Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Encamên tunidyê û şopê wê li ser civakê

 


Rêber Hebûn

Karil Marks  1 çepandinê di naveroka xwe de dîtibû ji encamê nakokiyên di navbera pêdiviya bi pêşveçûna giştî  ji mirov re û zikmaka civakê a sînordar  ve (R133- li paş leylanan-Îyrêş Firom) ji ber ku mirin ji bona guhertinê di binemala xwe de vedigere ji wan nakokiyan ve, û yên li ser civakê de rewşên hevgarî û lawaziyê  tivî dike, ji ber ku civak bi leylana guhertinê ve girêdayî ye.


Mirinek heye mirov di hundirê xwe de amade dike, eger bi êrîşkirina xwe li dijî din an bergiriya xwe ji xwe re  li hemberî êrîşên din yên bi ricîma xwe yê taybet ve çekdarbûyî ye, û ji vir em dikarin tundiya xwînî têbighin ku ew girtinheviyek e malgirtî ye, di nav xwe de baweriya takes bi pakiya bîrdoziya xwe û mafê wî bi kuştina rikber yê li aliyê din ve ye, û raman pêdiviya xwe bi dabançe û bombe heye ta bimînin, û kêm nîşan ji vê yekê tiştê ku me di dîrokê de dîtibû ji cengên pîroz û komên yên şerê hevdû dikin û bîrdoziyan diafirînin wek bihaneyan di kuştin û dizî û talankirinê, em vê rewşa heyî têdighin, ku ew nemana hatinên heyînê bi bihaneyên pûç bi şîrovekirina maf û nirxê sincî ve girêdayî ne, cengên ji bo parastina nirxên xwedê an welêt, û li paş wêna destê gemşoyan dirêj dibin, yên mîtingerî û ferehbûnê kirin û şanişîn û şahînşahiyan ava kirin beranberî wêrankirina şanişîn û aboriyên din yên hebûn.
--------------------------  

1- Karil Marks: ji malbatek e ciho  qata navîn jidayîk dibe, li bajarê Tirîl li Rayinland a Birûsî, û ew a duyem e ji malbatek e ku ji 8 zarokan pêktê, Hayinrîş Marks (1777-1838) ew parizgehek bû, ji malbatek e ji cihoyên Işkinaz bû, lê Marks ne oldar bû, tenê di rihê xwe de ciho bû, dapîrê wî oldarek î Holendî bû.


-Wêje li vir radiweste ji bo piştgiriya aliyê xirbûyî li hember yê li dijî xwe, û baroda bandorkirina rewanbêjî di vir de beşek e naye parçekirin ji şerê şîrovekirina maf û piştgiriya bawerî a bi ezberkirina pakiya rehî û bîrdozî ve têkilbûyî ye, û ev yeka bi bermayê komê ve girêdayî ye.

- Xemgînî û mirin şêwaza jiyanê di dema cengên hundirê de binav dikin, û di cîgeha ne ewle de ti kes nikare jiyana xwe ewle bike, di çarçova rewşa amadebaşiya deronî de, em dibînin komên xelkê tevlîhev in, timî di rewşa amadebûnê ne ji buyerek e dibe ku çêbe, dema sivîl dibin leşger (Rojavayê Kurdistanê û gefên Turkiyê) û hewayên civakê tên e guhertin, êdî bi aramiyê rehet nabin ,ji ber ku dibe aramî li paş wê bahozek hebe, û merasîmên mirinê bûn e tiştekî asayî, merasîmên li ser vedenga stranên şoreşgerî yên xemgîn, mirin bûye ahengek û dîmenên mirinê bûn e rêyek e ji rikberiyê û beşdarbûna di ceng û girtinheviyê, ev bûye hewak e bi cengê têkildar e û hevgirtin di riwê berekerê maf û yê hêrîşbirê li ser erdê, şêweyên bergiriyê rewayî berz dibin,û gel li vir biryar didin ji bo bimînin û li nasnameya xwe xwedî derkevin, ta cîgirbûyî li hember pişaftin û nemanê bimînin, û mirin ew baca jiyana bi rûmet e,û berzkirina vê yekê girîng e,û dihêle mirov di hundirê xwe de bi vê bawer be, bi rêya wê pêdanê, û dema xweşî pêkwere, û aramî cîgir bibe, divê mirov hemî rikberî û zehmetiyên yên rastî ew rêya tev kelem û barên giran  derbas bike, ji ber azadî pêdiviya xwe bi perwerde û şênkirinek e ramanî û giyanî heye, ta takes ji xwe re misoger bike ew rewana a kar û rabûnê desteber dike, ji ber nirxên şirûştî ne tenê gotinên tewrî ne li deryayên rewanbêjiyê de avjeniyê dikin, lê ew çawaniyek e jiyanî ye ji bo bi serxistina wê û berzkirina wê di jiyana rojan e de, mîna rewşek ê ye, gumanî û nediyarkirinê napejirîne.

Û romana niştîmanî komên nirxên zanînî kurtas dike ta bibe mertalek e ase di riwê jevketin û tirsê yên ku ricîmên serkotker li hember cemaweran didomînin, ta ku wê ji rikberî û baweriyê rût bikin, û ev yeka di riwê dayik û bavan de disekine, dema zarokên xwe, kezebên xwe dibînin,  ref du ref berve mirinê dikevin pêşbirkê, ji bo xelata şehîdbûnê wergrin ji bona welatê xewin (Kurdistan), û herwiha ji bo pirsgirêka demukrasiyê wek hevyekek e babetî bi serkeve, û ev yeka dikeve dewsa koletî û milhurîkirina civakî.

Û hewila cemawerên hêrsdar ji bona azadîbûna qatî  û wekheviyê ye, beranberî bijardeyekê destê xwe datîne li ser pere û desthilatê beranberê li rex bijardeyên yên birçîbûn, xizanî û nezanî wana dorpêç dikin, li kêlek binçavkirin ,mirin û girtina dev.

Û derçûna endamên laş bi encamê şer dibû buhayek e giran beranberî ewlekirina nirxê gorîdanê û derxistina wê wekî nirxek e rêzimanî, û veguhêztina wê li rewşa jiyanî de.

- Çîroka girêdana zanyar bi heyîna xwe ya niştîmanî ve roman û destanên kevin ji dîrokê ve wêna diyar kirin, û ewa gotûbêjek e endamî ye di felsefeyan de ye, ji ber vê yekê rehnîkirina li ser dibe pêkhata karê afrênerî û ji yê wergirtî re ajotinekê dide ji bo şiyarbûna giyanî a bi kêşeyên erd ve girêdayî ye û bergiriya li ser cudabûn û taybetmendiya civakên pir reh, alî û nasname.

Şerê yê ku piştgiriya demukrasî û wekheviyê dike , cengek î mafdar û girîng e, û çênabe bi tenê ji derveyî pêtbûyîna wêjeyî, hunerî û awazî be, û mirin di sebaret evîndar e de dûrketina xwe ji welêt û yar e, û ewa yek ji rengên mirinê yê pirtirîn neman e ji rewanê takes re, ji ber ku nikare di penaberiyê de welatek î çêbike, tevî ku heyîn yek e û ceng yek e, lê ji erdnîgariyê re taybetiyek e rewanî heye li cem takesê afrêner bi rengek î taybet, û penaberî ewa hilkirina mirov e ji kokê xwe ve, hilkirina tovekê jiyanbû di erdek e nangîr de, û veguhêztina wê li cihek î din ji derveyî welêt û hewayê xwe ve, û dibe ku mezin bibe û dibe ku mezin jî nebe, û dibe ku  tama wê cuda be eger şîn bibe, û ev jî rave dike hebûna hinek çandiniyan li deverekê  û nebûna wan li deverek e din, û ev yeka li ser hestiyaran jî pêktê, û ne merc e ku wê ji derveyî cîgehên xwe de berheman çêkin tevî ku ew dever Ewrûpa be wekî mînak, ji ber ew cihek e ewle û piştgir e ji afirinadina zanyarê rojhilatnavînî, yê wê nikaribe jêre rehetiya rewanî pêkbîne, û herwiha rehetiya civakî, ji ber ku takes li vir di cihek î biyan de dijî ne di cihê xwe de, û wisa em dibînin ku şerê hundirî tirsek e xuristî bi xwe re tîne, ji ber koçberî dibe bijara gelekan li rex mirinê di sengerên şer de, ji destçûna  bêhtirî 11 hezar şehîd di şerên lawên rojavayê Kurdistanê  li hember rêxistina dewleta Islamî de yê ku Turkiya û Qeter piştgiriya wê dikirin, û ev hijamr lêdan e, ji bilî koçberiya berve bakûrê dewlemend (Ewrûpa)  û herwiha dewletên cîran  bi taybet herêma Kurdistanê , jimarnameya vê cenga hundirî ji 8 sala giran û bi êş e ji derveyî wêraniya dilêma jêrîn ji ber lêdana bajaran,dawiya wê dagirkirina Efrîn 1 û gundewarên wêna ,  û Girê sipî 2 û Serê kaniyê3 ji aliyê dagirkeriya Tirkî û çeteyên bi serve , yên navê xwe kiribûn dijberê Sûrî bi pergalê xwe yê Ixwanî , û encamên wê wêraniyê li ser deroniyê û jiyana xuristî de di civakê de, cîgehek e ne aram  durist kiribû, cîgehek e  tije laş û bihna xwînê ye, mayîn  û malên wêranbûyî, avahiyên yên dibûn navendên nîşançiyan û dîwarên jihevketî yên dibûn e tunêlên derbasbûna çekdaran ji kenarek li kenarek î .
---------------------------------  
1- Efrîn: bajarek î kurdî ye li rojavayê kurdistanê ye, li bakûrê rojavayê Sûrî dikeve, û beşek e ji parizgeha Helebê ye.
2- Girê Sipî: bajarek î kurdî ye nêzik Kobanî ye, li rojavayê kurdsitanê bakûrê sûrî ye.
3- Serê Kaniyê , bajarek î kurdî ye, beşek e ji herêma cizîrê ye li rojavayê Kurdistanê bakûrê Sûrî.


Cîgehek e tev nexweşî ye, û ev yeka vedigere li rewşa têkçûna dûbarebûyî di nav kêlîk  û kêlîkekê de, û amadebaşiya deronî a timî ji bazdanê li ber dergehan e, ji ber gefdana bi operesiyonek e Tirkî nêzik, pêşerojek e nepenî ye, û aloziyek e mirovî ye diyar e li pêş çav û kamîreyên cîhanê.

Baca berferehbûn û zeftkirina li ser hatinan bi sedema kontirolkirina navendî li ser erdê,ew koçberkirina hezaran û bicihkirina kesên din, û guhertina xelkên cîgehî bi kesên nûhatî, helbet sûda vê yekê vedigere li ser aliya yên ku aloziyên xwe yên hundirî derdixînin, û ev ceng ji aliyê dewletên kêlek Sûrî û bi rêya xelkên wêna yên cîgehî têne rêvebirkirin, yên hatibûne xapandin, li kêlek hatina biyanan ji her derê, wekî ku di dema cenga Ispanî a navxweyî de çêbû sala 1936-1939 , Hiltler 1 di wê çaxê de ji Ispaniyayê kiribû meydanekî ji bo bikaranîna çekên xwe wek ku li Sûrî diqewime, ji ber ku bazara çekan ranewestiya , û jêderên hatina wan nesekinî, eger ji aliyê Rûsiya be an Îran an Elmaniya an Emerêka, an wek ku li Yonanê qewimî 1944-1949 , dema ku Elmanya û Ingêltra xelkê Yonanî bikaranîn û cenga navxweyî hezarên qurbaniyan çinandin,ji ber ku raman û bîrdozî bandor û girîngiya xwe winda dikin, eger rewşên tarî newin û qebsûna wê venekin, ta pê xelkê bi rêya wêna giyanên xwe vêxînin û moralên xwe şiyar bikin, û axaftin li ser bîrdoziya zanyarî bi wate ye dema xelkên zêde ziyan ji cengê dîtin e wê armanc bikin, û li vir dibe ku huner xwe bi afirandina ramanî ve zelal bike, û balindeyên ramanê ji derveyî refên xwe difirin, ta şiyarbûna ronavêj bigre, û yê wek xwe çêbike,ta bi rêya wê hurgiliyên xema mirovî bi rêk û pêk bike, û metirsiyan ji holê rake, û ziman ramanê bi hêsanî hildgre,û rêbaza deronî li vir gerentî dide têgihiştina xuristiya takesî û meyla wê ji hestiyarî û tenahiyê, dema çi rodanê têde xelk dimrin, rengê mirov têde winda dibe, rûtalî henas dadigre, û nivîsa deronî gavên yekemîn davêje ji bo nasîna hundir û xem û nepenî di nav xwe de dihêle, li ser çawaniya dan û standinê bi bûyerê re dema diqewime, û pêdiviye baweriyek e felsefî hebe li hember pirojeya Islama siyasî bi layanên wê yên ragehî, û ev bîrdoziya ji  ramanê rêxistinek e kurdistanî ye, pispor e bi girtinheviya heyînî ji bo kurdistanê û navê wê netewa demukratîk e , yê Ocelan 2 danîbû,

---------------------------
1- Edolf Hitler: 20Nîsan 1889- 30Nîsan 1945, fermandarê Elmaniya ya nazî ye.
2-Ebdûlah Ocelan bi navê Apo tê naskirin, 4 Nîsanê Orfe- 1948, dameznerê Partiya Karkerên Kurdistan e sala 1978.


 û  li gor tewriya Markîzmê diyar bû, û tiştê ku olperest dihêle xwe biteqîne û serên dijminê xwe bibire û destê xwe deyne li ser jinên wana ewa bandora wijdan û nihadiya  hêrs û zayendê, û herdû tişt wî dihêlin ku mîna gayekî be li pey cilê sor bikeve , ji ber paşxistina hiş û temirandina wêna wateya wê meş bê çav û peyketina bi dû zorkariyê bê berketin bi ziyanê kuştinê û ev tişt şîrove dike pêdiviya sazkerên mirinê bi kesên bêhiş ji bo bibin êzing ji berjewendî û sûdên wanî dûr.

- Mirina ji cengê encam dide,ew bêhtir giran û bi ziyan e li ser deroniya civakî de, hundir talan dike, û giyanan binpê dike, û li ser sehneyên bêdengî û nalînê datîne, û wê bi cefayên demborîn û rûdanên kevin ve dadigre, êşên ku bi zehmet têne derbaskirin, sihên xwe bi giranî datîne, û mil pê jan dide, û kûrahî dibe şikeftek e koçbûyî, ji bilî bi sîberên miriyan û bangên wanî diyarbûyî di hizr de yên di hundir de cîgir bû ne,ji ber ku ol mîna sihwanek e giştî û lihevhatî ye, yê ku li dor wê de xelk bi awayekî aştiyan e û bê sertî dizîvirin, û rewrewk û efsan di hişên xelkê de cîgir dibin, yên ku demê wan nebû bi sedema rewşên wana ku bixwînin û lêkolînê bikin, û henasê xwe amade bikin ji zanînê , û tiştekî xuristî ye ku ol bala wan bikşîne bi awayekî xwezayî , bê ku baş pirtûkê wê bixwînin, lê nêzî xwedê dibin bi awayekî hêsan û bê rêbaz, û ne meyldarê sertbûnê ne, û kêşeya wan bi kesên din re nîne, û dikarin bi lez fêr bibin, ji ber ku ew bi awayek î bîrdozî siyasî nêzî baweriyên xwe yên xuristî nabin, bervajî kesên hanî li cîgehên sert de dijîn, û yên ol di wan de bi rengekî sert mezin bû, nikarîbûn bi kesên din re bi awayekî aram jiyan bikin , û ev nîşan dide çawa ku Daiş bi hêsanî dikarîbû xwe bi cih bike di hinek deverên ku têde pêkhatiya ereb dijîn, ji ber ku hembêzkirinek e gelerî ji wana re di wir de hebû,û bingehek e dijminatî wan dihêle ku karibin sertiyê vexwin û ramana Qaîde yê çekdarî wergirin, û di wir de cudahiyek heye di navbera oldariya kurdistanî û oldariya erebî, ji ber ku a yekê ne hatiye îdiyolojîkirin  û a din sert e îdiyolojîk e ketibûye di kiryar de, û nîşan dide cudabûna cîgehê, ta ev olbûna bê belavkirin  li ser bijardeyekê şerê tundirewiyê dike û a din wê berhemdan û hembêzkirin dike, lê tundirewiya olî bê layan e û hembêzkirinek e rastîn jêre nîne, ji ber ku pişta xwe li ser belavkirin kuştin û pîrozkirina wê datîne, û zorkirina xelkê ji bo dîmena jêkirina serî û qutkirina endaman, û xaçkirinê tameşe bikin, ta tirs û bizdan belav bibe ligel xwîn û fêrkirina xelkê ji tirsê re bi awayek î rasterast û tal, ji ber ku ew destikek e baştirîn e ji bo celewkirina xelkê û  zorkirina wan li ser stûxwariyê heta demekê , ji ber ku teror bandora xwe ji vaca Islama Siyasî a dîrokî distîne, û ev ji serdemên cuda derketin, û siyasetvanên desthilatdar bi hevgirtina xwe bi  mêrên aboriyê vê yekê pêkanîn mîna rêyek e ji rûdankirina aloziyan  re û bikaranîn deqên olî ji bo armancên xwe, ta ku hişmendiya takesî têxin e di girtîgehê de, û lê bêdengiyê deynin bi zor û fişarê, ta bibe ew takes beşekî beşdar di pêvajoya terorê, û herwisa ev girtinhevî tê afirandin, ji bo mezinan sûdê jê bigrin, yên xwestin ku rojhilata navîn bibe meydana zoreng û pêşbirkê di navbera Ros,Emrîkî,Tirk û Îranî de,û wisa cîhana sivîl tiştekî negirtibû ji cengên berê ,yên têde milyonên mirov jiyana xwe ji destabûn,û gelek avahiyên welatan têkçûbûn, û milyonên din jî mişext bûn, û şerên dewsa hinekan xerabtirîn şer in di derbarê mirovî de, û herwisa xuristiya zorengê û alavên wêna tê guhertin jî dema civak fêrî asta pêdiviyê xwe bibe bi berzbûnê   bi qayimî li ser sehneya buyeran.

Çêkirina rewşek e baştir pêvajoyek e bi aloz û zehmet e, û pêdiviya xwe bi yekgirtin û beşdarkirina çarenûsî heye di berzbûna bi hêz beranberî êrîşa dirindî yê rasterast tê, bi diyarkirin hevgirtina du hêzan yek kevin e di zikê dîrokê de ye û armanca wê dûbarekirina dîroka xwedîtî li dema niha de û bi rêya tewankirinê, û a din bi nirxên jiyana aştiyan e û evîna jiyanê ve girêdayî ye,  û hilma rizgarkirinê ji koletiyê tê xuyanîkirin bi nirxên vebûna civakî li ser hevdû de di çaxê cenga hundirî yê bi hevgirêdana takesan li dor çarenûsên xwe ve û parastina wêna berz dibe, û yekem nîşanên berzbûnê li pêş diyar dibe bi rêya derketinê li ser ricîma dewleta serkotker, û ev derketina bi dîmena serhildêr ve xuya dibe , lê ne bi rengekî hêsan û bê ser û ber e , lê bi rêyek e rêxistinbûyî û dikare ku tevgerê bixe di rewşek e bala û zana de, û redkirina tewriya fermandarê  tekekesî an desthilatdariya gelemperatî a bê dunde , yê ji bilî awante û wêranî tiştekî bi dû xwe nayne, û wisa serpêhatiyên mirovî radibin di siha girtinheviyê ta ku komên yên bi guhertinê bawermend in bibin bîngeha çaksaziyê, û ev yeka bê piştrastkirin bi rêya jêbirina tirsê ji dilê civakê ve û çandina baweriyê di henasê takes de diyar dibe, û dîtina wî wek bineyek e rast tê li ser piştpêbestkirin di guhertin û avakirinê de.

Û bê guman ku serhildan di nav xwe de qonaxên binkeftin û destkeftiyan hembêz dike, û hemî ji bona civakê ne, eger çiqas bihaneyek e giran bide ji bo fêrî girtinheviyê bi hêzên sertbûn û paşveçûnê re bibe, û divê têgeha şoreşgerîbûnê bê nûkirin, ji bo nebe destikekê ji desthilatiyek e metirsîdar, ji ber ku piraniyên sosialîstan yên benîşê têgeha şoreşê cûtibûn , li ser pariyê nanê gelan hilkişiyan û xewinên wê bi azadî û demukrasîbûnê dizîn, bi encamê jî xwediyên şoreşê encomana rêvebirina şoreşê (Seddam Husên 1) berhem dan, û piştî lêdanên leşgerî hatin desthilatê (Hafiz El Esed 2) û zanyaran işkence kirin, û cemaweran kiribûn e di tenahiyek e dijwar de (Qezafî 3).
----------------------  

1- Seddam Husên: 28Nîsanê1937- 30 berçel e2006 serokê çarem ya komara Îraqê.
2-Hafiz Elesed: 06.10.1930 – 10-06.2000 serokê berê ya Komara Erebî Sûrî .
3- Moemer Muhemed Ebdilselam Elqezafî: 07.06.1942 – 20.10.2011, bi navê Egît Elqezafî tê naskirin, fermandarê Lîbiya bû bêhtirî 42 sal.


paleya sosialîzma şoreşgerî di rojhilata navîn de pepok e, ji ber vê yekê em dibînin ku  rojavayê kurdistanê  bi gelek sancan ve derbas dibe, jê ew metirsiya ji gefdana derveyî , û herwiha parçebûna hundirî a kurdistanî, di navberê ew şepêla sosialîzm , û şepêla yê ketî bin biryarên istixbaratên Tirkî ,û em ti rehnî di asoyê de nabînin, û dibe ku fişara navdewletî a Ewrûpî Emrîkî serpêhatiya Rojavayê Kurdistanê cîgir bike eger li ser vê yekê li hev bikin , wek ku li başûr çêkirin, lê ev yeka jî wê bi zehmetiyên herêmî derbas dibe,tevî gewrtirîn şoreş berz dibe bi wêrankirina wêndeya xwedayê xwînî di rêxistina Dewleta Islamî de û herwiha bi rêya rûbirûbûna herdû cîgehên Islama siyasî bi herdû baskên wêna Sinî û Şîeî yên tên e naskirin di dewleta Îran û Turkiya,û ev yeka nakeve tenê li ser milê kurdan de, tevî ku ewan sirê rima hevbendiya navnetewî 1 ne di Rojhilata navîn de, lê gelên deverê ew jî di dîrokê de derdê Osmanî 2 û Sefewiyan 3 kişandin e, û darê zorê ji wan xwarin e, û niha jî neynûkên xwe di her cihî de berdidin, di hemî xewinên civakê û xwestekê wêna bi dîtina pergalek î baş ji jiyana xwe re, wê ji sitemkariya netewî rizgar bike, û meş bê rawestandin destpê dike ji bo pêkanîna vê armancê.

Guhertina cîhanê û bûyîna wê mîna gundek î biçûk bi saya zîrekbûna zanyar bû a teknîkî, û ev hîşt ku her tişt bê dîtin bi rêya kamîreyê û ajansên ragihandinê a cur bi cur, û bê guman ev yeka tê kirin bi çêbûna şoreşên hişmendî û pêngavên cuda, ji ber ku ti rê ji pergalên gelemperatî nîne ji bilî ku wê bişkên li pêş vebûna cîhanê bi ser hevdû ve.

Zanyar cîhangêrî ne di giyan û dîtinê xwe ji jiyanê re, û rêxistinê wan serdemek e nû di guhertina neqşe û têgehan diafirîne, lê ewan li ser rêya rast in di wêrankirina peykera partîtî a gelemperatî û rawestandina harbûna sermedariya  bê sînor, tevî ku cîhan gundek î biçûk e, lê tim hinek hene ji derveyî refê wê fîxan didin, û bi sêwirê xwe yên dîrokî ve diçin ji bo dîtina şahînşahiyên olî û a din netewî,bê ku guhên xwe bidin bi rewşa a ku meyladarî ewlehiyê û jiyana baş dibe, û wisa hestên nijadperest li ragihandinê dihêvojin û gotarbêja nefretê vejîn dikin, lê oldarên fetwan  zêde mêjiyên zaroyan   û bijardeyên xizan û bêkar dişuştin, û wan li ser şerên har û xwînî dehf dan,
-----------------------  

1- Hevbendiya navdewletî : çêkirinek e navnetewî Ewrûpî ye bi rêvebirina Eyaletên yekgirtî a Emrîkî ji bo şerê rêxistina Dewleta Islamî.
2- Dewleta Osmanî: dewletek e Islamî ye, Osman kurê Ertixil damezrandibû, û nêzî 600 salî berdewam kiribû, ji 27.07.1299 heta 29.10.1923 .
3- Dewleta Sefewî: Dewletek e Islamî ye Şîeî ye li Îranê hatibû damezrandin, û xwe li rojhilat û rojava de fereh kiribû bi aliyê Xuresan,Efxanistan, Ezrebîcan,Îraq , Diyar bekir, û welatên Kerc di bakûr de, fermandarî li Îranî kiribû di navbera 1501 heta 1763 de.

li rex belavbûna firotina çekan ji aliyê dewletên mezin mîna Rosiya, Emerêka, û Elmanya, bê ku gerestêrka ku têde milyonên mirovan dijîn  ji wana re xem be, ev ji encamên bê pirsyariya sincî ye li cem wan dewletan de bi bazarkirina wêraniyê û sûdwergirtinê ji aloziyên gelan ji bo çavkariya xwe yê qezencî têr bikin.

Û koletî ne narvîn e , lê ewa rikberiyek e di riwê mirovê zanyar de disekine, yê afirêner û bi hebûnê ve girêdayî, bi serhişkiya xwe yê ramanî û derbaskirina xwe ji bendan re, û hebûna xwe meyze dike bi awayekî cuda, û bi bandor di çarçovê warê civakî de,yê lê vedigere ew bawerî bi zanîn û evînê û bilindkirina henasê, ev yeka wê dihêle ku dûrî windabûn û koçberiyê be.

Û serkeftin li ser rewrewk û koletiyê dibe mîna qonaxa rehetbûnek e tam, dikare bi rêya wê ew jîndarê bi bandor rehet tevbigere, û li hember demên zehmet de be ,wî dihêle ku pêşkeve û derbas bike, bê ku dûrî sincên girêdayî bi zanînê be,ji ber ku nirx bostek e kûr û fereh dibe di hundirê henasê mirovî de, û wê dihêle ku karibe  erkên xwe bi serî bike,  ji  bo ronakbîrî û geşepêdana kûr ji yên din re ên hewil didan ku ji dîlbûna ezeziyê rizgar bibin,û bê guman ku ricîma siyasî a sitemkar ew durengî,pepûkî û nehezê kiribû rengên yên civakê reşepêş dikir, ew civaka yê ku ji jiyana baş û xweşiya armancbûyî hez dike,û bi vî awayî serkeftina rastîn di nav bedewbûnan e, ta bibe beşek î ji kiyanê takesê çalak û şopedar, û wisa aso hêdî hêdî li ser pêvajoya afirandin û têgihiştina jiyanê vedibin, ji ber ku nediyarbûna şaristaniyê û pêşbirka zanyarî bi sedema peyketina qezencî û helweşîna nirxî bû,yê ku banga hişmendiya mirovî hîşt ku biçe ava beranberî berjewendiya dirindiya sermedarî ya hişk, yê ku nîşanên jiyana civakî sersima kir û hîşt ku li hember gefê jihevketin û parçekirinê bin, û bibin  êzingên çetîtî ji dewletên herêmî re.

Û sehneya mirovî a Kurdistanî bi awanteya ciyawazîbûyî ve dagirtî ye, tevî hebûna şepêla avabûn û gorîdanê, yê hewil dide bi civakê ve biçe ji bo pêkanîna mêzekirinên wê ji bo jiyana baştirîn, tevî narînbenda binkeftiyan yên bi axaftinê serkeftî ne, û bi sloganan moralan bilind kirin e, ji ber vê em dibînin ku şoreş di cîhanê me de çêçikkerê sitemkar û gendelan e.

bijara nebûniyan e ku mîna darên bêber bimrin, û bibin e kelem di riwê guhertin û ramanên nû ên li dijî ramanên wanî kevin û bijareyên wanî kevinşopî derdikevin.

Nexşe li navçeyê dûber tên e nîgarkirin, û gereg e lêbûna demugrafî wisa bê guhertin, û jiyan têkçûyî be, û civak neçar e ku bergiriyê bike û xwe jî rêxistin bike, li hember pêlên guhertina demugrafî, û heyîna dijminatiyek e herêmî diyr ji gelê Kurdistanê re, û ev  li ser yekgirtinê datîne, ne bi heyîna serwerên rewanî bernameyên xwe yên bîrdozî datînin li ser hesabê ewlehiya kurdistanê a stratîcîk, lêbelê şerê li hember rêxistina tundirew, bijareya rûbirûbûna meydanî pêş dabû dewsa mijolbûna bi rêk û pêkbûna mala hundirî, li ber derbasbûna komên tundirew li hundir bajêr, yên şûrên xwe toj kirin ji bo jêkirina seriyan bê dilovanî, li her qurzîk, tax û gundekê, çi rastî wan dihatin wêran dikirin, û di wan rewşan de , xelk bi heman qat û temenên xwe amade dibin ji bo rûbirûbûna wê cenga har, û bi hezaran xwe ji bo vê êrîşa bêbext amadekirin,û hin din li ser axa xwe de mabûn bê ku ji welêt derkevin, û hinek jî çek hilgirtin û tevlî hêzên şerker bûn û ev yeka dibû ji wan re erkek e pîroz, û pêgirtin bi nihada hebûn û bixudankirinê li ser xelkê misoger dike ku beşdarî şerê bergiriyê bibin, û di wê rewşê de tiştekî di asoyê de xuya nabe ji bilî tiştê girêdayî bi parastina jiyanê û gerentiya heyîn û bixudankirinê.

Herdû alî hevdû dibînin, û di hundirê xwe de bîrdoziyekê radikin, yek jê dîrokî û hewşvedatî ye , di ol de û dûbarekirina vejînkirina wê bi awayek î siyasî wekî erkek e misoger ji xwe re dibîne û pêdiviye ku şerê her kesekî dijberiya wê dike dike bike, û a din şer dike ji bo erd, û hebûna a di bin gefa tunekirin û nemanê de ye ji dîrokê ve, û ev tişt bi hebûna kurdan wek pêkhatiyek e kevin di rojhilata navîn de girêdayî ye.

Û saxkirina leşgeriya Islamî ango berzkirina Islama cîhadî ye, ji ber ku ew destikek e baştir e ji bo tevlîhevkirina kaxezan û zeftkirina hatinên avî û niftî , ji ber ku Osmaniya Erdoxanî hatibû cîgirkirin  piştî diyarkirina rêxistina Dewleta Islamî 1 û bi lez fereh û belav bû, û herwiha dijberiya Sûrî bû pariyek rehet ji Islama Erdoxanî re yê li ser hatibû danîn, û herwiha Îran sûdê ji vê yekê girt û pêkhatiya Sinî reşkir û wê bi awayekî ragehî armanc kir û bi rengek î zindî bi rêya Daişê yê Şîe an hîmanên ricîma Sûrî armanc nekir lê bêhtir berî xwe dabû Erebên Sinî û Kurdan tenê, û berî vê rêxistina dabûn deverên Kurdî li başûrê Kurdistanê (Îraq) û rojavayê Kurdistanê (Sûrî) û herwiha armanckirina Kurdên Êzîdî 2 .


-------------------  

1- Rêxistina Dewleta Islamî an Dewleta Islamî li Îraq û Şamê, tê naskirin bi Daiş , ew rêxistinek î çekdar e bi ramana komên selefî û cîhadî ve girêdayî ye, û endamên wêna li gor baweriya xwe dûbarekirina xîlafeta Islamî û pêkanîna şerîetê armanc dikin.

2- Êzîdî an Êzdiyatî: ew komek e rehî olî Kurdî ye, bi kokê xwe ve arî ye û zarava Kurmancî diaxive, li Kurdistanê dijî.


Û wisa Daiş diyar bû wek alavek e bingehîn  ji bo nîgarkirina nîşanên ji rojhilata navîn re bi rabûnek e Kurdistanî bi seyr, wekî berhelistek e bîngehîn  û hevalbendek î xurt ji hevbendiya navdewletî re di operesiyonên xwe de li hember Daiş, piştî şerê rizgarkirina Kobanî bi taybetî.

Van neqşeyan bi xwînê tên e nîgarkirin , bê ku ji lîstikvanên mezin re wêraniya bajaran  û ji dest çûna bijareya xort xem be, û wisa bidawîkirina şerê daiş beranberî zêdetirî 11 hezar şehîd e, û buhayê Efrînê Xoteya  1 şamê ye, û Serê Kaniyê û Girê Sipî beranberî Idlibê ye, û wisa navçeyên desthilatiyê têne parvekirin , û pêdivî ye li ser lîstikvanên biçûk ku wê sînaroyê bê gengeş e pêkbînin.

Û dewletên mezin lîstoka xwe dilîzin bi rêya hêzên cîgehî yên şer dewsa wana dikin, armanc jê destkeftî û berbijariyan di dewletek e çêkirî ye mîna Sûrî, yê bû meydanek ê ji dawîkirina jimaryariyan, ew pêşbirka navdewletî  tenê di dewletên westiyayî parçebûyî pêktên,û  ev ferehiya Tirkî – Îranî li ser pêşbirkek e rabûyî di navbera wana de aşkere dibe, Rosiya û Emerêka vê girtinheviyê bi rêve dibe, û bi rêya wan diyardeya niştecîbûn û revê ji dojeha qewimî  mezin dibe.

Û aloziyên desthilatdarî êdî diyar bûn e, û heriftina aborî mîna reştariyek e tirsnak mîna encemek e aşkere diyar dibe (Yaseya Qeyser) , û yê dibe destika bi dawîkirina  bi cihanîna pîlanên navdewletî yê dibe dawiya rê piştî parçekirina civakê û duristkirina navberên kûr di nav de, piştî nimûneya dewleta saloxgêrî hûrhûrîkirin û herifandin çêbû, û li ser civaka pelixî eger xwest bimîne ku li hember gendelî û sitmekariya mafiyawî raweste, yê ku desthilatên yên - ji xirakirina dewletê û helweşîna wê derketî-
kargêr bike.

Em qurbanên mirovî dibînin zêde dibin û der bi derî berdewam dibe, û bêzariya aborî mîna reştariyek e tirsnak diyar dibe, û peyketin bi dû zorengê dibe tiştek î naye rawestandin, ji ber ku dewletên aborî nikare li pêş çavkarî û xwestina xwe ji berferekirina desthilatiyên xwe bisekine, ji ber vê yekê kî agir pêxe wê nikaribe vemrîne, di çaxê ew bixwaze, ji ber vê yekê bû erk li ser dewletên yên awante û aloziyan xwedî dikin ku li ser rêya xwe de biçin û bi rolên xwe bilîzin bê veger, û berketina kurdistanî bi kêşeyê xwe ve ji demê buhirtî  qayimtir bû, û netewan ranabin eger rikberiyên yên ku li dijî hebûna wana tê derbas nekin, û ji bona ku vejînbûn para wan be divê bi harbûn bergiriyê li ser pîroziyên xwe bikin û cihek î bilind bigrin di goçeriya zorengê ji bo baştirînê .

----------------   

1- Xoteya Şamê: ew xelkên ku ji xoteyê derketin û li Efrînê hatin bicîkirin, bi pîlanek e Tirkî – Rosî.


Ramandin di navika zorenga deronî de yê ku di henasê mirovî de cih digre, me dihêle ku em zorenga nakokiyên girêdayî bi rewş û huş  û sewda ve meyze bikin, ji bilî ramanên yên di hiş de tevdigerin,  ev hemî  nîgara rêya takes û guhertinên wî diyar dikin, dema kelem li her derê dimîne, û têgihiştina kiryar dikeve di çarçovê reweştên yên ku ji cîhehê ve dertên, û dan û standina takes bi derdorê xwe re, bi paldana li ser komek bandorkirinên civakî.

Şerê li hember terorê karek î zehmet e, metirsî, bive, û ziyanê  xwe li ser hatin, û reftara jorîn û jêrîn a civakê heye, û dema em civaka Kurdistanî meyze dikin, ew wê dibînin westiyayî ye bi kiryarê alavên qirkirina rewşenbîrî û gewdehî yê li ser hatibû meşandin ji aliyê desthilatiyên netewî a serkotker, û li ser wê erkek ji xwe mezintir heye  û ewa rûbirûbûna rêxistina dewleta Islamî, û çendîn kanîbûna wê rêxistinê li dan û standinê bi hişmendiyan re bi gotarek e dîrokî Islamî dihêle cemawerên tijebûyî bi derziyên olbûna kevinşopî ve , wê bangê bibersivînin,û di hundirê xwe de kîn û dînbûn kom kirin e, wekî ku Armando Tornû 1 di pirtûka xwe de bi ser navê sincîbûna zordariyê R19 got:

( Mirov ew lawirê tek e ji bilî mişk û hinek kêzên civakî, lawê zayendê xwe bi rêk û pêk dikuje, û li gor nerînên hinek Interbiyolciyan, mirov bû  dilogerê hemî ajalan, ji ber ku ew kujer e berî her tiştî .)

Em li vir aliyek din dibînin ji danasînek e ne nû mirov pê tê naskirin û ewa ku bi bêhêvî û zikreşî ve hatiye têr kirin, û dixwaze bibe li ser derdora civakî bi çi awayî serwerek , ji ber vê desthilatdar ji zordarî û bîrdoziyê du destik dibîne ji bo desteserkirinê û avakirina ricîmek e taybet ji xwe re, û tê naskirin ku ne lêborînhez e dema bighe armanca xwe û şerê hemî dengên ku ji nerîn û aliyên xwe ve cuda dike, ji ber ku li gor nerîna xwe ew deng kirêt in, tiştê ku nîşan dide bi misogeriya hebûna deveriyên zordariyê û herdemî ta dewletên yên çekan dişînin  ji vê yekê sûdê wergirin, û guhê xwe nirx û sinc, qezenca diravî pêşî, û ti wate ji mirovahiyê re nîne ji derveyî wêjeyên yên ku zayar afirandin e bi derbasbûna serdeman, û herku zanyarê ramanyar, an hunermend, an çêker xwestibû ku pir di navbera çand û netewan ava bik, desthilatiyên serkotker hatin û van pir hilweşandin, û rewanê şaristaniyê a di hebûnê de heyî têkdibirin, û yekem şop ji afirandinê hatibû diyarkirin bi endeziyariya hebûnê yê li pêş çavên me diyar  e û sîstema a ku di jîndaran de cîgirbûyî.

-------------------

Armando Tornû : 23 Avdarê- 20 Avdarê 1992 sozbiryarkerek î wênekêş e Îtalî ye û şêwekarek î karîketêrist e û şêwekarê nîgarên bi liv û tevger , li Rornû hatî ye jiyanê.

https://youtu.be/OQwHP0s6i8s


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark