Silav ji bo te serdarê partî
Hozanê bilind simbola aþtî
Tû rengê Diktor Fûad û axtî
Þahê partîzan Nûredîn Zaza
Roja te partî ji bo me çêkir
Navê demoqrat te rabû lêkir
Koçka xebatê ji kurd re lê kir
Firî asîman tû rengê baza
Ji bona partî: dibûyî dûrbîn
Ji kadiran re: dimayî hûrbîn
Li þofîniyan: dikir te qêrîn
Qîrên te xweþbûn bêtir ji saza
"Eger divêtin nebin tar û mar
Kurdî bixwînin her gav û her car
Payîz,zivistan, havîn û buhar
Da hûn nebin wek: Aþûr û Laza
Eger hun bêtir divêtin xweþ nas
Bibin bi xelkê..re dost û hev nas
Ji Kurdan hun bibin xweþ rênas
Dîsa bixwînin bi kurdî aza"
Bi wî denge zîz te bankir xorta
Dijmin divêtin bi pesn û forta
Bo we bikolin kortal û korta
Da ku nêçîrkin we rengê qaza
Ji bona hun hew bibin giriftar
Dijmin nexwin we rengê gurên har
Li dijmin bibin win pêtî û ar
J`hev bidne alî yên pîs ji taza
Tû hatî girtin bi çendê cara
Li"Mezzê" tu bi... destê neyara
Li `Emmanê" tû b `destê xem sara
Li"Musil" te dan kaþ û hevraza
Bo milletê xwe sed jan te kêþa
Ji bo sêwîyan tû pir di êþa
Bo xebata gel te da sed bêþa
Ketî rojên teng sawêr û raza
Di ber millet de tû bûy sitem bar
Eþay di ber de tû mayî xem xwar
Cor û cefa dît ji dest sitemkar
Te dabû ser rê.... Li kaþ û gaza
Ey kurê Kawa nevyê Þerefxan
Bo kurdê Sûrî tû bûy Bedirxan
`Ubeydê Nehrî Xanî,Seyid Xan
"Cinef" te himbez... kirî þehnaza
Ew ramanên te sade ji zêr bûn
Herdem li jor bûy Lê em li jêr bûn
Ên nijad perest Li ber te gêr bûn
Siyaset meda. . . . .rê jîr û aza
Li pêsiya gel her tiþt dizanî
Le ma em çibkim me hew dizanî
Dimay tu suxtê þêrê Barzanî
Bo pekanîna doz û niyaza
Pêþîwayê min kurê Þêx Se`îd
Suxtê Barzanî û Qadîyê þehîd
Bo kurdê Sûrî tu newroz û îd
Namrî.tû saxî Nûredîn Zaza
Têbînî:
-Ev helbest, di þevbêrka ku "Partiya democrat a kurdî li Sûrî" di pêncî saliyê damezrandina xwe de li bajarê "Qamiþlo" li dar xîstibû, hate xwendin.