Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Jibîrneçûna 8ê Cehzeranê

 



Anahita Hemo / Paris
 
Bîranîna giyanê hozanvanê nemir
Ferhedê Içmo
Vaye dîsa roj li hêsran çûye ava,
Vaye bi helbesta "Qamiþloka Min ",
" Dema Destanbêj te Dibînin....".
Dema her tiþt dire lûs,
Stêrên asîman þiyariyê li xama min dikin,
Gelawéje xwe.diyare.dike...


Hinek serme min dispêre nivîsên we,
Di bêdengiyeke bêhempa de,
Bi hestên êvara oxira te,
Mûmên êvarê têne biþaftin,
Asîman têr ewrê girînê, nalînê ye,
Pelên darên sêv û bihîvan xwe pêl didin, xuþîn e,
Bi sira bayê êvarê, mûm geþ dibe,
Di bîranîna hebûna nemir,
Çivîkên parîsê,
êvarê piþtî nimêja xwe kirin, dirin lûs,
Bi awazên teyr û tilûran re,
hêsrên dilovanya giyanê te di bîr tînim, ,
Mîrê Hozana Kurdî,
Bavê hestên derûnpakiyê, nejbîr e,
Mîrê beste û awazên stranan...
Havîn e, lê ne mîna havînên berê ye,
Qamiþloka Evînê di perîþniyê de li ber xwe dide,
Qamiþloka xemgîn! Sikak û gasînên te,
Ne ew çax e, ne ew dema xweþ e,
Dilsozbûna te ji xema te re,
Hêjî bi pelên darên sewz re,
Bi çîvçîva çûkan re, berî herin lûs,
Asîmanê þînê tarî, berî xwe bispêre þevê,
 li te digerin.
Nimdarî xwe vedigre, êvar e,
Bi helbesta "Galîlo", bi dildariya "Evîna Te ",
Demên nifþan vejîn dibin,
“Evîna te heyv û rok e, bê te cîhan taristan e”,
Qamiþloka Evînê hêjî li te dipirse,
Nejbîr e, Mîrê Hozana Azadiyê,
“Bê te cîhan taristan e”,
Evîna te Kurdistan e, Kurdistan e,
Mûma min jî vê êvarê xemgîn e,
Hêdî hêdî ji oxira peyvê min vedimre, diçe lûs,
ji melûlbûna oxira zû, ji nav me barkir,
Gelo ev e wefadarî?
Lê, me jîn xweþ naskir...
Bi kurte hozanê te
Ezmûndar bûn, hest û peyvê resen....
Gewre û payedar in,
Dibistaneke awarte ye,
Endezyarê peyvê !
Evîna te kurdistan e.
Dema te digot :" Piþtî çûna min hûnê min ji bîr bikin ".
Gelo hestên nemiran ji bîr dibin?
Li her deverê zindî ye, peyva piledar, kurd û kurdistan e.

7/cehzeran 2022

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark