Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Tudirewî û rûbirûbûna wê

 


Rêber Hebûn

Kurd li rojavayê kurdistanê (Sûrî) û başûrê wê (Îraq) karîbûn serkeftinê li ser Daişê pêkbînin bi piştevaniya hevbendiya navdewletî, bi rêya sergirtina ezmanî û bombebarankirina şûngehên Daişê û rêyên piştgirtinên wê, di heman demê de ligel pêşveçûna yekîniyan, û piştî serkeftina leşgerî , moralên xelkê helbet xurtir dibin, û ev yeka wê serneketa eger  ajotinkek e zanînî neba, û ev yeka diyar bû bi jêhatîbûna şervanan bi neyîniyên tundirewiyê û encamên wêna yê  bobelat li ser mirov û jiyana wî, ev jêhatîbûna nîşan dide xebata zanyaran a zehmet ji bona zanîn, avakirin û jiyanê, beranberî hêzên yên kar dikin ji bo kuştin û wêraniyê bê hampa, ji ber ku tundirewî ziyanbexşiyek e li ser raman, civak û nifşê çêbûyî, û li dijî çi pêşveçûnek e civakî ye zanînî û raste, ji ber vê yekê pêdivîbû rûtkirina pîrozî û baş têgihiştina wê, û dan û standin li ser bi rêyên din,  ji ber ku ceng,


û girtinheviyên olî yên comî destikek e ji zorkariya civakê û nemankirina wê ye, û ev tişt dikeve di çarçova nezanîkirina takes, û alavên olî yên bi rehetî ev tişta pêktînin dema valahiyekê di navbera civak û xwendinê çêdibe li ser cudabûna aliyên ramanî, û yek ji sedemên yên betal dikin rûbirûbûna tundirewiya olî bi awayekî ramanî ewa hewildana aliyên siyasî a navdewletî yên şerê hevdû dikin bi karanîna olperestan mîna kaxezek e fişarê li ser hinek dewlet û aliyên siyasî bi wana re ne li hev in, û bi vî rengî paşguh dikin guhdana xwe bi rûbirûbûna ramanî ji tundirewiyê re, ji ber ku ewan girîngiyê pêşî didin e berjewendî û sûdên xwe, û dijwariya girtinheviyê ji encamê destjêberdanek e navdewletî  diyar di rûbirûbûna terora olperestî ye, ji ber ku jinavbirina terorê bi awayekî ramanî ti guhdan nedîtibû ji ber vê yekê gelên rojhilata navîn bibûn ji qurbaniyên vê terorê,û zimanê berjewendiyên malgirtîbûyî bi serketibû ta asta ku bi terorê re bû destêkelkirî, ji ber teror ne tenê mala hin koman e, lê hinek dewlet aşkere pê radibin û kedî dikin û bi xwe jî endamek in li Nato 1 (Tirkî) û herwiha em rola neyînî ya Îranê dibînin bi piştevaniya wê ya bê sînor ji gelek komên terorîst mîna Heşd Elşebî 2 û Hizbullah 3 û Elfatimiyon 4 û komên Ebû Fedil Elebbas 5 û Elhusîyon 6 ji ber ku ti jidilî li cem Encûmana ewlehî an Netewên yekbûyî nîne di rawestandina tewan û binpêkirinan , lê li gor berjewendiyên dewletên bi bandor tevdigere  û li gor Vîtoya 7 ya di riwê hin dewleta tê bikaranîn ta bibe rêgir li pêş çi hewlidanê ji bo parastina sivîlan.  

 - Lagiriya olî a comî bi lez derbasî civakên yên rastî zorkariya dewletî bûn e dibe, ji ber ku ricîmên serkotker timî  gefê dibarînin û dibêjin eger em nebin wê dewsa me olperest cih bigrin, û herwiha peywendiyeke xuristî heye di navbera terora dewletê û terorên komê  ji ber ku dewleta teror timî rê vedike ji şerên navxweyî, û ev yeka rê vedike ji hatina terorîstan û çekan , wekî Efxanistan û Îraqê, û Yemen û Sûrî.      
1- Rêxistina hevbendiya bakûrê Etlesî bi sernavê Nato : ew rêxistinek e leşgerî ye navdewletî ye sala 1949 an de hatibû damezrandin , li gor peymana bakûrê Etlesî yê hatibû îmzekirin li Waşitonê di 4 Nîsanê de sal 1949 an de.
2- Heşd Elşeabî : ew yekîneyên bi rêk û pêk in Îraqî ne, û beşek in ji yekîneyên çekdar a Îraqî, bin fermana rêberê giştî ji  hêzên çekdar ve  ne, û ji 69 yekînî pêktên ,piştî fitwa tekoşînê yê ku lêvgera olî li Necefê hatibû avakirin, piştî kontirolkirina Daişê li ser bostên fereh ji hineh hijmar ji parêzgehên Îraqî re yê nêzî bakûrê Bexdayê.
3- Hizbûllah: ew komek e Şêî ye Islamî û çekdar e û partiyek î Lubnanî ye navenda wî li Lubananê ye.
4- Fatimiyon: ewa komek e Efxanî ye Şêî ye Elî Riza Toslî a navdar  bi bavê Hamid damezrandibû sala 2014 dan de ji bo şerê dijberiya Sûrî.
5-Bavê Fedil Elebbas : komek e Şêî ye çekdar e ji çekdarên Îraqî pêktê û bi xwe ji çeteyên Ehil elheq û şepêla Sedir û ketîbeyên Hizbullahê li Îraqê ne.
6- Tevgera Ensar Ellah navê wê tevgera xortên bawermend bû, ew tevgerek e siyasî olî ye çekdar e, ji bajarê Seide bakûrê Yemenê navendeka bingehîn ji xwe re li wir çêkirin e, û navê wê ya siyasî û ragihandinî Hosî, ji dameznerê wî  Bedir El Dîn elhosî, rêzanê olî ji komê re.
7- Mafê peyvşikînê yê tê naskirin bi mafê Vîtoyê , û wateya wê mafê pêşgirtinê li ser çi biryarê ji aliyê Encûmana Ewlehiyê bê standin bê ku sedemên wê pêşgirtinê bên ravekirin, û tê dayîn ji pênc encamên timî di encûmana ewlehî  û ewan : Rosiya, Sîn,Ingêltira, Ferensa û Iyaletên Yekgirtî.

Bajarên wêrankirî , nediyarbûna ewlehiyê û mirina ciwanan, û herwiha  birina destkurtan ji leşgeriya neçar re , ev hemî mîkrob in ji şerên hundirî ve encam dane, rewakirina dînbûnê di rastiya rêxistinên yên pîrozbûnê bikaranîne wekî bihaneyekî ji berferebûnê re , sûdê ji nezanîkirina yê ku ricîmên serkotker bi dehên salan ve kedîkirin e digrin, bi rêya lephilanînên leşgerî û rewşên bê ewlehiyê yê bi serkotkirina desthilatdarî ve bûn e heval û nediyarbûna dadmendî û yaseyê, û bûyîna welat meydanek e ji qerebalixiyê, xêzên wê berpirs û mêrên ewlehî û saloxgiriyê dabeş dikin, ji bo lêdana aramiya deronî li cem takes û xeniqandina dengên yên daxwaza guhertin û rabûna awirteyan û fermanên zordar dikin, tiştê ku tîjandinek e gelerî encam da û nezanîbûnek e rastîn zêde berfereh bû bi belavbûna xizanî û bêkariyê û gendelî û xal û xwarzê û belavbûna reweşt û reftarên nêrîtî , ji ber ku tundirewan tevî ku dawiya xwe jî dizanin lê paşve naçin ji kuştinê û serqutkirinê, ji ber ev tişt di baweriyên wana de heye, ji ber ku qeyran misoger e, û rêbazên wê bi parçekirina civaka kurdistanî ve girêdayî ne, û derdên wê ya siyasî, bi sedema hişmendiya desthilatê yê serkêşiyê dike bi awayekî bîrdozî û sert, taybetmediya xwe ezezî û dûrxistina kesê li dijî nerîna wê ye, û herwiha hebûna aloziyekê di hişmendiya dijberiyê, ji ber ew jî bi kar û barên dijmin ve peywendîdar in û bi awayekî zindî dikevin bin saya wêna ,û ev jî li ser civakê de dibe giranî, û dihêle ku dûrî ewlehiyê be, û wisa niştecîbûn, mirin û şerên li ber rêbendan de, dîmenek e hevgarî encam dabû, û Daiş dema tewanê dike şad dibe, û tolhildan ewa xweşiyek e veşartî ye, hewildana tundirew ku hovîtî û tewankirinê nepenî bike, ji bo deroniya xwe ya têkçûyî rehet bike.

- Pêdivîbûna berketina kêşeya diyar bi paşdemayîna alavên rûbirûbûna olperestiyê û herwiha qirkirina çandî û dûrketina ji rewanê netewî a kom dike bi rêya nêzikbûna ji rewrewkên pirojeyên nepenî di naverokê xwe de hilma koletiyê dihêle û avakirina desthilatiyên  lephilanîker yên nû û ew bi xwe ji encamên ricîmên serkotker in yên ketine sekretê, lê hêviya tenê di giyanê berxwedaniya a ji vînek e gelerî û ciwan de tê, yê ked dide ji bona bimîne bi zikmakiya xwe ya netewî û rengê xwe yê şaristanî ve.

- Meraqa gelan ji berxwedaniyê û girêdana bi bermayê rewşenbîrî û heyînî bi hêztir e ji pîlanên ricîmên serkotker yên hewil didin cihê wana bistînin, û evîn ew hevsenga rastîn e ji heyîna mirovî re di demê ceng û aloziyan de, yê tên e milletan, ev hemî hestiyariyên germ di rewşê niştecîbûn û şerên navxweyî de nîşan didin li ser cureyekê ji berxwedaniyan ve , tê bikaranînin ji bo derd berdewam be, ji ber ku kedîkirina bêhişî ji kiryarê kesên yên dixwazin cengên navxweyî gurtir bikin, û qutîkirina civakê jî û herwiha hêsan dibe li ser tundirewan ku derbasî civakan bibin û wana bixirxirînin li cem xwe, ji ber ku radîkalên çep û oldar, xalên hevbeş dinav wan de hene dema herdû serwerên xwe ji xwe re dikin xwedawend, û herwiha girîngiyê didin e warê piropûgendeyê bin navê perwerdê  an dewra şereî ( şuştina mêjiyê 1) û Islama siyasî vê yekê piştrast kiribû wek ku sosialîzma Sofiyêtî û yên li dor wana dizîvirin vê yekê  li hin dewletan de piştrast kirin, ev dibe cîgehek e rehet ji afirandina ricîmên saloxgirî û  zordar bi gendelî û zordariyê ve dagirtî ye û herwiha bi dijminatiya zanyaran ve, û li vir em dibînin ku Sosialîzmên rojhilatnavînî bûn e dû beş yek netewî û yê din bi çepîtiyê bawer in, û di dema destpêkên tevgera gelerî bi navê buhara Erebî xwe ji wê dûr xistin, û dîtin û pirojeyên wan bi guman bûn, û xema wan tenê bighêjin desthilatê, û me ti cudahî di navbera wana û desthilatên heyî de nedîtin, û herwiha Islamî jî li ser têla sazkirina ricîmek e Islamî lêdan  û li dijî zanistdariyê derketin, û tevgera gelerî bi vî awayî têk birin, û bûn e alavekê di destên dewletên herêmî de yên bûn e piştgir ji wan re  mîna Erebistana Siûdî û Turkiya û Qeter û Îran, û berrabûna ji biveya tundirewan bûye berberîkirinekê ji hemî pêkhatiyên deverê re, û nexwaz biryardana Turkiya  a heynat di lêdana çi rewşek e rêxistinî kurdistanî hewildide ji bo jiyanek e azad û demukrat bi dest xwe xîne, ji ber vê yekê em aloziyek e serdest  li ser dîmenê dibînin di dema berdewambûna şer û têkalên bidûhevdû, û sedema nebûna azadiya bingehîn  vedigere ji sitemkariya ricîma siyasî  û hîştina wî ji paşdemayînê re , tiştê  dihêle  ku civakan rastî çarenûsek e nediyar werin, bi jihevkirina hevpeymana siyasî û belavbûna wê û berzbûna berberîkirina yê girêdayî bi hingemeyê û şerên hundirî ve, mînak rûbirûbûna  rêxistina Daiş yê teror , yê asta bilind ji sertbûnê bi ser civakê bikartîne , û di vir de em dibînin sûda hunera ravekirinê û çendî karîbûna wê li ser firîn û berfirehbûnê li dûr , ji bo berketina rewşa civakî li rojavayê Kurdistanê ,û herwiha têgihiştina boblatên  mirovî  yên bi dûhevdû ji ber êrîşê Daişê li Kobanî, û pêhelistina wî ji komkûjiya bi ser navê Şeva xedirê 2 piştî rizgarkirina bajêr bi çend mehan ve,  û hovîtiya malbatî , û kînên navçeyî yên ku di giyanê civakê de cîgir bûne , di nîşanên xwe de paşketinek e xuristî veşartî ye, hatibû kêmkirin piştî 2011 ,ji ber ku rewşa civakê hatibû guhertin dema jinê bi mêr re erd  û destkeftiyan parastibû, ji ber  civakên yên ku serpêhatiyên xwe tunebin ji afirandina rêxistinên sert wê nikaribin bergiriyê xwe bikin, û heta  ricîmên siyasî dikarin astên amadebaşiyê ji bo rûbirûbûna zordariyê li cem civakan de piştrast bikin.
----------------------------------   
1- Şuştina mêjiyê : mebest ji wê yekê ewa guhertina takes , alî, nirx, ,awayên kiryarên wî û baweriyên wî, û pêgirtina nirxên din û nû ji aliyekî ve çi takes be an kom an sazî an dewlet be, û têgeha şuştina mêjiyê bin dikeve bin navên cuda, yek têgihiştinê radike mîna dûbare çêkirin, û avakirina ramanan, û guhertin û rizgarkirina ragehî û ramanî, û qayîlkirina nepenî , û bernana ragehî, û guhertina aliyan.2- Şeva Xedrê : komkûjiya reş li Kobanî , rojavayê Kurdistanê de çêbû di 25.06.2015 an de û têde 239 kes jiyana xwe ji dest dan di nav de 33 zarok û 79 jin, 289 birîndar jê 78 zarok û 81 jinê ji aliyê rêxistina Dewleta Islamî a teror ve bi sernavê Daişê  ev komkûjiya pêkhat.


Û dema ji kar û dayîna nerînê û hînkirina baş tên e rûtkirin vê yekê li cem wana rewşek e ji nifretbûn ,dijminkarî û amadebûna ji zorkariyê dema  jêre derfet çêbe durist dike û ewan çalak dibin bi hebûna hingemiyê ,û li gor bawerî û rewştan tên e guhertin , û zehmet dibe celewkirina kelçûyîna cemaweran û zeftkirina wêna eger ji xwe re bostekî ku têde karibin tevbigerin  bibînin, û dema desthilat bi rûbirûbûna gefên derveyî yê li dijî wê tê mijol dibe, cemawerên hêsrdar û dijber jêre hemî hêzên xwe kom dikin ta bi awayekî hovane  hewil bidin  ji bo xuristiya ricîmê biguhêrin, tevî ku rastî serkotkirinê bi awayekî berfireh tên, lê ew şer dikin, û hemî destikan bikartînin ji bo hingemiya xwe bihêlin heta ku di nav xwe de desthilatiyek e nû dewsa wê bigre bê sazkirin, û wisa em pirbûna tiliyên derveyî dibînin yên vê yekî zeft dikin, taku bingehên ricîmek e siyasî nû deynin, ji ya a berê hatibû zayin, û hewil dide di yaseyên xwe de di navbera ricîma tunekar û a heyî de hevsengiyê çêke,wekî ku Nîqola Mîkafîlî 1 di vê derbarê de dibêje ku çi desthilatek e nû hinek zagonên yên desthilata berê wêna bikaranî dihîlîne, ji bo zeftkirina civakê,(Pirtûka Mîr)
ji ber sîstema siyasî a goşegirî li ser rojavayê Kurdistanê danîbû bi awayekî pir zêde , û navçeyên wêna ji hevdû bi tenê kiribû, û navçeyatî di nav kurdan de cîgir kiribû, xwest ku tiştê parçe bûye parçetir bike, û netewa kurdî têk bibe, û rê li ber bigre, lê çanda vejînbûnê jêre hertimî şiyar bû ,û rewşa yekîtî û hestbûna civakî karîbû taya jiyana demukrasî rabike, beranberî jiyana nêrîtî yê naye pêşdebirin,yê kêmtir dibe bi pêşdebûna qonax û astên serçûna moralî, sincî û zanyarî.

-------------------------------------

1- Mîkafîlî li Florensayê jidayik bû ji parêzgehek î ewa Birnado Dî Nîkola Mîkafîlî û Bartolomî Dî Istifano Nîlî, û herdû jî ji malbatek e  Toskanî ne resen in, û bavê wî ji kesên pile bilind in, lê Mîkafîlî  hînkirinek e berfereh nedîtibû, lê zîrekiyek e xurt diyar kiribû,  pêşî Mîkafîlî li pey mêrê ol û siyasetvanê Îtalî  Cîrûlamû Safonalrûla yê bi xwe ji ricîma keşevanên Domînîkanê bû , û bi navdariya kizîrê xwedê hatibû xelatkirin,  û Safonalrûla gotar digotibû ji bo ciwanên Îtalî ta bi başiyê bigrin, lê Mîkafîlî jê dûr ketibû, ji ber kû ew mêrê siyasetê bû, û hewil dida ku ol ji siyasetê veqetîne, bi kirin bajarê Florensa mîna komarek ê.

https://youtu.be/TPQmdOGOcBU



 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark