Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Lêkolîn: Lêkolînek li ser rojnama (Roja Nû).. Xelek (2)

 


Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo

Cih û rola rojnama (Roja Nû) di pêşketina tevgera azadîxwaz û    çapemeniya Kurdî de
K.Bedirxan  di hejmarên (12-13) de di bin navnşana (Dewran) de gotarek di bin çend navîşanên şaxî(Eniya Sovyet,Vegirtina Siclayayêm, di deriya Pasifkê de, dawiya vî şerî ) de diweşîne,  ew di vir de dinivîse: (Şerê  (1914-1918) an bi serfiraziya hevalbendan qediya bû û pê zehf  miletên dinyayê  gihane azahî û serbestiyê û nemaze miletên Rohilata Nêzînk û Navîn pêşve ketine, hevalbendan wei,d (soz)  daye ko miletên dinyayê  hemî  wê bighînin  azahî û serbestiyê.)


Li gor em dibînin,Kamîran Bedirxan dixwaze di vir de nameyeke pir sivik û dîplomasî ji dewletên  endamên Hevbendiyê re bişîne û gil û gazinên xwe ji wan bike û bêje: Lê mafê gelê Kurd li kû maye? Hevpeymana Sayik-Pîko   çi bi serê  Kurdan kir û  Kurditsan berê du beş bûn, lê niha bûye çar beşên dagîrkirî,vêca kanî hevpeyman û sozên we û we  çira hêviyên  gelê Kurd vemirandin  !????
Em di vir de jî ; gotara Ebdiladî Mihemed bi navnîşana (Fermana mala Birahîm paşa ) di sala (1919) an de dixwînin.
Di hejmara (14)an de sernivîser dîsan di bin navnîşana (Dewran) gotarekê  bi sernavên şaxî de  dinivîse:1- Moslînî Kuştîye,2-Firensa Şerevanî,3- Eniya Behra Spî,4-Êrişa Ordiya Sor .
Lê ew di vir de jî; peyva serok  Çirçil ya ku di pêşiya civata miletê Birêtaniya  de gotiye, bi xwendevanên xwe agahdar dike û  ew dibêje:( Ji nêzîk de Qsra Moslînî wê were hilweşîn û bê guman pir guhartinên mezin jî hene û   Îtaliya ji ber siyaseta Moslînî pir buhayeke giran daye,leşgerên Hevbendiyê kanin gelê Îtalî rizgar bikin û gelê Îtalî kane cihekî giring  di nav gelên Ewropî de bistîne û  herweha jî; Almaniya li hember Rusiya ziyana mezin dîtîye û bajarên wê, li pey hev  dibin xwalî).
Herdîsan ew hîn gotina Ruzwelt  bi bîr tîne û  dinivîse:( Leşgerên  me ber bi Berlîn  û Tokoyê ve dimeşin,Hitler bêbextî li Moslînî  kiriye ,ew ne hatiye hawara  wî,hemî sucdar;Îtaliya,Alman, Japan  bê qeyd  û şert  divê xwe
bavêjin bextê me,bi vegerîna erdê wan, emê miletan ji zolm û zordariyê  xelas bikin û bighînin azahîyê).
Sernivîser di hejmara (15) an de jî bi sernavê( Dewran) û di bin çar navnîşanên şaxî de 1-Rewişta Îtaliya .2-Wetenperwerên Frensiz.3-Eskerên xort û ciwan.4-Em û cîhan, gotarekê dinivîse; ew di xala dawiyê de dibêje: (Kurdan ji bona  azahî û serbestiya xwe gelek xwîn rijandine û îro ko miletên  dinyayê  ên biçûk  û mezin  ji bona serbestiya  dinyayê  şer dikin  û bona mezinahiya welatê xwe  û rehetî û selametiya cîhanê  bi qiwetên  zilm û zorkeriyê  di şerî de  ne).
Di vê hejmarê de desteya (Roja Nû) dîsan nûçeyek kurt li ser  qîret û jîrbûnên hin Kurdperwerên Kurd bi xwendevanên xwe dide nasîn û dixwaze bi vê nûçeyê  hestên Kurdan li ser zimanê Kurdî germ bike û qîretê li nik wan peyda bike .
Osman Sebrî  di hejmara (17) an de  li ser  rizgariya jinan dinivîse û ew bi tundî  rexnên xwe arastî hin mêran û hin jinan dike û  ew  li  ser  mêrên ku pir jinan dibin radiweste  û  û ew pir bi hêrs nameyekê ji gelê xwe re dişîne  û  dibêje:( Ew tiştekî kirêt e,  mêr jî hene; jinan weke dewaran dibînin, lê jina ku bi çûyina ser hewiyê razî dibe, ewa jî  mîna dewarekî ye). Herweha jî nivîskar li dijî qelengên keçan radiweste û  xuya ye; ew nameyekê bi hêrs dişîne û  dibêje: (Hin kes hene keçên xwe mîna dewran difroşin) .
Lê Sibhiyê Diyarbekirî di vir de peyva (serbestî) ji xwendevanên vê  rojnamê  re şirove dike û pesnê wê dide û wê  bi çend hevokên nirxbuh,    mîna :(Serbestî  çi bêjeyeke şîrîn e û ev gotina  herdem bi xwînê  tête kirîn û bi avzêr tête nivîsîn…., (serbestî çira jiyanê ye) bi vî awayî S.Diyarbekirî   serbestiyê ji dilan ve nêzîk dike û qelengê wê jî ji xwendevanên xwe re dide zelalkirin.
Herweh jî mijarek din û giring  mîna (Ev e Emîrîka) di vir de û di hejmara (19)an de bi pênûsa sernivîser cihê xwe girtiye;ew di  vê gotarê de li ser rizgarkirina Emêrîka ji bin destê Êngiltera di sala (1776) an de dipeyve û li ser daxuyaniya Emêrîka li ser azadiyê û wekheviya gelan jî  radiweste.
Dîsan sernivîser di hejmarên (20,21,22,23) an de di bin navnîşana(Ev e Emêrîka), rewşa zarokên Emêrîka bi xwendevanên xwe dide naskirin û ew dibêje:
 (Emêrîka ji bona zaroyan cihekî delal e û di Emêrîka de jî  zarok roniya  malê ne  û hêviya welêt in, Emêrîka mîna miletên dinyayê  xwedî  terbiya û zanînê ye,bi zaroyên xwe re zehv(pir) mijûl dibin daku kur û keçên wan têkevin  dibistanan) û ew ji xwendevanên xwe re şirove dike ku çawa civaka Emêrîka  pêşda diçe û ew Dibêje: (Dermanê  perîşaniyê kar  û zanîn e , lewra jî divê Kurd zarokên xwe ji bo xwendinê  bişînin  Heleb ,Şamê  û Bêrutê)  û ew hîn dinivîse: (Stûnên hêza miletekî dudin e. 1-Zanîn e.2-Mêrantî,   lê Xweda  jî mêrantî daye me).
Yanê xem û qisaweta sernivîserê vê rojnamê herdem ev e: Ku çawa miletê Kurd kane pêşkeve, zanebe û xwedî li mafên xwe yên civakî û netewî derkeve û ew zanibe û  kanibe li Kurdistanê û di nav dewletên cîhanê de berevaniya mafên gelê xwe û welatê xwe  bike.
Di hejmarên(24,25,26,27),an de dîsan(Roja Nû) dewleta Firansa, mêrxasên Sovyetistanê  û pêşketina Ukraniya  û hêzên Rusî li dijî Almaniya,
Bi xwendevanên xwe dide nasîn .
Sernivîser K.Bedirxan gotina şalyarê Emêrîka yê derve Kordel Hal li ser civîna Mosko diweşîne û ew ji beşdaran re dibêje: (We ez gelek serbilind kirim ko we ez vexwendim  û ez bêm pêşiya we û  ez qala konfiransa  Moskvayê  bikim,civîna Mosko di bingeha xwe de, civînek leşgerî û siyasî bû, niha jî miletên (Hevbendê) di eniya şer de ne û ew hêrişê dibin ser dijmin û dijmin hindik maye ko bişkê û bi binkeve, divê Emêrîka  alîkariya leşgerên xwe  û leşgerên  dewletên (Hevbed)bike) û herweha jî Kord Hal di civînê de pesnê Stalîn jî dide û ji  beşdaran re dibêje: (Emê aştiyê li cihanê bikin) . hej.( 29).
Herweha jî sernivîser di hejmara (32) an de  kurtemijarekê  bi navnîşana
(Bêbextiyaa Japano) dinivîse: ( Nûnerên Japano li Emêrîka di sala (1944) an de, dewleta Emêrîka  dixûpandin,Japano di sala (1894) an de hêriş biriye ser  Çînê û  di sala (1904) an de  hêriş biriye ser Rusiya  û Japano û Almaniya Nazî di agirvêxxisina şerê cihanê yê duhem de alîkar bûn  û ew herdu dewlet jî giringtirîn endamên dewletên navendî û serekîn bûn.) Sernivîser di vir de jî; helwesta xwe û ya gelê Kurd rasterast li hember
 (Dewletên Hevbend) bi erênî dide diyarkirin û ew siyaseta (dewletên Navendî)  jî  şermezar dike.
Em dîsan gotarekê bi navnîşana(Xebata welatparêzan) bi pênûsa Kamîran
Bedirxan di hejmara (35) an de dixwînin, ew di wir de  dibêje:( Firansa  ji çar salan de li jêrdestê Almaniya da ye, lê dîsan hin nişteciyên Firansa  xebatên xwe ji bo azadiyê dikin û (300) kovar û rojnamên Firansî li Firansa bi nehênî têtin çapkirin).Di nêrîna me de Kamîran Bedirxan ne tenê helwesta rojnama (Roj Nû)  û gelê Kurd li hember  dewletên (Hevbend ) dide xûyakirin , bi ya me be, ew  nameyekê ji gelê xwe re jî dişîne û dixwaze ji Kurdan re bêje:Vaye binêrin Firansa jî dagîrkirî ye,lê welatparêzên Firansî bi nehênî û bê tirs  jî xebatên xwe li dijî dagîrkera Alman  dikin  û divê  em Kurd jî ji xebatên gelên cîhanê sudan wergirin.
Lê em dîsan di hejmara (39) an  gotara Kamîran Bedirxan di bin navnîşana (Dewran) dixwînin , ew dinivîse: (Piraniya miletên cîhanê Muslimanperest in,ew baweriyên xwe bi azadiyên gelan tînin û her tiştê ku maf e, ewa ji camêriya Xweda ye û buhişt jî cihê mirovê qenc e û  di vê cîhanê de miletek xwedanê  welatê xwe be  û ew bi azadî bijî , ewa mîna siya buhiştê ye,lê eger miletek di bin siya miletekî din de bindest û şerpeze bijî, ew ne tenê   di bin siya dujehê de dijî, lê ew rasterast di dujehê de ye).
(…Pêxember ji me re diyar kiriye  ku çawa em mafên xwe bi destxînin, ango ;ew dibêje:(Ew bi têkoşînê  û netirsiyê ye ,lewra divê em têkoşîna xwe bikin) û ew  li dawiyê dinivîse:(Buhayê azadî û serbestiyê  xebat û xwîn e û bê guman jî Kurd jî mêr in).
Di hejmara (40) î de Reşîtê  Kurd  gotarekê bi navnîşana (Stêr) dinivîse:Ew  di vir de dibêje:(Hevalê me Osê Hesarî di vê dawiyê de zimanê Kurdî  hîn bûye û  ewî niha rojnama (Stêr) daye min ,lê di vê tengiyê de  xwediyê (Stêr)  mîna rojê  li min hilatî bû ,tîrêjên wî ên tîndar  giyanê min zînde kirî, dilê min xurt kir û xwîna min germ kiribû û ez di dibistana biyaniya de bûm, navê Kurd û Kurdistanê yekcarî ji me veşartî bû û kesî nikanîbû nave wê bihaniya ser zimanê xwe ,min dest bi aşkerekirina  ajotina  doza xwe  di nav hevalên xwe  de  kir) û H.W.D.
Lê Kamîran Bedirxan gotarekê bi navnîşana (Azahî û  serbestî  armanca hemû miletan e  ) di hejmara  (41) ê de diweşîne û ew di vir de giringiya azadiy ji xwendevanên xwe re dide nasîn û dibêje:(Miletên mezin û biçûk,dewlemend yan belengaz hewcedarî  azadî û serbestiyê ne  û şeref û meqama  a bingehîn  azahî û serbestî ye, bê serbestî pêşveçûn ,xweşî û kamîranî nîne û heywan  bi xwe jî aşiqî  azadiyê  ye, miletên  hemî dinyayê mîna hev in) û herweha jî K.Bedirxan  di vê gotarê de li ser giringiya serbestiya çapemeniya Kurdî   û azadiya olên Îslamî , Ezdahî , Xaçeperestî û cuhoyî  jî radiweste.
Kamîran Bedirxan  mijarek dirêj  bi navnîşana (Kurdistan ) bi (3) xelekan di hejmarên (42,43,44) an de diweşîne û ew di wir de li ser giringiya erdnîgariya Kurdistanê li Rojhilata Navîn radiweste û dinîvîse: (Kurdistan hestiyê welatê Rohilata Navîn e û bê guman Kurdistan  wê rojekê  di rewş
û Jiyana nijadên welatên Rohilata Navîn de  karekî mezin û giran pêkbîne).
Herdîsan K.Bedirxan sererdê û binerdê Kurdistanê  bi xwendevanên xwe dide,nasîn û ew dibêje: (4000000 Kurd li Turkiyê,3500000 li Ecemistanê,100000 li Îraqê ,200000 li Sûriyê  dijîn û herweha jî Kurd li dever û welatên din jî hene ; Anadolê ,Bilocistanê ,Afxanistanê) û H.W.D.
Rojnamevan K.Bedirxan hîn dibêje: (Zimanî Kurdî xwerû ye,dewlemend e, ahengdar e, dibistanên Kurdî li Kurdistanê tunene,lê  piştî şerê cîhanê yê duhem; gelê Kurd pêşde çûye, pirtûk, kovar û rojname jî hatine çapkirin).
K.Bedirxan li ser dîroka Kurdistanê jî weha dinivîse:(Nivîsevanên Sumeriyan şihadetiyê dikin ko Kurd du hezar sal berî pêxember Îsa di welatê xwe  Kurdistan de rûniştibûn, her û her  şerê cîranên xwe Babilî û Asuriyan kirine ,yên ko dixwastin  Kurdistanê têxin bin lepên xwe) .
Sernivîser di xeleka sêhem de weha berdewam dike:(Şerê cîhanê yê yekê ji bo  Kurdan giran bû, (600)hezar Kurd  di rêya koçberiyê de jiyanên xwe  destdane,lê pîştî şerê cîhanê Birêtaniya,Firansa  û Emêrîka  gotin: Pêwîst e kêşeya Kurdistnê çareser bibe ,lewra jî nûnerê Kurdan Cenêral Şerîf Paşe  di civîna (Sêverê)10 Tebaxê de beşdar bû,dewletên mezin û Turkiyê lihevhatin,hikumetên Êngilîz û Firansiz mafê gelê Kurd li gor bendên (62,63,64) pejirandin û li gori benda (64) an de jî  weha  hatibû çespandin  ( Mafê gelê Kurd heye ku ew bibin xwedanê welatê xwe û ew kanin welatekî serbixwe  damezrînin),lê ev benda cihê xwe di dîrokê de ne girtîye.
Çima weha bû? Mistefa Kemal Ataturk zora xwe daye ser Yonanê  û  Yonan  bi binket,dewletên Ewropî jî destên xwe ji hevpeymana (Sêverê)  vekişandin.
Kamîran Bedirxan ji cîhanê û Kurdan re dibêje:(Kes nikane mafê Kurdistanê li gor lihavhatina (Sêverê)  înkar bike û ev maf jî  yekitî û azahiya Kurdistanê ye) .
Lê di hejmara  (45) an de  jî dîsan sernivîser gotarekê bi navnîşana (Em çi dixwazin ?)  dinivîse  û ew di wir de bi van wateyan  dibêje:(Em Kurd çi dixwazin, gelo xwestek û daxwazên gelê Kurd  ne rewa û durust hene? Neh milyon Kurd dibêjin,xwestekên me dadmend in  û tu ziman ji zimanekî dîtir baştir nîne û ne ji mafê miletekî ye ku zimanê xwe li ser miletekî din   bizorê bide pejrandin , lewra jî divê zarokên Kurd  bi zimanê xwe bixwînin û me çavên xwe jî  bernedane mal û welatê tu kesan  û em dixwazin bibin hevalên cîranên xwe)  û herweh jî  ew mijareke  din di hejmara (46) an de  bi sernavê (Pirsa me) diweşîne  û ew di wir de dibêje: (Rojekê mîvanekî Emêrîkî serdana  mala me kir, ewî ji min xwest ku ez pirsa Kurdistanê ji wî re şirove bikim, lê min bersiva xwe bi van  peyvan destpê kir û got:Min xelîçeyê ku li ser erda malê bû şanî wî kir û ji wî pirsî:Tu vê xelîçeyê (xwaliyê)  çawa dibînî ? Spehî ye?Ewî got: Gelek Spehî ye,lê min jî  bi wî re got:Eger niha em rabin vê xelîçê  pênc perçe  bikin, tuyê çi bêjî? Ewî got: Heyf e, guneh e, lê min dîsan li mîvanê xwe vegerand û got: Eger perçekirina  xalîçeyê  heyf e,lê Kurdistan jî weha hatiye  perçekirin.!!!).
K.Bedirxan dixwast bi vê nimûneya hêsan mîvanê xwe bawerkirin bide ku çawa welatê Kurdan hatiye perçekirin û dijminên Îslamperestiyê û niştimanperweriyê hemû  cîhanê  dixûpînin û ew hîn ji mîvanê xwe re   dibêje:(Eger em ji wan re dibêjin: Em miletekî serbixwe ne  û mafên me netewî mîna hemû gelên cîhanê  hene, ew bi me re  dibêjin:Em hemû Misliman in) !!! K.Bedirxan  bi vê ronîkirinê xwastiye derew û  helwestên riçperst û şovîniyan li hember gelê Kurd bicersîne.
    Dumahîk heye    

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark