Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Di bîranîna Sêyem ji koçkirina Mamoste Ebdilhemîd Derwîþ de

 


Hiþmend Þêxo

Di 24 / 10 / 2019an de gelê kurd û Tevgera Rizgarîxwaza Kurdistanê xebatkar û serkirdeyekî mezin oxirkirin ew jî damezrêner û sekreterê partiya me heval Ebdilhemîd Derwîþ e.
Mamoste Ebdilhemîd Derwîþ hevalekî xebatkar û cefakêþ bû , siyasetmedarekî navdar bû di nav gel û tevgera rêzaniya Sûrî , Kurdî , û Kurdistanî de. Herwiha ew serkirdeyekî çalak û
bîrbir bû di çareserkirina pirsgirêk û qeyranên
Siyasî de.


Mamoste Hemîd jiyana xwe terxî gelê xwe kir û di rêveçûna xwe de karî bû kûrtirîn peywendiyên diplomasî li ser astên Sûrî , Kurdistanî , Herêmî û Navdewletî peyda bike , û ma pabend di tekoþîn û xebata xwe de heya bi kêliya dawiyê ji jiyana xwe.
Heval Ebdilhemîd Derwîþ Xebatkarekî Kurdistanî bû , bi dirêjahiya salan ji jiyana xwe ya xebatkarî xebat û tekoþîna wî herdem ji bo xizmet berjewendiyên gelê kurd û doza netewî ya kurdî de bû. Herwiha xwedî rolekî çalak bû di damezrandin û pêþxistina peywendiyên Kurdistanî de , û bi hemû þiyana xwe piþtgiriya tekoþîna gelê kurd dikir , lê bi mercê taybetmendiya gelê kurd û tevgera netewî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê.

Ey hevalên xebatkar û gelê Azadîxwaz

Em di Partiya Demoqrat a Pêþverû ya Kurd li Sûriyê de bi rêzgirtin li hember bîranîna Sêyem ji koçkirina hevalê xebatkar mamoste Ebdilhemîd Derwîþ radiwestin û bibîra xwe tînin wek kesayetiyekî siyasî, hiþmend û rola xwe wek serdarekî karîzmî berz li ser asta niþtimanî ya Sûrî , û li ser asta netewî ya kurdî û Kurdistanî û navdewletî de , koçkirina wî di vê qûnaxa rêzanî ya hestiyar û çarenûsî de ziyanek mezin bû ji hemû gelê kurd re.
Mamosteyê min : Bi navê Kurd û Kurdistan û bi navê Partiya Pêþverû em soz didin ku emê li pey hiþmendiya te bin û emê berdewam bin di xebata xwe ya netewî û karê partîzanî de heya ku gelê me ji dagîrkeriyê rizgar dibe û dighê mafên xwe yên netewî di welatekî Azad û Demoqrat de.

Bavê Axtî tu namirî tê herdem di dîroka gelê xwe de bijî
Sed silav li giyanê te ey endezyarê rêzaniya kurdî li Sûriyê

  Heleb / 23 / 10 / 2022

*Endamê Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêþverû ya Kurd li Sûriyê


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark