Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Ey Felek

 


Bavê Zozanê
 
Bi rastî dema navê hunermendê bala Mihemed Þêxo tê gotobêjkirin yek ser deþt û  çiyayê Kurdistanê tê ber çavê me, yan jî - ey felek bo te dinalim bo çi nêrgiz çilmisîn – dikeve guhê me

Bêguman merov tar û mar di be di bin wî barê kul û xemên ku Mihemed Þêxo çil salî bi xwîn û rondikê xwe av didan  wisa bi bihna wan þêniyan wan kulan wan xeman awazên xwe di hûna û dirêst ,bihna kezeba wî tevlî endekoyên kurdistanê dibû loma me serxweþ dike di wê kelaha xwede..


Mihemed Þêxo deryake bê binîye her kes nikare tê de melevaniyê bike wisa jî merov nizane  ji kude dest pê bike yan jî li kû de raweste..

Jiyana wî mîna ava mezin tev kêferat bû
Serê xwe qet ji dijmin re ne diçimand,
Mihemed Þêxo xwedanê helwesteke bê hampa bû ,xwe û zarokên xwe terxanî welatê xwe kiribûn,loma jiyana xwe tev li penaberiyê qedand ta ku gihiþte Mehabad ê kaniya xwîna þehîdan li rojhilatê kurdistanê.
Carekê ji hevjîna wî pirsên ma Mihemed Þêxo gelek êþkenca ,girtin û zindan dîtine,diya Felek got:Mihemed Þêxo di jiyana xwede pêvî girtin û lêdan ê rastî tiþtinî mestir ji van  hatiye...

Dikarim bêjim kû Mihemed Þêxo Pêþmergê strana kurdî bû wisa jî melhema birîna netewiyetê bû ,guhdarvanên wî ,xwe û herçar parçê Kurdistanê di stranê wî de didîtin,bihna nexweþan di anî  ber wan ,hêviyên kalan xweþ û bihêztir dikir.

 Gotinên stranên wî neqandî bûn  lê ewî bi deng û awazên xwe ew gotin û helbest bi þewq û rehnî tir dikirn.

wek hatiye gotin yê mezin û çak zû ji vê cihanê bardike dêmek M.Þ mezin û çak û bê hampa bû…
Mezin jiya ,mir mezintir bû,
Naxwazim dirêj kim M.Þ afsan bû,jiyana wî afsan bû, zewaca wî afsan bû stranên wî afsan bûn.

Di dawiyê de sersaxiyê wisa jî  parastin û serkeftinê bo zarok û hevjîn û malbata nemir Mihemed Þêxoez ddixwazin,her wiha ez hêvî dikin ji yezdanê dilovan ku gora nemir M.Þ bike parçek ji buhiþta xweya rengîn.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.42
Bi Tevahî Deng: 7


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark