtî ragehekî bedewbûyînî ye mirov dihêle ku nûnertiya dîtinên baştir bike ji cîhaneke bêhtir qayîm û hemîyan hembêz dike, berhinde çûna mirov bi netebitîbûnê re nasekine li her deverekî ku ew têde niştecî dibe, û rewşa pepûkiyê bi wê kesayetiya ya ku pepûkî jê hêz û hinira xurt dimije girêdayî ye, û bêhêviya yê ku mirovê rojhilatanavînî lê derbas dibe ji wê hinira neyînî tê wergirtin yê bi rêya wê her kêliyê dimre, ew tirs mîna hişbirekî dixwe û ji tamê wî hez dike, û timî li cem tiştek heye ku xwe jêre bitewîne, eger melle bin ku li ber destên wana dibe şagirt an rêberên yên ku ji bona wan derdikeve û bi navên wan bang dide,eger ew tişt ji hezkirina wî ta asta koretî û sofîbûnê ji wan re be an ji encamê tirsekî dighe asta mazoxiyeke beloq, û wateya vê yekê bilindbêjiyeke bi tirsê û xwe derxistina bervajî wê, ji bo parastina ew quretiya sexte, herwekî Can Bul Sarter dibêje ku ew raste  hebûn radighîne ku mirov bi netebitîbûn dijî û rastî netebitîbûnê tê ,ji ber vê em tirsê dibînin mîna tevinê yê li dor tevgera mirov xwe dipêçe, û jêre rêhevalekî pêwîst e, û ew gelên yên ku li erdnîgariya tirsê dijîn ,em wan dibînin bin siha firtone û cengên bê dawî dijîn , xuristiya mêjiya destjikar hilgirtî derdixînin yên ku ji bona wê ew hatibûn e avakirin, û dibe ku ew ramanên comî û nijadperestiya navdar ji xuristiya ew hişê ji temar û tembeliyê têrbûyî derkeve,ji ber ku nezaniyek bi jiyanê û rêya jiyankirinê heye, ji bilî ew tunebûna yê ku li dor wê jîndar tevina xwe dirêsîne, baweriya mirov bi hişên desthilatdaran û devberdana wî ji xweseriya raman , şêwe û xêza jiyana xwe heye, ew  asta hestê xwe  bi nemanê ve di xulek û hurgiliyên hebûna xwe de bi derbasbûna qonaxên curbicur leztir kiribû, berhinde metirsî destpêka pirsînê ye û pêşgotina wê ye û ew sedema pêşîn e ji pirsê li ser naverokên hundirî li cem zanyar,  û ev koçberî ji encamê guhertin û veguhêztinê ye ji çaxekî ta çexekê, û ew li cem yê din meraqa ketinê li cîhana hunerê xwarin dide , li gel wê pêşveçûn dûrî hênikî di ramandinê de û ketina di lawaziyê de heta dawiyê, û dibe ku mirin ew tirsa mezintir be li cem mirov, ji ber wê felsefa Hîdger dizîvire bi dayîna ew mirina mezinbûnekî li ser mirov serdest e, berhinde çi reşbînî li paş wê rewşek e siyasî gendel heye, û her felsefeyekê bi danasîna tunebûnê an penaberiyê an metirsiyê ve peywendîdar e, nûnertiya çêjekê hatiyê têkbirin dike, bi rêya gendeliya bijardeyê fermandar yê ku rolekî girîng ji  guhertina raman, huner û wêjeyê dilîze.

Zanîna engîzên kar bi ramaneke bi xwe ji paldariyên fişara daringî ya aborî ye, û ev teqandina bicihbûyî di hundirê mirov de ji ber serkotkirin û celewkirinê ye, û di hundirê wê hevgariyê de yê ku bi rewşa kesayetiya ya ku pepûkiya cîgirbûyî û reftarên bavanî dikşîne re diçe,em wê reşbîniyê mîna dîmenekî sextebûna wê hatinrêza di navbera takekes û civakê de aşkere dike, bin siha tirsa yê bi awayê xwe gelek qulan di meydanên jiyanê de hemî vedike, û ew herwiha derbirîneke li ser wê dûriya girs di navbera takekes û rastiya rewşa wî ya ji derd û xizanî têrbûyî, ligel ku ew di xwe de xweseriya xwe yî neyînê dijî heta di civakên yê ku têde dibe nişetcî, û ev bêhtir pirsîna ku ji kûrahiyeke bi êş û penaberiyê cîtengbûyî xurtir dike, azadî çiye?!, çendîn ew zoreng li ser mirov zor bû ,ta asta ku ew matmayîbûn bê sekinandin nîgar dibe di nîşan û çavan de li pêş holên xwînê yên berdewam bi derbasbûna dîrokê, ev hemî ji bo piştgiriya tirsê û pîrozkirina wê û ji bo piştrastkirina ku hizrê mirov di demên dirêj de bi serdestbûn û berzkirina hêza leşgerî û bidestxistina erdnîgariyê mijol dibe  ji berjewendiya rabûna hêmana serwer tenê, berhinde netebitîbûn li cem civakên mirovî leztir dibe û bi taybetî komînên gundan ji biveya gemarbûnê yê ji encamê alava cengê rodayî, ma çi azadî  ye yê desthilatdar ji bo rûbirûbûna dijminê xwe yê din dihilîne?!!, û gelek caran pêre dikeve lihevhatinê ji bo parvekirina sewikê, û ev yeka dihlêle ku gel ji mal û mafê xwe yê xuristî  bi sûdwergirtinê bê par bimîne û li vir em têgeha malgirtinê bi hêzê ve girêdayî dibînin, û ev yeka rê dabû ji bijardeyên serdest ku tirs û bizdankirinê di şerên xwe yên xwînî  de bikarbînin, û van koman piştî gelek gavên cengê binkeftî baskşikestî û penaber derdikevin, û di vir de em ti derfet di jiyankirinê de nabînin bin siha çavkariya desthilatdar û xwestina xwe ji girtinheviyê re, çawa wê tirs  bi dîmenê xwe yê cîgirbûyî bê hilkirin?!, li gel wê xuya dike ku ew narvîna civak û gelên yên li nasname û taybetmendiyên xwe digerin bin siha derdorekî dagirtî cengên hundirî û lihevhatinên derveyî, û ev hebûna heyî bi xwe têra xwe fereh e, lê bi hinek gelên  yên bi çandên xwe ve girêdayî teng dibe, ji bo ku newin pişaftin, ji ber vê jiyankirin tiştekî ne hêsan e  û çêdibe bin siha serweriya tirsa pîroz, û tirs naye jinavbirin ji bilî vîna mêjî û diyarkirina vac, ji ber vê şer dergehên xwe bi temamî dimîne vekirî, maf dimîne ramanekî li dor wê tenê bijardeyên yên bi wê girêdayî xwe dicivînin, li rex bijardeyên yên bi hevdû re dikevin rikberiyê  û her alî ji xwe re maf  dibîne û dike bihane di rû hevdû de, wisa herdû alî şerekî çarenûsî li hember hevdû pêktînin, ev şera nemanê ye, ji ber vê yekê hevrikî û girtinhevî di nav bijardeyan de ji encamê nemafiyekê ye ji alîkî û xwestekekê ji bo serwerî û serdestiyê ji alîkî din ve ,lê serkeftin dibe para  xwediyên pêkanînên lojistîk û teknîkî li ser xwediyê hinira maf û baweriyê pê.

Em li vir dibînin ku dîmenên pepûk ew têgeha tunebûn û tirsa pîroz pêşde biribû, ta bû girêkekî herî talanker ji mêjî û dilan re herdû, ji ber ku ceng û bobelat yê ku jê tên nîşaneke ji binyadkirina çanda mirinê girêdayî bi tundirewiyê ta ji civakan re bibe nanekî, ew civakên yên bûn e piroje û êzing ji cengên nemanê re, gefê xwe li ser kevir û mirovan dibarînin,lê bawerî bi armanc û kar ji bo pêkanîna wê ta bibe rewşekê dima xwestekek qayim vîneke bîrawer aşkere dike û zêde tebitî di rû zehmetî û pîlanan dimîne , ewê yên dewletan pêktînin ji bo birina parçeyên ji welatê dagirtî tirs û birgirî,û li ser wê hêrsa ya ku hêrsdaran nikarîbûn wêna berz bikin ta bikin destikek rizgarî ji tirsê re, ji ber dimîne rêbendekê di navbera mirov û rizgariyê, û li gel hebûna rizgariyê jê wek ramanekî lê rêxistina tirsê xwe bi huner û wêjeyê re meşand, û mora xwe bi xurtî li ser aliyên  jiyana mirovê rojhilatnavînî danîbû, û ramana rizgarîbûnê ji wateya wê ya naverokî nediyar bû, û kesê bawermend bi wê nikarîbûn wêna mîna hêzekê ji bo rizgariyê bikarbînin, û wisa em dibînin civak bin siha desthilata serkotker digiha kirêtirîn pileyên têkçûn û nizmbûnê, û ew di rastiya xwe de mîna zengilekî ye banga bi teqandina rewşê dike û wêraniya wê dewletê an rêxistinê, ji ber vê yekê sitemkarî bi serketibû bi parçekirina tiştê jihevketî bêhtir û parçekirina tiştê parçebûyî li gor hevpeyman û deqên mîtingeriyê, berhinde tiştê naskirî bi Sûrî, Îraq, Lubnan û Urdin, û her parçeyekê ji Kurdistanê dabûn e çar dewletan û ew Sûrî,Îraq,Îran û Tirkî, ta neqşe ji gelên yên ku ji binî derneketibûn ji derveyî bergê derve û ne ji destwerdana ricîmên serkotker yên bi pîrozkirina derve hatibûn çêkirin, û di nav destên wana de têne berdêlkirin, û wisa têgehên sitemkarî û sertiyê û ragehîbûn bi reftarên xwe yên dîrokî kûr ketibûn e nehestbûna komî.

Ma ne pêdiviyiek me yê xurt heye bi şoreşên hizrî rizgariya civakan ya ramanî bike bîngeh  ji armanc , binema û regezê xwe re, û girîngtir naveroka rabûna wê ew şikênandina qedexebûna yê tê naskirin bi serdestbûna tundirewiya olî ya pîroz, yê ew hilgirê hemî nexweşiyan e û cihê çi duriwtî û bedkariyê ye, û ji bo vê armancê em di pêşbirkeke dirêj de ne bi demê re ji bo gîhiştina bi jiyana nûjen li cihê aramiyekê bi rêya rizgarbûnê ji dîlbûn û koletiya nirxên demborîna puç, û ev yeka naye pêkanîn bi hêsanî an ji derveyî gotûbêja di nav gelan de , ne di nav siyasetmedarên koledar û bindest , ji ber ku hebûna wan di navendên fermandariyê  bi erka wanî bi pasdariyê ji desthilatên dewletên serdest  û ji bo qezencê ketine pêşbirkê ve girêdayî ye, û ew berpirs in ji girsbûna tirs û serkotkirinê li welatan ,  ji ber ew şivanên ragehîbûn û rehiyê ne (Cîhana Erebî) , û derdê takekes ne tenê di çarçova kiryarê wan di zordarî,serkotkirin û dûrkariyê de lêbelê bi diziya civakê bi rêya nuhvekirina gendelî û bêkariyê, û ev yeka bû encama pişûdaneke hundirî û valabûna hiniran bi lez (koçberiya hişmendiyan), û ev yeka ji me re rewşa windabûnê diyar dike yê hîşt ku rê bê windakirin û hestbûna bi lawaziya hatinrêzê beranberî henas û komê, û bazdan ji her tiştî dibe xwestekeke rastîn û zehmet, bersivdana sert li ser tirsê mîna berzbûneke ji qonaxa teqînê bi sedema qerpolî û fişareke mezin, gelan hîştin berve diyarbûna vîn û niyaza  xwe ji guhertina ricîmên xwe biçin, tevî ku bi zehmetî tê pêkanîn, lê belê rêya raperînê venagere li paş dema destpêkê , û narvîna xwe ku bêhtir toj û diyartir bibe,berhinde tevgera cemawer bi pêdiviyên rêxistinkarê neqşeyan ji bo guhertinê jî girêdayî ye li gor pêwîstiyên bi hatin û hevsngiyên nû, herwiha bicîkirina li ser rewşa hêrsa cemawerî ew nîşaneke ji nemana serdema tirs û bêdengiya reş yê gelekan dehfdan ji bo li ser tirsê biserkevin, û wisa qonaxa duyem a girîng ji bo civakê durist dibe û li gor wê raperîn ji bo guhertina desthilatê tê pêkanîn tevî guhertina nexweş ji hiş û xwestekên hilbez.

Û şopa zordariyê li ser civakê ji zaroktiyê çêdibe û dan û standina zarokan bi cîhana mezinan re û reftarên wan li gel wê reftarên sert yên ku destwerdanê dikin bi pêşesazîkirina hizr cem zarokan, û perwerdeya sert wan berve zordariyê dehf dide, wek bicîkirina armanc û mebestên sazkerê mirin û cengê ,berhinde civak mafdariya xwe bi hevjiyanê ji dest dide bi cîgirkirina têgeha xwedîtinê , hevkêşiya serwer û kole, herwiha serdestbûna efsanê hîşt ku dergehên zordariyê vekirî bimînin li pêş kesên yên dixwazin rengên nezaniyê û belavkirina têkçûnê li jiyanê zêde bikin, berhinde mêtina zarok çêdibe ji çi tiştê ji derve tê bi rêya wergirtinê yê ku ji aliyê mezinan ve  tê sepandin, ewqasiya êşê berz dike ji cueryên perwerdeya çewt û bi derbasbûna me bi gavên zaroktiya zehmet bin siha ricîma civaka nêrîtiyê, divê em bizanibin bîngeha serkotkirinê û celewkirina nêrika afirandinê li cem zarok ji dema rojbûna wî û baweriyan destwerdanê dikin di sazîkirina deroniya takekes de û heta astekê dihêle çarenûsa wî bê naskirin û di şahiyê an jarbûnê wî diyar dibe, ji ber wê em girtîbûn bêhtir dibînin ku bi hêsanî derbasî henasên civakê dibe û bi têgehên wê dileyze, ji ber vê setembarîbûn ne tenê hesteke , lê ew jiyankirin e û jiyaneke rewşên mîna dîlbûn û qutbûnê  ji dema niha û siberojê ve hembêz dike, û sedemên kargêrîkirina çevsênîkirinê  ji aliyê ricîmên navendî ya gelemperatî peyda dibe, ev sîsteman di astengekirina gîhiştina civakê ji bîraweriyeke tê xwestin dîtibûn  rêyekê ji belavkirina tirs û serkotkirinê û çandina sawê, û dîtibûn ku ji berjewendiya xwe ne ku mirovan têxin bin kontirolkirina xwe û çandina sawbûnê di hundirê wan de ji çaxî zaroktiyê ve, ji ber vê pêwîst bû çêkirina wê girêdanê û binavkirina wê di nav reftarên civakê û reweştên wê û di nav desthilatê de, ji ber ew du nîşan in temambûyî ne û ji çandeke dîrokî stona wana zordarî û nezanî ye, ji ber vê reftaran rolekî di perwerdekirina takekes de dilîzin, bi mêtina tirsê bi rêyên bi seyr, beşadar dibin bi pêşwazîkirina bêhtir lêdanan yê xuristiya civakê derdixîne holê.

Gustaf Lobun şiyarî dabû ji vê bidûketina cemawerî a ne hişmend li gor binavkirina wî, ku bangên guhertinê dibe ku bêne guhertin  û tenê  slogan bimînin , jê rêxistin û cudabûn kêm bin, ji ber  ku di wê kêlîkê de civakan hewayên sertbûn û nîşanên wê bi dû xwe ve wê bikşînin, di pêvajoya tirsa bi rêk û pêk ve yên desthilatên gelemperatî wêna birêve dibin bi awayekî bê sînor û mîna şerekî stratîcîk berê nehatî rodan, bi encamê wê pêleke ji koçberiya sert diqewime, û herwisa çi çare  li pêş cemawer nîne ji bilî ku tirsê  bişkîne û serî hilde li hember çi tiştê ku destdirêjî dighîne rûmeta takekesên wê, berhinde tewrîvanê sosiyalîst  ya Elman Karil Kawtiskî 1 wisa dibîne : ( Êdî wek diyarbûna rojê diyar dibe  ku zorengên siyasî û aborî di demê me yê niha de û  bi plieyên herî zêde ji kiryarê cemawer e.)

---------------------  
1- Karil Kawtiskî : bîrnas, rojnemevan û konîvan, û tewrîvanekî sosialîst Elman û Tişîkî ye, li bajarê Birag di 16.10 de sala 1854 de jidayik bûye û li Emistirdamê di 17.10.1938 de mir. Rêveber e di partiya demukratî ya sosialîst a Elman de bû, û yek ji navdartirîn tewrîvanên Mariksî li Ewrûpa yê û cîhanê piştî mirina Firîdrik Engliz.


Û cemawer bi hemî pîlanên serdestên xwe bandor dibin û herwiha bi pêşesazîkirina nerîna giştî jî, û ev yeka nema nehêneye, ew bi piştrastîbûn êzinga xuristî ye ji tiştê ku li ser wêna tê sepandin li gorî xuristiya rewşa wê û rihê jiyana wê ya jiyanbûyî, û ev yeka erk datîne li ser bijardeyên wê yên ronakbîr ku hewildanê bikin ji bo rizgariya wêna ji  windabûna wê  bi bermayên hişmendiya gerewbirî ji her roparteke desthilatî armanca wê zêdebûna stûxwarî û kedîkirinê, berhinde em cemawer dibînin ku ew hinek guhên vekirî ne ji bo pêşwazîkirina çi nerînê û bi wê awayekî bi rolên xwe yên cuda radibin, beranberî vê rastiyê desthilatên zorkar li rojava an li rojhilat hewil dabûn ku tewriyan saz bikin ji bo stûxawrkirina tofekê ji bo serkeftina tofê herî zane bi sirûştiya cudahiyê di davbera civakan de, li gorî pileyên têgihiştina wê ji jiyan û alavan û bê guman ku derketin ji berfermankirinê zehmet bûye bin siha çavbirçîbûna ekranên raghandinê di pêşesazîkirina hewayê guncaw  ji ceng û girtinheviyê re bin reng û navên cuda, ji ber vê nîşankirina vê yekê bûye erkekî zanyarî zanyarên ne gerewbirî xwezî dikin wêna aşkere bikin, li pêş fişarekî girs û şerekî dijwar ,konîvan û mêrên aborî wêna kontirol dikin, ji bo sersimakirina nirxên jiyana xuristî beranberî bicîkirina zordariyê li cem cemaweran û sepandina şer li ser wan, veguhêztina rewşê bi awayekî pepûk û bi êş ve tenê ew dîmenekî rastîn e ji awanteyekê wê biqewime ta cemawer jê encaman wergrin, taku têkiliya wê ya nû bi ricîma fermandar re diyar bibe, û bi vî rengî şêweya sîstema lawaz aşkere dibe piştî awanteyeke zuha û şîn bişewitîne, berhinde em cemawer dibînin ku roparta desthilatî dimêtin bi awayekî bi seyr , û xwe aşkere dikin bi riwê şivanê wê desthilata hişmend bi berçavkirina ajanan li gorî binavkirina wê, em dibînin ku çendîn har xuya dike di derbarê şerê bijardeyê din, û ev yeka di raperîna Qamişlo de  di 2004 de diyar dibe, çandina ku desthilat çinî kiribû diyar kir bi gurkirina rewanê serî û xwebînî di henasên cemawerên xwe de bi  awayekî bîrdozî giyanê kîn û tolhildanê  li cem bijardeyên xwe bervajî kiribû yên ku bi roparta wê  meşiyan bi rengekî bi lez, wisa em tundirewiyê mîna nanekê kifikî dibînin , ji bo civakên yên li gorî ragehê desthilata sitemkar jiyabûn bi mazoxî û sadiyeke dikeve cihê matmayîbûn û tirsê, berhinde cemawer li gorî kiryarên fermandarê xwe diçin, bê guman şofîniyet û mezinayîya dîrokî hildigrin li hember gelên kêlek an yên bi wan re dijîn, û zehmet e ku karibin guhertineke naverokî saz bikin,  ji ber ku bi zorê hatin dehfdan ji bo bibin êzing û bikevin xefka desthilata serkotker  yê cemaweran bikartîne ji bo bibin dijminê hevdû, ji ber vê yekê em beravêtina zehmet dibînin ku cîgir e li pêş gera zanyaran  ji bo bergiriya hişên nifşê nûbûyî bikin û wana bi wateyên ramandina afrênerî û rexina sert têr bikin, ji ber ew hijmarê girs bi şerên ketî ne di deronî û çêja bawermendên derdên desthilatiya sitemkar yê ragehîbûn û netewbûnê ji xwe re kiribûn cilekî pîroz, ji ber vê pirnetewa Erebî a bi tewriya sitemkarê dadmend ve bawer  dibe ew roparta netewî efiyonkêş kiribû dema ji bilî Ereban mîna şaneyên ku dewletê lawaz dikin binav dikir, û dibin astengiyekê li pêş xewinên dîrokî yên xweş ji yekbûn û berdewamiya serdestbûnê, herwiha em Tirkên netewperest û Firsan  dibînin dema regehîbûnê carne bikartînin û carne netewiyetê ji bo bi wana binkeftina siyasî ya hundirî binixumînin, ew razankirina desthilatdarî ji cemaweran re dîrokê li çaxa zivîrandina di cih de bi rêve biribû, û cemawerê yê bi -tîma Fitiwwê - re çûn yarîgeha Qamişlo di dema raperîna Qamişlo de sala 2004, û dest bi şer kirin û banga bi jiyana zorkarê berê Seddam Husên kirin, ew eynî wan in yên li hember koledarên xwe derketin bi sloganên pûç bang bi roxandina ricîma serkotkar kirin yên diho jêre koletiyê kirin ( Gel dixwaza ricîmê hilweşîne), wisa em yên ku sitemkariyê li ser cemaweran meşandibûn dibînin çawa mîna hev in ji ber armancên wan weke hevdû ne bi xapandina cemaweran û cîgirkirina nezanîkirina wan, ji ber wê em ricîma hişê hemûyî biribû yên xwe gerewkirin e ji roparta desthilatên gendel yên bûn e rûnivîsekî çermok jê, ji ber peywendiya xwe bi kenalên desthilatê bi baskê wê ya alîgir û dijber di eynî demê heye, ta tirs hevserê xwe bi hêsanî bi wan re danî û ketibû di wijdan û hundirê cemawerên rojhilatnavînî de, û dorpêçkirina yên  desthilatên totelîter  çêkiribûn û bi kokê xwe yê tiyoqratî ew yê ku rê dûz kiribû ji çêbûna hingemeyê mîna encamekê ji wê serkotkirin û celewkirina berdewam  li hember hişmendî û hêzan hatibû pêkanîn , ew hêz û mêjiyên yên ku sînor danîbûn li hember binpêkirinên bobelat  yên ku wijdan û jiyana cemaweran hejandibûn, û nehêneya  şîrovekirina girêdana van cemaweran bi serdangeh , goran , serokên nîşan û kesayetên partîtî olî gelo çi ye?!, ew  ji wê rebeniya a ku ji desthilatan û şaneyên wêna yên biçûk (Partî, komeleyên bi wê girêdayî,dezgehên ragihandinê) derdikeve, ji bo têrkirina  giyanê valabûnê û tembeliya hişmendî di nav hînckarên wêna yên ku naxwînin û tênagihin, û bi çi ropartê re ku ji jor tê dimeşin, heta ku ricîma sazmanî dibe ku  ji hewayên wan biyan be, berhinde şîrovekar û ravekar bêhtir dibin bi zêdebûna xwediyên derdan bi awayekî bi saw, kêşeya rastîn ya ku lîstoka desthilatdar aşkere dike dema qirêjtirîn rolên xwe dilîze di xapandinê de û ev yeka bi serweriya xwe berz dibe, dema li ser textên fe

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark