Konê Reþ Dost û Xwendevanên ezîz! Werin em bi hev re bidin ser þopa Mîr Celadet Bedixan û çîroka berhevkirina wî ji Alfabeya Kurdî Latînî re nas bikin.
(...Ev elfabêya hanê ko îro em zimanê xwe pê dinivîsin paþiya xebateke salanên dirêje. Di sala 1919an de, me dabû çiyayê Meletiyê. Em ketibûn nav eþîra Reþwan. Mêcer Nowel (Ingilîzek) jî di gel me bû. Mêcer zarê nîvro dizanîbû, dixebitî ko hînî zarê bakur bibe û ji xwe re her tiþt dinivîsand. Min jî hin medhelok, stran û çîrok berhev dikirin. Carnan, me li nivîsên xwe çavên xwe digernandin, dixwend û diedilandin.
Min bala xwe dida Mêcer, bi lêvkirineke biyanî, lê bê diþwarî
destnivîsa xwe dixwend. Lê belê ez, heta ko min (Û,و) ji (O,و) û (I,ي)
ji (E û ي) b. p derdixistin. Diketim ber hezar dijwari. Ma çiman? Ji ber
ko Mêcer bi herfên latînî, lê min bi herfên erebî dinivîsandin. Ser vê
yekê di cih de, min qerara xwe da û ji xwe re bi herfên elfabeyek
latînî. Êdî min bikariya destnivîsa xwe paþ hezar salî jî, bê diþwarî û
weke xwe bixwînim, ji ber ko her deng cihê cihê li ser kaxezê dihate
sekinandin..
Wekê em vegeriyan hatin Stenbolê, bi vê elfabêyê min
kitêbeke elfabêyê û ferhengeke kiçik nivîsand û ji bona çapê kar kirî
bûn. Lê mixabin ne ew elfabê, ne jî ew ferheng îro di destê min de ne.
Di sala 1925an de, di gel hin nivîsên min ên din gihîþtine pêþberê
Mehkema Xarpûtê.
Di sala 1924an de, li Elmanyayê min careke din
çavê xwe li elfabêya xwe gerand, hûr lê meze kir û mideke xweþ li ser
xebitîm. Min bala xwe dida û didît ko ev sê texlît herf qenc li hev ne
dihatin, herfên yûnanî û rûsî yekrengiya elfabêyê xerab dikirin. Jê pêve
dû herif hebûn ko ji me re ne gerek bûn. Ji lewra min elfabêya xwe ji
nû ve senifand: Herfên zêde jê avêtin, hin herfên latînî bilindek li wan
bar kirin û di þûna herfên yûnanî û rûsî de êxistin...
Wekê tirk
elfabêya xwe belav kirin, me dît ko di dengên hin herfan de elfabêyên me
ne mîna hevin. Dengin hebûnko tirkan ne bi wan herfên ko me niþan
kirine lê bi herfinen din nîþan kirî bûn.
Her wekî me berê jî çend
caran gotî bû, ji bona hêsanî kirina xwendina nivîsarên me, ji
Kurdmancên tirkiyê re, me dengên hin herfan bi hev guhertin û her çend
hebû me ew çend elfabêya xwe xist nîzingî elfabêya tirkan.
Ji gotinên jorîn qenc xuya dibe ko elfabêya me paþiya xebateke sêzdeh salîn e, gora zimanê kurdî, gora dengên zimanê me ye..
Ji
lewra ez vê elfabêyê ji keda xwe bêtir ji keda miletê xwe dihesibînim û
pêþkêþî wî dikim. Ji xwe herçî yê wî ye, ji yê her kesî hejatir û
spehîtir e..)
Mîr Celadet Bedirxan Hawar, 13/1932 Þam