Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Darbesta termê dewleta Tirk û pêvajoya tevgera rizgarîxwaza kurdayetîyê li Bakurê welêt

 


Bêwar Brahîm

Di daxwazên tenhayî û aştîyane de, sebir û aramî, bingehên sereke ne ji avakirina roleke berbiçav ji armancên van daxwazên mirovane re. Lê, daxwazên azadî, serxwebûn û nasnameya welatan, bawerîyên dilêr û pola ji wan re pêwîstin, ji bo ev welatên ku li nasname û azadîya xwe digerin, karibin bingeheke qewîn ji xebata tevgera xwe û paşerojeke bê tirs re ava bikin.


Piştî dirêjahîya kar û xebata salên bêwestan, ji bo peydakirina warekî serbixwe û berbiçav ji Bakurê welêt re, îro roj eynî karê bêwestan li ber xwe dide, ku ne biweste û ne bikulibe.
Dewleta Tirk, piştî ku têra xwe ava gola Wanê  çikand, li şûna wê avê, xwîna gelê Kurd rijand û bi taybetî rewşenbîr û ronakbîr, îro dixwaze xwe  li ber çavên cîhanê bike ferişt û dîsa li ser hesabê xwîna gelê Kurd, lê bi şêweyekî diplomatik, xwe li nav raya navneteweyî bike welatekî aştîxwaz û demokratik.
Dema min nûçeya girtina mamosteyê birêz Haydar Işik ji rex dewleteke mîna dewleta Almanya ve bihîst, bi tewana hevaltî û rêberîya wî ji rêxistina PKKê re, ku ev rêxistin li nav qada navneteweyî qedexe ye, rastexwe pencên deweleta Tirk yên jehrkirî li ber çavên dîroka çûyî û dîroka hemdem, ya vê dewletê xwe di çavên mirovahîyê de careke din so kirin.
Îro gelê Kurd tev, di wê bîr û bawerîyê de ye, ku dewleta Tirk, şerekî qirêj, ji şerê çekdarî qirêjtir û gemartir, li Bakurê welêt organîze dike, girîngtirîn armancên vî şerî, kuştina hest û giyanê inteligensên resen e, û vemirandina raman, bîr û bawerîyên intelektuelên payebilind e.
Dema ev dewleta xwînrêj û xwînmij, bixwaze kesayetîyeke balkêş, yan rêxistineke xwedî cih û bi nirx di nava civaka Kurdî de, ji ber çavê xwe winda bike, yekser kirasê mirovahîyê li bedena xwe dike, û dengê hawarên sexte berdide asman, ku - xwedê giravî - terorîst bela xwe ji wan bernadin. Ev terorîst kî ne gelo? Bê guman tev keç û xortên Kurdin, ku jiyana xwe bêhampa ji bo roja azadîyê dikin qurban, ji bo felat û wekhevîyê. Eger ev leşkerên serê çiyan îro bûne terorîst, gelo çima dewleta Tirk sedemên rast û durist ji vê terorîstîyê re, ji raya giştî re diyar nake ???
Ji bo du peyvan, li dirêjahîya 20 rojan hikûmeta Tirkiyê rojnameya
(Azadiya Welat) girt, ji ber ku ew yekemîn rojnameya rojane ye di dîroka gelê Kurd de, bi zimanê Kurd - tîpên latînî belav dibe, ew bi şev û rojan li ser pêyan radiweste, ji bo pêşvebirina pêvajoya çand û zimanê Kurdî, dema mafê rewşenbîrî, çandî û rojnamevanî, li dewletekê, ku xwe demokratik dibîne, werin qedexekirin, mirov dikare çi navî ji bilî terorîstiya hizir, bîr û bawerîyê lê bike ?

Ji bo kurdperwerîya birêz Ebdula Demirbaş, ku wisa miorvhez û aştîxwaz e, ji bo doz û daxwazên wî ji pirrengîya çandî û zimanî, vê dewleta dîktator ew ji karê şaredarîya Sûrê avêt.
Ji xwe ne hewcedare, ku mirov basa gefên wêrankirina bajarê Heskîfê bike û veşartina Kurdayetîya dîroka  resen ya keleha Bedlîsê ji rex vê hikûmeta bê wijdan ve.
Ev kurttirîn nimûne bûn, derbarî şerê Tirkiyê yê gemar li ser zanist, inteligens û intelektuelîya kurdî, ji xwe kiryarên wê yên şofinîzim û xwînrêj bi rêka oparasyonên wê yên leşkerî, derbarî sivîlên Kurd nayên hejmartin.
Girîngtirîn pirs ewe, pêwîstbû ku qada nevneteweyî bi xwe ji xwe bipirse:
- Ev qada ku wisa şerê terorê dikin, çima rê dane û didin dewleteke mîna Tirkiyê, ku mezintirîn make ji teror û terorîstan re? Miletekî mîna gelê Kurd dagirker bike? Bi hezaran keç û xortên wan di binê zindanan de bikuje û birizîne ? Zevî û çiyayên wan bişewitîne? Gundên wan wêran û bê jîn bike? Gelo ev ne terorîstî bi serê xwe ye ???
Ev dewlet dixwaze, di bin siha teroristîya PKKê de, armancên xwe yên biçûk û mezin, bi cih bîne , lê mezintirîn armanca wê, wêrankirina herêma Kurdistana azad e, ji xwe armanca wê ya ji mezintirîn mezintir ewe, ku  Kerkûka dilê Kurdistanê bike Kerkûka dilê Tirkiyê.
Piştî gotinên dilêr û mêrane, yên serokê herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî derbarî Başûrê Welêt, Tirkiyê har bûye, bi gezan dire tixûbên Başûrê Kurdistanê, General, siyasetmedar, Ertist, Qirag, Stirî û Kevirên  vê dewletê, bi şev û rojan dixebitin û kar dikin, ku tewan û gunehan biafirînin û tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê li her çar alîyên Welêt û li tevayî cîhanê bi van guneh û tewanên amadekirî, li nav qada navneteweyî  bi sûc û tewan bikin  û pirsa doza Kurdayetîyê xerab bikin.
PKKê, beşeke ji tevgera miletekî, eger ew terorîst bin, bê guman tiştekî dewrebare ku miletek ser û ber terorîst be, mezintirîn guneh ewe ku ev milet di bin pêyên dewletek terorîst de, mîna Tirkiyê, di nava birîn û golên xwînê de, bi dirêjahîya çerx û salan binale.
Mamoste Hayder Işik mirovekî Dêrsimî ye. Dêrsimê rojekê ji rojan xwe radestî dewleta Tirk nekir û serê xwe ji oprasyonên wê re netewand, dema ku pênûs di çavên dijminan de dibin kelem, wê ev dijmin bi hemû hêzên xwe ve, vê pênûsê, ne bi tenê bişkînin, lê wê bisotînin û xulîya wê di binê heft deryayan de bitemirînin.
Pênûsa mamoste Haydar Işik, li ser sînga dewleta Tirk, mîna çiyayê Dêrsimê ye û ji lew re doz û xwesteka wê ewe, ku vî çiyayî bi çi şêwazê be, ji ser sînga xwe bide alî.
Li ser maseya berjewendîyan di navbera Almanya û Tirkiyê de, mamoste Haydar Işik bi tewana hevaltî û rêberîya rêxistinekê, ku ji rex raya navneteweyî ve qedexekirî ye, hatîye tewanbarkirin.
Îro tevgera rizgarîxwaza Kurdayetîyê, li çar alîyên cîhanê, hêdî…hêdî nêzîkî hev dibe û ber bi kombûneke birayetî ve diçe. Ev nêzîkbûn, berjewndîyên Trikiyê ji hev tar û mar dike, sekeratên mirina wê li nav qada navneteweyî kêlîk bi kêlîk nêzîk dike, zordarîya desthilata wê ji ser kezeba miletê Kurd dide alî.
Emê di wê hêvî û bawerîyê de bin, ku rojek berî rojekê ev tirs û lerizandina Tirkîyê pêk were û beşekî din ji Kurdistana şêrîn û zêrîn felat û azad bibe.
Pêwîste her pênûseke Kurd û bi taybetî pênûsên ji Bakurê welêt, girtina mamoste Haydar Işik bi kûrbînî di ber çavan re derbas bikin û bi dilekî ji pola vê kiryarê şermezar bikin, bê dudilî, destên serketinê bilind bikin, dengên xwe bikin yek deng û guhên dewleta Tirk bi bangên xwe kerr bikin, ku pênûsa kurdî gihaye wê radeya ku dewletên mezin li ber dilopên diwêta wê dihejin û dilerizin.
Azadî ji hemû girtîyên rêka felat û kurdayetîyê re, bi taybetî xwedîyên pênûsên zêrîn, ku raya azad ji bo wan av û nanê rojê ye, mîna mamoste Haydar Işik.

15 - 07 - 2007

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark