Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Romana hevgarî Kuştara Winda wek nimûne

 


Rêber Hebûn

Hevgarî di romanê de şêweyek e ji derbirînê ye têde romannivîs  behsa buyerekê dike girêdayî ye bi cih û demekê ve, armanc jê çareserkirina hinek kêşeyên ku di civakê de qewimîn  û çêkirina bandorkirinê li ser hest û hizrê xwendevanan, lê mijarê yê nivîskar Luqman Silêman di vê romanê de zelal kiribû siyasî û mirovî ye, têde behsa buyerek e hevgarî li ser rehnî nehatibû danîn, û nehatibû naskirin li cem gelek kesan, komkûjiyek e di dermafê hinek kesên sivîl hatibû pêkanîn , li gundê Cirnikê kêlek Qamişlo.


Dîroka vê kuştarê 1980 ye, pelgenameyek e dîrokî  girîng e ji bo nifşê bê , û herwiha dibe bingeh û lêveger û jêderek î ji xebatek e lêkolînerî û jidil , helbet min di serî de vê romanê bi hevgarî binav kir û peyvê hevgarî ( Tiracîdî) ji peyvek e Yonanî pêktê ( Tragoidia)  û wateya wê peyvê (Strana bizin e) û wisa hatibû binavkirin ji ber ku şanogerên Yonanî çermê bizin li xwe kiribûn dema ji kesayeta Satîr re (Satyr) lîstikvaniyê dikirin  a girêdayî bi hijmarek xwedawendên Yonanî yên kevin.

Û ev roman dikeve di hurgiliyên jiyana kesayetan, û hest û nerînên wan dişopîne bi awayek e şanogerî, di nav her kesayetekê ve destara êş û hêvî dizîvir e, nivîskar ronî daye li ser çawaniya dan û standinên mirovî berî mirinê , û rewşa tirs û matmayîbûnê yên di nav mirovê bendewar de dimînin, taya xwe bi wan digrin, li benda rojên ne diyar in, xalek balkêş nivîskar nîşan dide, û ewa mêranî û merdiya  mirovê kurd yê ji gefxwarina êrîşkeran berî komkûjiyê netirsiya û li kêlek mîvanê xwe sekînî, û baca vê yekê ji xwîna xwe û malbatê dabû, lê ev komkûjî tevî ku ji gelek kesan ve nehatibû nasîn û ev vedigere ji paşguhkirina kurdan ji ezberkirina vê yekê, wek tê zanîn ku her partiyek e kurdî serîkî digre, tenê behsa hevalên xwe dike, wek ku ew tenê kurd bin û ji bilî wan kurd  nîn in, an wek ku ew tenê di gerdûnê de hebin, wisa buyerê ku xwîna kurdan têde bi erzanî dihatibû rijandin ne ji meraq û baldariya wana bû , lê nivîskar Luqman Silêman di beşê destpêkê heta bêhtir nîvê romanê behsa rûniştin û civata hevalên partiyê di wê mala ku lê bûn e mîvan dikir, û şêweya derbirînê wisa dûbarebûyî hatibû xêzkirin, bi awayekî pevbendî.

Lê babeta pesindayîna êrîşkeran û rengê qurbaniyan û ew gotûbêj di navbera nivîskar û ew kesê ji mirinê filitî , dawîkirinek e balkêş û bi bandor bû , û herwiha zimanê romanê tenik û diyar bû, û wek pêdiviye em binav bikin , ku ev roman yekem e ji romanên wê yên li dû vê derketin mîna Şengalê û vîna evînê , nivîskar bêhtir rol da gengeşeyê û cih û kuştin bala wî bêhtir biribû, ji derveyî vê komkûjiyê tiştek din nebû, hemî kesayetên romanê li cihekî tenê bûn li wê gundê sînorî yê bakûr û rojava ji hevdû vediqetîn e .

Roman behsa bizdana xelkê û bêdengiya dewleta Sûrî dikir û nasnama êrîşkeran bi dawiya vê romanê ji aliyê kesê maye sax bi nav hatibû aşkerekirin, hemî kurd bûn, êlperest bûn , hatibûn e tola xwe ji hevalbendên vê partiyê  bistînin, bi hêvotina dewleta Tirkî û hêsankirina rê ji aliyê wê ve .

Xemsariya rêxistina Kawa û hîştina xwîna hevalên xwe li erdê û pir ji endaman dev ji kar berdan yê karê qeçaxiyê kir û yê bazda Ewrûpayê ev jî dawî encama vê rêxistinê ye , yê nikaribû li ser linga bimîne ji ber ew zora dijwar ji aliyê Turkiyê ve.

Roman têkildar e bi wêjeya rewşanî yê kevin û komkûjiyê vegûhêzandî ye bi rengekî giştî , nivîskar xwe bêalî kir di vê romanê de, rê da bûyerê  xwe pesindan û aşkere bike, tiştekî an ramanekî ji cem xwe ve lê zêde ne kiribû, lê rehnî dayîn li ser vê komkûjiya reş bi xwe karekî cihê rêz û spasiyê ye, hewil da bi rêya vê romanê cihê qelsiya ne bîranîkirina vê kuştinê ji aliyê tevgera kurdî dagir e, û li vir helwesta nivîskarê wêjeyî zelal kir û rola wî ji ronîkirin û piştgiriyê gel û êşên ku bi ser de hatî bi derbasbûna dem û dewranan .

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark