Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Daxuyanî: Daxuyanî û þermezarkirin ji bo raya giþtî.

 


Brûsk Þêxo

Min berê jî naveroka wê pirtûkê red kiribû, ku ji aliyê kesên ku xwe wek nivîskar û helbestvan didine diyar kirin, weke yê bi navê Miþeal Osman û hevalê wî Îbrahîm Ebdî, derbarê Mihemed Þêxo û hunera wî de.
Her wiha beriya çend salan min bi Miþeal Osman re pêwendî danî û jê re got ku naverok û babetên pirtûka ku ew dixwaze li ser jiyan û hunera Mihemed Þêxo biweþîne ne rast û durust in, û gelek þaþî tê de hene, û tê de delîl û belgeyên rasteqîne li ser jiyan û hunera Mihemed Þêxo tune ne.


Min jê xwest ku wan þaþîtiyan serrast bike û ji malbatê re biþîne, da ku berî çapkirina wê naveroka pirtûkê piþtrast bikin da ku, wekî niha em bi kesî re nekevin tengasiyan, û her yek ji me mafê xwe bigire, ji bo ku em roniyê bavêjin ser bêtarên ku ji roja wefata Mihemed Þêxo de tên pêþiya me ji layên kesên wisa ve. Lê mixabin wî jînenîgariya Mihemed Þêxo jê bir û tenê huner û berhemên wî çap kir, bê ku rêzgirtina mafê çapê û belavkirin biparêze, û bê ku erêya malbatê û zaroyên Mihemed Þêxo bistîne. Wê demê îddîa dikin ku Mihemed Þêxo samanê wan e jî, wek çawa samanê gel e, em înkar nakin û em bi tiþtên ku Mihemed Þêxo pêþkêþî gelê xwe, û ji bo doz û hunera xwe kiriye jî serbilind in, lê divê bi kêmanî rêz ji taybetmendiya agahiyan re hebe, û ji bo ku eynî þaþiyan dubare nebin, pêwist bû li malbatê vegeriya, ne ku bibe wek tolhildana ji malbatê, û seqetkirina dîroka kesayetiyek dîrokî ku jiyana xwe ji bo gelê xwe terxan kiribû.


Mixabin em ketine serdema daristanan, û êdî rêz ji maf û ked û taybetmendiyan re nemaye.
Ji ber wê, û di rûpela xwe ya taybet de, ez vê pirtûkê red dikim, û ezê karekî qanûnî bidim pêþ û meþandin da ku, kiryarek wisa bê cezakirin, ew yên ji hin aliyên naskirî ve dilivin, û kî li dû wan mijaraye, û ji bo ku her kes sînorê xwe bizanibe.

Brûsk Þêxo
Almanya 14.02.2023

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark