Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Berhemên Nû: Nivîskarê Kurd Qado Þêrîn, pirtûkek li ser «Mihemed Þêxo» derxist

 


Xalid Cemîl Mihemed
Ebdulsemed Mehmûd

Nivîskarê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Qado Þêrîn, pirtûkek bi navê `Mihemed Þêxo - Huner û Jînenîgarî` belav kir.
Hunermendê Kurd, Mihemed Þêxo, ku wek Bavê Felek tê naskirin, yek ji kesayetiyên ku pencemoreke wan a berbiçav, li ser rûpela dîrok, kultûr, huner û dengbêjiya Kurdî hebû û hîn jî heye.
Di çarçoveya bilindnirxandina rola Mihemed Þêxo de, nivîskarê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê, Qado Þêrîn, piþtî keda 3 salan ji kar û lêkolînê, pirtûkek bi navê `Mihemed Þêxo – Huner û Jînenîgarî` belav kir.
Di vê pirtûkê de, Qado Þêrîn stranên Bavê Felek û gelek zanyarî derbarê huner û jînenîgariya wî nîþan dane, ew jî bi mebesta belgekirin û ronîkirina çend aliyên girîng, ji jiyana û hunera Mihemed Þêxo ye.


Nivîskarê pirtûka “Mihemed Þêxo - Huner û Jînenîgarî” Qado Þêrîn dibêje “Mihemed Þêxo - Huner û Jînenîgarî ji weþana Dar Zeman derket û ji 364 rûpelan pêk tê. Pirtûk ji 5 beþan amade bûye; gotar û lêkolîn, stranên Mihemed Þêxo, note, wêne û belge û portret. Her wiha pêþgotinek gelekî dirêj jê re nivîsandiye, di pêþgotinê de wî gelek xalên ku pirsgirêk yan jî stranên ku pirsgirêk li ser wan hebûn zelal kiriye, ku ew stran li gel awazan ji ku hatine, çewa gihîþtine Mihemed Þêxo û çewa Mihemed Þêxo stirandine, bi delîl û belge û ji hevpeyvînên nivîskar, hunermend, helbestvan û ji pirtûkên wan wî belge kiriye bê çewa helbest û stran gihîþtin e Mihemed Þêxo.
Beþên pirtûkê:
1-Gotar û lêkolînên bijartî:
Di vî beþî de hin gotar û lêkolîn bijartine û ji navnîþanê xuyaye ku hin din jî hene lê nekirine pirtûkê, hin hevpeyvîn ku bi Nemir re hatine kirin berî dilovaniyê di hin kovaran de, û hin gotar û helbestên di þîna nemir de hatine nivîsandin.
2-Stranên Mihemed Þêxo:
Di vî beþî de hemî stranên ku M.Þêxo gotine hene, piþtrast kiriye bê helbest a kê ye û awaz a kê ye. Strana ku pirsgirêk li ser heye, ji aliyê mamosta Qado ve hatiye þirovekirin û nerîna xwe gotiye, wisa jî helbest û awazên folklorî jî eþkre kirine.
3-Note:
Ev beþ yê noteyê ye ku 11 Stran ji hêla Ibrahîm Þêxo ve hatine notekirin cihê xwe di pirtûkê de digrin
4-portrêt: ango wêneyên M.Þ yên bi destên Þêwekaran hatine nîgarkirin.
5-wêne û belge: ev beþ hin wêneyên nemir in, û hin belgeyên ku pê helbest û awazan piþtrast dike bê yê kêne.
Qado Þêrîn di pirtûkê de diyar dike ku, Mihemed Þêxo ne hema tenê hunermend bû, belkû semboleke gelê Kurd e. Yanî Mihemed Þêxo ji bo wî hema hema di asta Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Seyîd Riza, Þêx Seîd, Qazî Mihemed û Barzaniyê Nemir li gor karînên xwe bi rêya hunêrê ji gelê Kurd re kir. Yanî Mihemed Þêxo di rêya hûnerê re tiþtê karî bû dilsoz bû bi gelê xwe re, da gellê xwe, wî jî hewl da ku keda wî biparêze û xwedî li dîroka wî, mîrat û hunera ku ji me re hiþt derkeve. Ji xwe “pirtûk encam û berhema keda Mihemed Þêxo ye”, wek ku nivîskarê pirtûkê dibêje.
Mihemed Þêxo di 1948an de li gundê Xecokê yê bi ser bajarê Qamiþlo yê Rojavayê Kurdistanê ve hate jiyanê, lê tenê 41 salê jiya, û di 09ê Adara 1989an de, bi sedema krîza dil, li bajarê Qamiþlo, koça dawî kir û bi hezaran xelk li pey darbesta wî, bi xemgînî çûne mezelê Taxa Hilêliyê ku, gora Bavê Felek li wê derê ye. Her salê jî, di heman rojê de, xelk wî bibîr tînin û weke rêzgirtin û pêzanînê, serdana gora wî dikin.
Di wê pirtûkê de hatiye: “Mihemed Þêxo mezin bû, mezin jiya, mir mezintir bû.”
Têbînî: ji bo peydakirina pirtûkê li malpera nivîskar “www.qadoserin.com” vegerin.
25/11/2022


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.14
Bi Tevahî Deng: 7


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark