Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Dr. Kamran Bedirxan Xwediy Yememn Rojnameya Kurd ye bi Elfabeya Latn

 


Konê Re

  Wek ku çawa Mîr Celadet Bedirxan xwediyê kovara Hawarê ye ku yekemîn kovara kurdî ye bi elfabeya latînî, wiha jî birayê wî Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan xwediyê rojnameya Roja Nû ye ku yekemîn rojnameya kurdî ye bi elfabeya latînî hatiye weandin. Kovara Hawarê berî 90 salî, di roja 15 Gulana 1932an de li amê hatiye çap û belavkirin, rojnameya Roja Nû jî berî 79 salan di roja 3ê Gulana 1943an de li Beyrûtê hatiye çap û belavkirin.
  Werin, em 79 saliya roja weana rojnameya Roja Nû ku 3ê Gulana 2022 ye û xwediyê wê Mîr Dr. Kamîran Bedirxan bibîr bînin.. Evê ku tev jiyana xwe di ber Kurd û Kurdistanê de xerc kiriye.. 


  Mîr Dr. Kamîran Bedirxan jî wek wek birayê xwe Mîr Celadet Bedirxan di erê cîhanê yê duwmîn de, li Beyrûtê, dest bi karê rojnamevaniyê kiriye û di 3ê Gulana 1943an de, yekemîn rojnameye bi navê Roja Nû di dîroka kurdan de bi elfabeya latînî, weandiye. Ev rojnameya wî xurû bi kurdiya latînî bû, digel beekê fransizî. 73 hejmar ji vê rojnameya wî hatine weandine. Hejmara yekê di 3ê Gulana 1943an de, anku berî 79 salan û hejmara dawî 73 di 27ê Gulana 1946an de. Di eynî salê de/ 1943 jî, Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan rojnameyeke din bi navê "Stêr" li Beyrûtê çap û belav kiriye, 3ê hejmar ji vê rojnameyê jî hatine çap û belav kirin, hejmara pêî (1) di meha Çileyê berê de 1943an, hejmara (2)an di Sibata 1944an de, hejmara (3)an û dawî di 22ê Çêrya berê de sala 1945an, angku her salekê hejmarek hatiye çap û belav kirin. Dibêjin ku ev rojname wek zêdeya/ pêveka rojnameya "Roja Nû" bû.
Hem jî di sala 1944an Mîr Dr. Kamîran Bedirxan yekemîn rojnameye dîwara ye, bi alfabeya Latînî li Beyrûtê belav dikir.. Û li ser her rûpelekî çend gotinên pêiyan dinivîsand wek:
1- Xerab kirin rehet e, lê ava kirin zehmet e.
2- Sed xeber bi xeberekê disekine.
3- Desthilanîn fereca xêrê ye.
4- Her kes mêvanê emelê xwe ye.
  Di encam de karim bibêjim ku Dr. Kamîran Bedirxan Xwediyê Yememîn Rojnameya Kurdî ye bi Elfabeya Latînî.
  Xwendevano! Ku ez û te Mîr Dr. Kamîran Bedirxan û roja weana rojnameya yekemîn bi elfabeya latînî bibîr neynin, ma wê kî wî bibîr bîne..?! Di baweriya min de miletê ku lehengên xwe jibîr bike, wan di ser guhên xwe re bavêje, wê ew milet her û her paketî bimîne..
Dr. Kamîran Alî Bedirxan di rojnameya Roja Nû, hejmara 11/ 1943an, li dor xwendin û nivîsandina zimanê kurdî wiha dibêje:
(Xort bin, pîr bin, heçî nezan in divê, dest bi xwendin û nivîsandina zimanê xwe bikin; û ne bêjin qiweta min na gihe vî îî; ez heq ji vî îî dernayêm. Titê ko zaroyên heft, het salî dikarin, xort û mirovên sere jî dikarin. Gerandina î û karên me, heke ji destê me na ye; î û karên me naçin serî, dawiya me di destê xelkê de perîan bûne. Di Bêrûtê de dibistaneke kurdî heye; panzde mirov ketine vê medresê; di nav wan de xortên bîst salî û peyayên çel, çel û pênc salî hebûn. Ev di nav sê mehan de hînî xwendin û nivîsandinê bûn û îro Hawar û Ronahiyê dixwînin. Xebat êr e, te dest avêtê dibe rovî).
  Wek ku diyare Mîr Dr. Kamîran Bedirxan di roja 04.12.1978an de li Parîsê koça dawî kiriye.  Berî mirinê, wî termê xwe diyarî fakultên bijîkî li Parîsê kiribû.. Anku ew bê gor e! Rehma Xwedê li wî û tev neferên malbata wî be.
 
Konê Re/ Qamilo



 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 4.33
Bi Tevah Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark