Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: XWEÞBÎNÎ

 



Xizan Þîlan

ez
bi pêpelokên rastî û zanastiyê
ber bi kamilbûn û arifbûnê ve
hildikiþim
li ser rêya aqil û mantiqa felsefê
bêrawestan dimeþim


tûrikê pêþeroja nediyar
bi îlhama eþqa nûraniyê
dadigirim
rengê wêneya fazîlet û heqîqetê
li albûma qîblegeha derûniya xwe
dineqiþînim
ez
tovên xweþbînî, dilovanî, aramî û wijdaniyê
bêhna çîçekên bax û bostanên rengîn
li ser axa giyanê sefîl
direþînim
hestên qencî, camêrî û destfirehiyê
nefsbiçûkî û  hezkirinê pêþkeþî xêrnexwaz
û dinyaya derewîn dikim
nalîn û lorîna dengbêjên kezebperitî
þewq û þemala awirên zarokên bêxwedî
di qolincên berbanga rûken de
dihewînim
ez
wîzewîza bayê hêviyên geþ
tîrêjên stêrka azadiya ramanê
feryad û fîxana bilbilê xemkêþ
di paþila keskesora aso de
vediþêrim
tilîliya dîlana þadî û serkeftinê
germa silavên heval û dostên sadiq û dilpak
çirûskên finda rûmet û hurmetê
di qefesa sîngê kaniya baweriyê de
diparêzim

Xizan Þîlan
2022-05-05
Stockholm
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark