Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Lêkolîn: Bi boneya 15 Gulanê (Roja Zimanê Kurdî) lêkolînek li ser rojnama (Roja NÛ) Xelek (1)

 


Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo

Cih û rola rojnama (Roja Nû) di pêşketina tevgera çapemeniya Kurdî de
xxxxxxx
Nehro gotibû: Eger her carê, ez xwe nas dikim ku ez zimanê Êngilîzî ji zimanê  dayika xwe pirtir zanim, çavên min tijî stêr dibin.

Berî ku em li ser rojnama (Roja Nû) rawestin, em pêwîst dibînin ku em  hin weşanên Kurdî yên  ku di meha Gulanê de hatine weşandin bi nav bikin.
1-Kovara(Zarê Kurmancî),(24)hejmar di salên (1926-1932) an de li Rawenduzê derçûne; ewa kovarek wêjeyî, civakî, dîrokî, zanistî û hunerî bû, sernivîserê wê, Husên Hiznî Mukriyanî bû.  .


2-Kovara (Hawar)),du hefteyî bû,  (57) hejmar di salên (1932- 1943)an  de li Şamê hatine weşandin; ewa koverek siyasî, wêjeyî û civakî bû, sernvîserê wê Mîr Celadet Bedirxan bû .
3-Rojnama (Roja Nû ),(73) hejmar di salên(1943-1946) de,heftane li Bêrutê derdiket; ewa rojnemek pirtir siyasî bû, sernivîserê wê Dr.Kamuran Bedirxan bû  û ewa jî  di vir de  mijara lêkolîna me  ya  bingehîn e.
4-Kovara (Hataw), (188) hejmar di salên ( …….  -1960 de ) li Hewlêrê û di heyvekê de sê hejmar derdiçûn, ewa civakî, rewşenbîrî bû, sernivîserê wê zimanzan Giyo Mukiriyanî bû .
5-Kovara (Hewlêr), di salên (1970- 1973)  de li Hewlêrê mehane  derdiket, tenê (11) hejmar ji wê ronî dîtine,ewê li ser çalakiyên bajêr nivîsar diweşandin, herweha jî nivîsarên wêjeyî  jî di wir de hebûn,  sernivîserê wê Muhemed Mewlod  bû.
Em li vir dixwazin tenê li ser naveroka rojnama (Roja Nû) rawestin û rola wê di pêşketina tevgera rojnmegeriya Kurdî  de berçav bikin.
Rojnama (Roja Nû) duzimanî  ,1-Kurdî 2-Firansî û heftane bû,  ewa li Bêrutê bi( 4) rûpelan û carna jî, ji  (4 )rûpelan kêmtir bûn , ji vê rojnamê   (73) hejmar bi serpereştiyê wêjevan, zimanzan û siyasetmedarê navdar Dr. Kamîran Bedirxan dihate weşandin,em di vê lêkolînê de tenê li ser behemên bi zimanê Kurdî radiwestin,  
Rojnama (Roja Nû) di bingeha xwe de mîna rojnamek siyasî ji dayik bûye, lê di rastiyê de pir mijarên wêjeyî  û nûçeyên şerê cîhanê yê duhem  jî di wir de cihên xwe dîtine.
Wek me nivisiye; (Roja Nû) rojnamek siyasî bû, lewra jî ewê nûçeyên şerê cîhanê yê duhem jî  û helwestên (Eniya Dêmoqrat) û (Eniya Faşîst) di nav rûpelên xwe de pir weşandine û bê guman ewê piştvaniya(Eniya Dêmoqrat) dikir,herweha jî ewê giringî daye ser rewşa Kurdistana Başur, Kurdistana Rojhilat û hin caran jî  ewa li ser  rewşên Kurdên Libnanê û Kurdistana  Rojava jî rawestiye.
Em di nav rûpelên (Roja Nû) de şirovekirina Qurana pîroz jî  dibînin  û  em wergerandina romana (Welatê Zembaqîn gewr) ya nivîskar Girîgorî Pêtrof bi çend xelekan bi wergerandina Qedrî Can dixwînin.
Hejmara  yekê di (3.05.1943) û ya dawiyê  di (13.06.1946) an de ronahî dîtin,ji hejmara (1 ê-12)bê dembirîn di rojên Duşeman de derdiketin.
Hejmarên (12-13) bi hev re derketin û hejmara (14) ê, piştî (2) heftan hate weşandin, lê ji hejmara (14 -23) an heftane di roja Duşemê de dihatin çapkirin.
(Roja Nû) ji hejmara (1 ê-49) an sê rûpel bi zimanê Kurdî, tîpên latînî bûn,
û (1) rûpel bi zimanê Firansî bû û ji hejmara (49-71) ê de, hejmarek bi Kurdî û hejmarek bi Firansî bû û hejmarên (72-73) bi hev re derçûn, du rûpel bi zimanê Kurdî û du rûpel bi zimanê Firansî bûn.
Em kanin naveroka vê rojnamê parve çend beşên serekîn bikin:1-Gotar.2-Wêje.3- Nûçeyên cîhanî,4- wergerandin.
Lê em dixwazin di vê xelekê de  tenê li ser naverokên gotar û çîroka Qedrî can  di  (Roja Nû)de rawestin.
Di hejmara (1)ê de;Celadet Bedirxan gotarek bi navnîşana (Merhele) dinivîse, ew di wir de dibêje:(Di  jiyana miletan de; merheleyin hene û miletê ko dixwaze  bigehe tekûzî û medeniyetê  û wan li xwe bike,jê re divêt bide  reya wan merhelan û bi wan merhelan re  re derbasbe.
Gelo miletê Kurd daye pey wan merhelan?  Û heke daye; îro gihaştiye kîjanê….. ,miletê me bi gavine giran, bi gavine giraniyê  tê re diçe…..
Heye ko hon  bibêjin ji miletê me re,ji miletekî şûndamayî re ,ne gavine  giraniyê lê gavên çargoviyê  gerek in, da ko ew xwe di ser merhelan re bavêje û rojekê berî rojekê xwe bighîne miletên ko di vê bezê de bindestiya wan dike… , û belê daxwaz ev e, lê tiştê  hazir  û mewcûd  bi awakî din e û silav li sifra hazira, berî sê sed sal E.Xanî  di nav miletê xwe de digot:
Enwa,î milet xudan kiteb in
Kurdmanc  bi tenê di bê hesêb in ).
Em di van çend hevokên jorîn de bi zelalî dibînin ku Celadet BedirXan  tengeha pêşketina civaka Kurdî  dinerxîne û ew gazinên xwe ji miletê xwe dike ku çima ew gavên xwe dereng, dereng berve pêşda davêjin , ango;ew dixwaze bi gelê xwe re bêje: Divê hûn ji xewê rabin û zû,zû gavên xwe pêşda bavêjin û ew bi hustatî nêrîn û peyvên xwe bi çend malikên Mîrê helbesta Kurdî  E.Xanî  jî aşle dike.
Celadt Bedirxan di cîhekî din de  dinivîse:( Peyayên ko ji kirinê xwe dane paş, ew du sebeban  şanî me didin 1-Tu tişt  ji min  nayê , ma xwendina min çi ye ko ez bikarim bi kêr bim? 2- Ma tu nabînî her kes neyarê Kurd e, tu kes arîkariya me nake,siyaseta dewletên  Ewropî  yên mezin hero bi awakî ye,ji bo xatirê miletên din rûyê xwe ji me badane .3-Rast e ko siyaseta dewletên mezin hero bi awakî ye…,lê ew siyaseta tu caran  xwendin û nivîsandina zimanê  me bend  ne kiriye, lê hin kes mîna Mila Enwer ji Amedê ye , sûxteyên xwe  bi hînî tîpên Kurdî  dike.)
Dîsan Celadet di van rêzên jorîn de buhaneyên hin kesên qels û hin  kesayetiyên tirsonek jî  pûç dike û ji wan re bi vê wateyê  dibêje:Erê rewş û siyaseta dewletên  cîhanê  ne li gor daxwazên me ye, lê em kanin bi
kêmasî û bê dijwarî li zimanê dayika xwe xwedî derkevin,ji ber ku zimanê me nasnama me  ya netewî ye.  
Her dîsan Qedrî Can jî  nameyekê arastî xortên Cizêrê dike û ew di wir de dinivîse: (Cerkî ez dûrî we me…. , lê belê; ez mîna berê li ba we me û  hûn dizanin jî, ez ji bo çi dûr ketim …, ez evînê(evîndarê)  şekirê Şamê ne bûm, lê  ji ber  jana  ku dabû cegerê min ,  lê ez hevalê we me, ger ez  durî we bim jî, para min bêtir dibe ji kederê).
Dîsan Qedrî Can mîna çîrokekê bi awakî balkêş û bi zimanekî rewanbêj bi navnîşana (serencam)dinivîse: (…,ez xortaniya xwe,zaroktiya xwe tînim bîra xwe û ez bi vî awayî bîna xwe derdixim, bi hezar û yek hesretî dilê xwe tijê dikim û ji wan lezetek derûnî distînim) û herwisa jî Qedrî Can di vir de  mirina  birayê xwe Fethî jî bi bîra xwe tîne û ew di wir de xwe gunehkar jî dibîne û dibêje: (Min vêbextiyek li birayê xwe kiribû û min bi diya xwe re digot : (Fethî Êmiş ji te didize û wê dide hevalên xwe, diya me li wî xist û ew nexwaş bû û  paşê ew mir, lê di rastiyê de, ew bêguneh bû  û ya rast xwîşka min  Êmiş ji dayika me didizî û ewê jî  Êmiş dida pîrejinek çîrokbêj ya ku herşev çîrok ji zarokan re digotin).
Em di vir de çiqas baş dibînin ku nivîskar Qedrî Can; piştî ewqas salên derbazbûyî li xwe vedigere,li şaşiya xwe ya mezin poşîman dibe û ji xwendvanên  çîroka xwe re dibêje: (Min bi texmîn û gumanan şaşiyek mezin kiriye, lê texmîn dewsa rastiyê nastîne). Lê em ji vê çîrokê têdighînin ku çîroknivîs bi dilşewat lêborîna xwe ji birayê xwe dixwaze û ew nameyekê ji xwendevanên xwe re jî dişîne ku ew tucarî bi gumanan vêbextiyan wek min  li tu kesan  nekin û  mîna min niha  di bin baskên  poşmaniyê de derdkêş nebin .    
Lê nemir û siyasetmedarê mezin Osman Sebrî di hejmara duhem de  kurtegotarekê bi navnîşana (Sincî û Ol) dinivîse: (Hin kes hene ol û sincî ji Hevdu  vediqetînin, lê  ev nêrîna şaş e , ew herdu bi heve girêdayî ne) û O. Sebrî di vê baweriyê de ye jî, ku carna  rûdawek civakî  di nav miletekî de heye û hebûna wê di nav wî miletî de  qenc hatiye nasîn, lê ew  rûdawa bi xwe jî  di nav miletekî din de şerm û fihêt e.


Em bawer dikin ku nivîskar Osman Sebrî felsefa zanistên civakî  û olî  baş zanîbûn û bi durbîna zanistiyê li rewşên civakan temaşe dike û ew  di gotara xwe de nameyek civakî û sincî  ji gelê xwe re dişîne.
Sernivîserê(Roja Nû) Kamîran Bedirxan kurtegotarek bi navnîşana (Hitler çi dixwast?) diweşîne, ew dinivîse:(… Beriya ko ev şerê mezin destpê bike,Hitlir gotibû: ( …. Ezê qiweta xwe bavêjim ser Poloniya  û koka vî miletî  ji erdê  de rakim û eger çiqas Firansa  û Êngiltera bêjin, emê alîkariya Poloniya bikin , lê ew ji tirsan re nikanin ji cihên xwe jî  bilivin û destên xwe dirêj nav karên min bikin,lê piştî ku Stalîn jî bimre, emê welatê Sovyet ji hevdu cida bikin û bi vî rengî emê bibin serdarê cîhanê û herweha jî hukumetên biçûk ji min re ne giring in, ew nikanin min xemxwar bikin  û emê li (Rojhilata Dûr û Nêzîk)  astengî û tevleheviyan ava bikin),lê Tişirşil  û Cêneral Dîgol bersiva Hitlir weha dabûn: (Şerê cîhanê hîn destpê ne kiriye),lê Hitlir giringî ne daye gotinên Tşirşil û Dîgol  û ewî bi leşgerên xwe re digot:(Di dawiya vê salê de  şerê me bi dawî dibe ……).
Bê guman Kamîran Bedirxan di vir de li dijî Hitlir e,  ew siyaset û helwestên wî yên nazî û faşîst dicersîne û nêrîna miletê Kurd ya mirovane û dêmokrat ji  civaka mirovperweriyê re berçav dike.
Di hejmara (8) an de; Qedirî Can  xeleka (5) an  ji wergerandina pirtûka (di welatê Zembeqê gewr) de, ya nivîskar Grîgorî Pêrtof  li ser gelê Finlendî berdewam dike û ew dinivîse:(Ta(1917) an gelê Finlendî ne azad bû û ewa tanî  sala (1811) ê de  di bin destlatdariya  Îsweçan de  bû û têkeliyên  Îswêçan bi nişteciyên Finlendiyan re mîna têkeliyên Awistirya bi Sirbê-Bosne hersik re bûn), yanê miletê Finlendî jî  bindest bû, herdîsan  gotarnivîs hîn dibêje: (Di sala (1808) an de şer di navbera Rusiya û Îsvîçê de hebû û herweha jî Elêksenderê yekê nîvî Finlenda  zep kiribû, ji ber ku Finlende pir ji Mosko ve nêzîk bû û dijminên Rusiya kanîbûn pir bi sanahî hêriş ji Finlenda bibirana ser Mosko, lê li aliyê din jî Finlenda bi serxwebûn û azadiya xwe  şabû).
Lê di hejmara (9)an de  têkoşerê  mezin û wêjevan  Osman Sebrî mijarekê bi navnîşana (Zanîn û pêşketin) dinvîse û ew bi vê wateyê dibêje: (…….Milet çiqas  bindest dibin, bobalatên wan yên civakî jî pirtir dibin û bobalatên me yên  civakî pir in û dijwar in, lê gelên mayîn xwe gihandine bilindahiyê û em gelê Kurd  ji gemiya Nûh çar bostan bi dûr ne ketine) .O.
Sebrî  hîn dibêje: (Em Kurd  wekî tovê hîn di bin keviran da mane û tîrêjên royê qet naghîne tovê û tov her tov dimîne, berî hezar salan em çi bûne,îro jî em hîn ev in). Di pişt re  nivîskar  yekser li  ser cihê jinan di civaka  Kurdan de weha dinvîse: (Li gel hemû miletan du hîm hene, yek jin e û yek mêr e, lê li nik me Kurdan  hîmek heye ew jî  mêr in,yanê wek peyayê bi lingekî  lê eger jin ne xwendekar be, ewê çawa bibe hîmek !? Pêxemberê me şîret daye me ku  mêr û jin jî xwendevan û zane bin,lê şêxên me gotinên Pêxember ji gel re şirove nakin, ji ber  ku ew keçên xwe bi qelengan didin mêran û  ew hîn  dibêje: Şerma herî mezin ew e ku bavek bazarê li ser keça xwe bike).
Em di vir de baş dibînin ku O.Sebrî gelek bi şêweyek vekirî û zelal rexnên tûj arastî civaka Kurd dike;ew bi nêrînek gelek pêşverû li civaka jinan temaşe dike û  şûndamayîna civaka mêrên Kurd şermeze dike û  bi ser de  jî ew hin Mileyên Kurdan jî di warê civakî de rexne dike û  ew wan di şundamayîna gelê Kurd de berpirsiyar û gunehkar dibîne.   
Sernivîserê rojnamê Dr.Kamîran Bedirxan di hejmara (10) an de gotarekê bi navnîşana (Azahî  û serbestî) diweşîne, ew di wir de dixwaze tirsê  ji dilên Kurdan derxîne û wireyên wan di têkoşîna niştimanperweriyê de bilind bike,lewra ew dibêje: (Ewên ku ji bo azadiyê têkoşînê dikin, ew ji berpirsiyariyê natrisin), û ew hîn li ser dîroka azadiya Emêrîka radiweste  û wateya serbestiyê ji xwendevanên xwe re zelal dike,herdîsan ew jî mîna Osman Sebrî li ser azadiya jinên Kurd dinivîse û ew dibêje:(Divê mêr û jin rêzê li hev bigrin, herdîsan sernvîser li ser milet û karên milet jî dipeyive: (Divê gel bi destên xwe kar bike,lê divê ew bi xwe kesayetiyekê ji bo rêvebirina welêt vebrêje û eger gel ji karên serokê xwe ne dilxweş be, divê  ew wî serokî bide aliyekî û Dr.Kamîran nimûneyekê  berçav dike û dinivîse: (Emêrîka niha bi vî  awayî  destlatdariyê dike û bi vî şêweyî  re dibêjin
 (Dêmokratî ); Birîtaniya û Firansa jî bi vî şêwazî destlatdariyên welatên xwe dikin).
Dr.Kamîran Bedirxan di vê gotarê de hîn  dibêje:(Miletê Emêrîkî sond xweriyê, piştî serfiraziya hevalbendan, hemî miletên diniyayê  wê bibin azad ).
Di vir de Kamîran Bedirxan pir baweriya xwe bi Emêrîka anî bû ,lê mixabin siyaseta Emêrîka ya paşerojê  tersî baweriyên Dr..K.Bedirxan sercil bû  û
Emêrîka jî mîna hemû welatên sermiyandar û sosyalîst û di serî wan de Sovyetistana berê û Rusiya niha jî azadiya gelan binpêkirine û ew tenê li gor berjewndiyên xwe, siyasetên  xwe bi rêve dibin.
Di hejmara (11) an de dîsan sernivîser dinivîse:(Ji bona xurtbûna miletekî çar merc divêtin 1-Mêranî,2-Bext.3-Zanîn,4-Dewlemendî……,lê gelek caran bext ji mêraniyê  ye,lê dîsan bi zanînê peyayên kêmbext çavên xwe   
 vedibin, dewlemendî ji zanînê ye û bê pere  û dirav tu tişt nare serî, ( Destên vala deng jê nayê) .
Em di rêzên jorîn de jî baş dibînin ku derd û meraqa Dr.Kamîran Bedirxan herdem gelê Kurd û Kurdistan e, ew çar diyardeyên  jorîn bi awakî zanistî  bi hev ve dibestîne û cemawerê gelê xwe bi têdayên van çar xalên jorîn agahdar dike û  ew ji  nişteciyên  niştimanê xwe dixwaze ku ew van mercên jorîn pêkbînin.
Herweha jî sernivîserê (Roja Nû)naveroka pirtûkekê bi navnîşana (Dinyayek) ji berhema Wendil Wîlkî;nûnerê serekcimhurê Emêrîkayê  Rozwelt,ji xwendevanên rojnamê rê rêdixe. Sernivêser dinivîse:(Xelkê Emêrîkayê ji vê kitêbê gelek hez kiriye û Wendil Wîlkî bi xwe di pirtûka  xwe de gotiye:Xelkê Emêrîkayê dixwazin  bizanibin ko wezîyeta  Emêrîkayê di pêş miletên  cîhanê  de çî ye û ew  bi  awakî vekirî, rast û baqij û bê şik û şibhe bête gotin, xelkên Emêrîkayê dixwazin  wezîyeta Emêrîkayê wilo bibe ko Emêrîka hisabê  milyonên  xelkên Rohilatê Dûr û Nêzîk û miletên cîhanê  yên  din bike, yên ko hero  bi awakî  hêj xurtir  û germtir azahî û serbestiya welatê xwe  dixwazin û naxwazin ko dewletên biyanî  têkilî  îş û karên wan bibin, xelkên Emêrîkayê  dil dikin  ku Emêrîka û Ûris  destên hev bigrin  û pev re bixebitin ….) .
Dr.Kamîran Bedirxan dîsan di vê hejmarê de  gotarekê bi sernavê(Cejna serbestiyê û (14) (Tîrmehê cejna Firansizan e) û ew di vir de dibêje: (14) Tîrmehê  ne tenê cejna Firansizan e, lê ew roja ya hemû gelên azadîxwaz in, beriya (154) salan û  di (14) Tîrmehê de cemawerên Firansa deriyên zîndana Bastîl şikandin, hemû girtî ji zîndanê serbest  berdan û daxuyanek bi navnîşana (Beyana heq û kevneyên Însana) hate weşandin  û di wir de wisa hatibû nivîsîn:(Divê tukes têkilî baweriyên  mirovên din nebe û divê
mirov kanibe serbest baxêve û binivîse û fikira xwe bê tirs  bibêje,ewê daxuyaniyê erdê Ewropa ronahî kir ..)
 Dr.Kamîran Bedirxan pir bi zanebûn û bi mebestek kêrhatî li ser  (14) Tîrmehê, cejna Firansizan) radiweste, ew dixwaze tovên azadîxwaziyê di dilên hemwelatiyên Kurdan de avde û baweriya  wan  bi azadiyê  xurtir bike.
Dr.K.Bedirxan gotina helbestvanê  Firansî  yê mezin  Vîktor Hogo dide ber çavên xwendevanên xwe û tamarên reşbîniyê ji dilên wan hildiqetîne  û dibêje :(Kuştina miletekî  bê îmkan e, ev tişt ji  destê tu kesî  nayê, miletek mîna stêrkê ye, carna  ewir  dora wê digrin, lê rojek  tê ev stêr  ji nû ve  dibriqe .).
   Dumahîk heye
Têbînî: Emê cihderên kêrhatî di dawiya xelaka paşîn de binivisînin.







 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.2
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark