Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: ( zinara erebî ) .. hevigirtina niştimanî li sûriye di de ber hêrifîne

 


 Elî Şemdîn * 

  Ji dema ku miletê kurd hatiye girêdan bi dewleta sûrî ve li gor Peymana (Saykis-Pîko) sala 1916 , ji wê demê ve xebata xwe berdewam dike ji bo parastina nasnama xwe ya netewî , û ji bo ku ciyê xwey durust bigire di hundurê welêt de di bin siya sazûmanek dîmoqratî nûjen de , da ku mafên xwe yên netewî bide parastin .


û bi rastî jî miletê kurd rolek giring lîstiye di avakirina dewleta sûrî de ku di bin nîrê ferensiyan de bû li seranserî nîvê pêşî ji sed sala bîstan ,û qurbaniyên hêja pêşkêş kirine ji bo pêkanîna azadî û serxwebûn û  pêşketina sûrî , lê mixabin hêzên şofînî ji vê rolê ne razîbûn , û hêdî hêdî piropoganda û derew li dor vê rolê belavkirin û gotin ku kurd xeterekê li ser ewlekariya welat çêdikin , û nerînên tijî kîn û zikreşî li dijî kurd dane eşkerekirin û belavkirin , û hebûn û taybetmendiyên wî yên netewî dane inkarkirin , û ev mêjiyê nijadperest hate eşkerekirin yekemîn car di destûra Partiya (BE’ES) de ku eşkere dibêje : çi kesê ku bi zimanê erebî bi axife , ew di be ereb , û çi kesê li dervî vê nerînê bimîne di ve were koçbarkirin û dûrxistin ..  
Û ev piropoganda şofînî li dijî miletê kurd li sûriya û li dijî rola wiye niştimanî ya bi rûmet gihişte wata herî bilin di salên şêstî de ji sedsala bîstan , dema ku efserê ewlekariyê (Mihemed Teleb Hilal) , serokê beşê siyasî li parêzgeha hesekê (Cezîrê)  lêkolînek xerab amade kir li ser Cezîrê ji aliyên (netewî , siyasî ,û civakî) ve , kîn û berberî jê difûriya li dijî kurd, û bi wê nerînê di xwest dîwarekî ji xelkên ereb avabike di nav bera xelkên miletê kurd de yên ku sînorên (Saykis –Pîko) berê ew ji hev qetandibûn , û wan ji herêmên wan yê resen bidin koçbarkirin û ereban li şûna wan cîbicî bikin ji bo ku dîmografiya wan herêmên ku bi piraniya xwe ve kurdin , bidin guhertin , û di wê lêkolînê de dabû nîşandan ku kurd dixwazin welatê sûrî bidin parçekirin û  dewleta israîl ya diwemîn bidin çêkirin ,û bêbextî û derwên  din jî di gotin ,  ji bo gurkirina cemawerên ereb li dijî birayên wanî kurd ev ji aliyekî ve , û ji aliyên din ve peydakirina  behana ji desthilatên şofînî re ku êrîşan bidne ser wê (xeter) a ku di mêjiyê xwede çêkirine ji bo qirkirina kurdan , û bi rastî jî wî efserê şofînî çend pêşniyarên mîna jehrê ji serokatiya dewleta xwe re pêşkêş kiribû ku bi pêkanîna wan pêşniyaran wê karibin kurdan ji kok de rakin , ewî di wê lêkolîna xwe de di vê derbarê de ev gotiya : (pirsgirêka kurdî îro , ku xwe sazkiriye , wek nexweşiya penceşêre , çêbûye yan hatiye çêkirin di parçekî de ji laşê netewa erebî de , û tu derman jêre tuneye ji bilî jêkirinê pêve).
Û ji nav pêşniyarên ku (Mihemed Teleb Hilal ) pêşkêşî serokatiya xwe kiriye ev xala ( 8) ye ku di bêje:    (bi cî kirina xelkên ereb yên netewperest di herêmên kurdî de li ser sînor , ji ber ku ewê bibin dîwarek di pêşerojê de dinavbera kurdan de û wisa jî  wê bibin çavdêr jî li ser wan , ta ku werin barkirin bi yek carê re ..).
Mixabin ew pêşniyarên kirêt û rûreş  hatin qebûlkirin ji alî desthilatên şofînî ve wek pirogirama kar , û li ser erdê bi kar anîn di riya zincîrek ji pirojeyên şofînî û siyasetên dijî maf  û yasayên lîsta mafê mirovan û peymanên navdewletî ku ji alê dewleta sûrî ve jî hatine imzekirin , û (hejmartina awarte 1962), û (zinara erebî) xirabtirîn pirojebûn ji wê lîstê û zererek mezintirîn gihandin nasnama netewî ya miletê kurd ..  
lewma ( zinara erebî ) yek ji pêşniyarên Mihemed Teleb Hilal bû ku desthilatên sûrî di 1966 an de dest bi cî bi cîkirina vî pirojeyê kiribûn wek qûnaxa yekem , ku dest danî bûn ser baştirîn zeviyên çandiniyê li cezîrê  yên ku cotkarên kurd ji bav û kalan ve bi xwêdana xwe avdida û cotdikir , li seranserê sînorê sûrî bi sînorê turk û îraqê re , û ew zinar destpêdike ji (Eyindîwar)  li ser çemê Dicle , ta bi gihe ( Serê Kaniyê ) ji alê rojava ve , bi ferehbûna (10-15) kîlomitir û bi dirêjaya ( 375 )kîlomitir , ev zevî û qad ji cotkarê kurd hatin sitandin bi behana avakirina komelgehên çandiniyê li gor nimûnên ( Sovxoz û Kolxoz )ên soviyetî ku laşkergehê sosiyalistî piropogandek mezin jêre kiribû û bi xurtî li kêlekê disekinî li dijî cotkarên kurd ku vê zinara erebî ew bê qada hiştibûn , û wê demê elmaniya rojhilat ew cotkar didan nîşandan wek kevneperest û nokerên sehyûnizmê ji ber ku li dijî guhertinên sosiyalistî di sûriya de disekinin li gor dîtina wan  .
Û li ser bingeha biryara serokatiya Be’ es (Qiyada Qitrî), ya dibin jimara (521 / 24-6-1974 ) , desthilata sûrî di sala 1974 an de dest bi pêkanîna qûnaxa diwem ji (Zinara Erebî)kir bi anîna (4500)malên Ereb ji dervî parêzgeha cezîrî , ji parêzgeha (Heleb , Reqa) ew anîn û li (39) gundên nûjen ku dewletê ji wanre avakiribûn ew bi cîkirin di seranserê wê zinara erebî de , û ew zevî li wan belavkir ku jimara wê digihişte (800 00) donim , yanî her malek ereb ji (150-300)donimî zêdetir sitand , û hemî pêwistiyên jiyanî ji wan re berdest kirin di wan gundan de .
Û ev piroje hîn jî berdewame bê rawestan ta roja îro jî , ku vê dawiyê desthilata sûrî dest bi pêkanîna biryarekê kiriye ku (150)malên ereb ji başûrê bajarê hesekê ji navçeyên ( Şedadê û çiyayê ebdul ezîz )bînin herêma kurdî (Dêrikê)wan bi cî bikin û zeviyên mayî ku berê ji kurdan sitandibûn li wan ereban belav bikin di demekê de ku bi dehan hezar malên kurd xwediyên wan zeviyan hene ku ji bostek erd jî bê parin , û ev gava şovîn hatiye avêtin li ser bingeha nama ku ji wezarata çandinî û sazkirina çandiniyê derketiye di bin jimara (1682 / m d /  3-2-2007)ya (Qiyada Qitrî) ya partiya be ’es , û li gor vê biryarê di (13/6/2007)an de rêvebira çandinî û sazkirina çandiniyê li hesekê (5600) donim zevî ji gundên kurdan (xirab reşk , girê reş , qidêrîk , girkê mîro , qizircibê )dane wan malên ereb .
her wiha jî desthilatên sûrî her serê demekê wan zeviyên cotkarên kurd yên hindik ji wan distînin ku bi keda xwe û xwêdana xwe ji keviran paqijkirine ku ne zêdetire ji çend doniman ne zêdeter bû û dane ereban bi behana ku erdê wan kême , weke ku di bîst salên derbas bûyî li dihan gundên kurdan  de li herêma Dêrikê (Sermisax , tokil , kêşik , dêrûnê , cîlika , mistefawiyê ..) çêbûye ,bi omîda  ku zor xurtir bibe li ser hemwelatiyên kurd û wan pirçî bikin da ku neçare ji dev gundên xwe berdin û vala bikin li gor daxwaza M.T.Hilal.
Birastî ev zincîra pirojeyên şofînî ne ji valahiyê hatiye , ku dixwaze hebûna kurd tunebike , lê belê ji wî  mêjiyê şofînî qirêj hatiye der , ku xwediyê wê (Mîşêl Efleq) bû  ewê ku ramanên xwe ji (Hitler) wergirtibûn , ew mejiyê ku rêjîmên sûrî û îraq mixabin bawerî pê anîbûn , ji ber ku pirojeyên nijad perest li herêmên kurdî li sûrî û bi taybet li cezîrê ku bûye û hîn jî di bin ji bo erebkirina wan herêman û valakirina wan ji xelkên wan û ji bo guhertinek dîmografî lê bi cî bînin , ev şêwe ji pirojan hatiye fotokopîkirin ji pirojeyên ku li gelek herêmên kurdistana îraqê hatine pêk anîn (Kerkûk , Xaneqîn , Mendelî , Şingal , Mexmûr , Zimar ..)  , ev pîlan îro bûne astengî û kelemin mezin li pêşiya avakirina sazûmana fidralî li îraq , û herwiha jî bûye bûmbeyek (mayin) di her demê de pirojeya siyasî bi tevayî dide herivan din û xerakirin , û baca wê jî ne tenê miletê kurd wê bide lê belê îraq bi tevayî , û herêma rojhilata navîn jî bi tevayî wê bacê bide , û îro vaye cîhan derbasî sedsala bîstan bûye ku gelek guhertin û buyer û nerînên dîmoqratî û mafên mirov bi xwere anîne ku bûye şoreşek mezin li dijî nerîn û baweriyên diktatorî û zordest ta ku gihişte bidarvekirina (Sedam Hisên) ewê ku ev mejiyê qirêj bikar aniye bi şêwekî kirêt û rûreş gihişte bikaranîna çekên kîmawî li dijî kurdan , lewma berdewamiya li ser vî mejiyê qirêj ne aqilmendiyeke ji ber ku dem jê derbas bûye û bûye ji pêmayên kevin ,  û demê da nîşan dan ku ev mejî pûçe û qet bi ser nakeve di qirkirin û qûtbirîna miletekî kevin de , ev pirojeyên ku her û her bi xerabî li xwediyên xwe vegeriyane , û ji ber ku ev piroje mîna bombeyan têne çandin di nav yekîtiya niştimanî de,  û her wê ew bombe rojekê biteqe eger kesên aqilmend û heskerên yekîtiya welat û pêşeroja wî  , zû van pirojeyan pirotisto nekin û doza sekinandin û rakirina wan bi yek carî ,û bê çawa zinarên xweteqîn dujminan tenê nakuje belam xwediyê xwe pêşî dikuje li gel kesên bê sûc û guneh jî (zarok , kal , jin ..)  , wilo jî pirojeyên şofînî van kesan tevan dide ber xwe ji ber ku ji eynî mejî ev piroje têne der , gelo her yek ji ciyê xwe (ji hundurê desthilatê û ji derve) wê van pirojeyên kirêt pirotêsto bike ??, da ku yekîtiya welat biparêze ji agirê van zinarên xweteqîn ..
------------
*- nivîskarekî kurde ji sûrî

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark