Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Dîtinek li mirinê

 


Rêber Hebûn

Mirin di xwe de  nepeniyê diyar dike, tevî ku carne bi bergê mirov berz dibe, û jiyanê bidawî dike bê agehdarî bi dîmenek e kirêt û pîs, û di nav de rastiya zayînê dibişkive, ji ber ku mirin piştê demê dişkîne, û bîrnasê Ferensî Blaîze Paskal 1 di derbarê axaftina xwe de li ser mirinê wisa dibêje :( ti xêr di jiyanê de nîne ji bilî ew hêviya bi jiyanek e din ve, û mirov bi qasî nêzî hêviyê dibe şad dibe jî,û yên  hevsarê baweriya xurt  bi hemdemiyê ve kirin e destên xwe, bê şensî nabe parê wan, û herwiha şahiya wan kesên ne meyldar ji vê yekê re wê nebe)


Paskal wisa dibîne ku mirov rizgar dibe dema bi tiştekî ve tê girêdan an pê bawer dibe an dema bîre hemdemiyê dike di jiyanek e din de, û nîşan dide ku şahiyê bi rengê hilatina hêviyê tê xwezîkirin, lê mebesta Paskal gelo çibû ji vê baweriyê, mebesta wî meraqa yê naye temirandin , û ewa mirov li şadiyê bi  rêve dibe, bê ku têkeve xefka sekreta bi êş ve, ji ber ku ew henas namrin lê vedigerin pergalê xwe yê pêşî, û xwe bi heyîn û jîndar ve dikin yek.
Lê bîrkar û bîrnasê Ferensî Rînêh Dîkart 2  vê rastiyê dibîne di xwe de û wisa dibêje:

( Ez baş dizanim ku li cem te  hişek î  gurbûyî heye, û tu hemî cureyên dermên nas dikî ji bo tu xemgîniya xwe aram bikî, lê ez nikarim ji te re nebêjim ku min dermanekî dît gelek bi bandor e , ne ji bo bi min re alîkar be  , ta ku ez sebir bikim tenê  mirina kesên yên kêfa min ji wana re tê lê ji bo ez ji mirina xwe nema bitirsim, tevî ku ez ji wan kesên yên jiyanê gelek hez dikin, û ev derman ewa dîtina me ji xuristiya henasê me re ye, ew henasên yên wek ku ez baş dinasim ku  piştî gewdeyê dimînin, û ew ji bo şadî û kêfê re hene , gewretir in ji yên ku em pê kêfa xwe li vê cîhanê de diqedînin, û ez nikarim biramim ji derveyî ku ew kesên yên mirin hatibûn e veguhêztin li jiyanek e aramtir û zelaltir ji jiyanê me , û em e rojekê tevlî wana bibin , û em e bi xwe re bîranînên berê rajin, û ji min diyar dibe ku bîrek e hişmendî li cem me de heye û ez  piştrast im ku ewa ji gewdehê başqe ye.)

Dema Dîkart behsa rewşa tirsê ji mirinê dike jiyan pê gelek zehemt dibe bi çûyîna kesê mirov jê hez dike, û bi çendîn ku em jiyanê hez dikin û pê şad dibin, bi qasî em  bêhtir li ser xwe ditirsin dema yê em jê hez dikin bar bike û bi çûyîna wî em dilzar dibin, û wisa jî tenahî mîna hestbûna bi mirinê ye, me dihêle ku em Pê re rûnin.
------- --------  
1- Blaise Pascal : (19 Cehzeranê 1623- 19 Tebaxê 1662), Fîzîkyar, Bîrkar û bîrnasek î Ferensî ye, ew yê ku jimarînkê afirandibû, şêwazek e nû ji pexşana Ferensî saz kiribû bi koma nameyên wî yên gundî.
2- Rênêh Dîkart :  (31 Avdarê 1596- 11 Reşmehê 1650) Bîrnas, Bîrkar, Fîzîkarek î Ferensî ye, navdar e bi bavê felesefa nûjen, ew yek ji kesayetên bingehîn di dîroka şoreşa zanistî de.

Niha em werin li Bîrnasê Holendî Barux Ispînoze 1 binêrin, dema behsa mirinê dike,û wisa pesindan dike û dibêje : ( Hişê mirovî naye wêrankirin bi rengek î tam bi laş re, lê tiştekî nemir têde dimîne.)

li vir bîrnas Ispînoze li dor metirsiya nemiriyê ji nû ve dizîvire, guhertina ev laşê mirovî ji tiştekî berhest û din û wisa bi heyînê re temam dibe, ango jê re vedigere bi hêmanên wê yên tam  ve û dibêjê jî : ( me bi hişê mirovî ve tiştekî girêneda, ango berdewamiyek e em nikarin bi demê ve diyar bikin, ji bilî ku ew tişt hebûnek î ji laş re derbirîn dike, bi rêya berdewamiyê şîrove dike û em karin bi rêya demê ve  nas bikin, ango em berdewamiyê pêve girênadin ji derveyî hebûna gewdehê, lê tevî vê yekê jî pêdiviyek e nemir heye bi hebûna xwedayekî bi xwe, û ev tişt bi mêjî  ve girêdayî ye û wê serdemî bimîne wekî pêdivîbûnekê.)

li vir Ispînoza  serdemiyê binav dike, nemiriya hiş, nemana laş û guhertina wî, ji ber ku mêjiya mirovî di çarçovê vê wateyê de dimîne, û di nav nifşan de digere, bi rêya ramanên yên ku bi nirxên jiyanê ve ne bi mirinê ve girêdayî ne.

1- zarzariya mirovê zanyar ku reşbîniya reş hilkişîne a ku  girîngiya ramanê  û wijadanê bi hevdû ve girêdide, û hewil dide ku bi hawara bêmadîbûyan ve here, yên xwe xistin e di binê dîtina a wêranî pîroz dike û tiştê pê girêdayî wek tundirewî, nijadperestî û heznekiriya a din.

2- danasîna bi valahiya hestbûnê bi bê hêviyê, û kar ji bo duristkirina dîmena jiyanê a ku li ser têgehên sirûştî de fişarê dike, bi rêya gurkirina hestê afrênerî ji bo jiyankirina jiyanê bi awayekî baş û li ser afrêneriyên mirovê zanyar li hebûnê de derbirîn dike .

3- cengawerîya li hember paşverûtiyê, ji ber ku ew riwê herî kirêt e ji mirinê re, û xwe bi çekirin bi felsefa jiyanê di qonaxên mirovê cur bi cur de heta qonaxa dawî a wî dibe ramandin û çêjtina bi dawî encamê  û bi kirdeya tevgera demdirêj ve hatiye naskirin.

4- danasîn bi başiya ramandinê û nûbûna wê û ewa pergalek e tekane ye ji pergalên jiyana ne berçav re û xebatkirina wê bi dîmenek e gurbûyî bi rêya wêje, huner û ramanên azad ve.

-----------------------  
1- Barûx Ispînoze ( bi holendî Baruch Spinoza) ewa feylesofek î  Holendî ye , ji girîngtirîn feylesofên çerxa hefdan, di 24 ê . meha 11, 1632 an de li Emistirdamê hatiye dinê, û di 21 ê  meha 2. 1677 an de li Lahay de koça xwe kiribû.

 De em herin li cem feylesofê zanyar yê Elman Êmaniwêl Kent 1 ta em nas bikin pesindayîna wî ji mirinê re di çarçovê hewildana wî ji tekeskirina nemiriyê û wisa dibêje : ( mirin tenê ew maska ku li paş xwe çalakiyek e herî kûr  û encamek e xurt vedişêre, û tiştê ku yase wek mirinê bi nav dike, ewa dîmena berçav e ji jiyana min re , û ev jiyan ewa jiyana sincî ye, û tiştê ku bi nav lê dibe mirin nikare tu carî karê min qut bike, ji ber ku karê min divê here serî û pêdiviye li ser min ku ez bi erkê xwe rabim, ji ber ku ti sînor ji jiyana min re tune ye, ez nemir im.)

nemiriya destkeftî li cem Kent tê binavkirin bi diyarkirina nirxên sincî  yên perde radikin li ser wê hevanînê  di navbera mirovê karker û xebatên wîna de, bi wê çalakiya yê xurtiyê encam dide, û pişt re dibe karek î nimûne, û tiştekî giranbuha, destkeftî bi wê berztir dibe, û pê mirov serbilind dibe, ta bibe ew hêza  a bikartîne ji  bo zanîna jiyana nemir a ku pê bawer dibe bi rêya berdewambûna tevgerê yê ji hewlidanê baş re rê vedike, û wisa geşiyekê dide karên rast yên dûr ji dîmenên sexetbûn û  pankirinê, ji bo başkirina jiyanê û têgihiştina wê bi awayên cur bi cur, û li paş wê maskê yê ku Kent binavkiribû radiwest e, û ewa maska a li paş wê çalakiya şerpîn û pêkanînên gelek dimîne û zimanê rewşa wî ewa ku gelek tişt hene li benda mirov in bi rêya berdewamiya hewildanê, û nameya zanyarî ranaweste lê zêde dibe ji nifşek ta nifşek î din , û em li vir jî Hîgil 2 dibînin serkêşê felsefa nimûnî ji me re behsa li hevhatina giyan bi henas re dike û dibêje : ( Mirin ew evîn bi xwe ye, û di mirinê de evîna bê sînor aşkere dibe, ew yekbûna tiştê ku xwedayî ye bi tiştê ku mirovî ye, û  xweda bi xwe re bi yek e di mirov de, di nav bê dawiyê de ye , û bi rêya mirinê xweda xwe bi cîhanê re li hevanî, û bi xwe re heta hetayê li hev tê.)

Viyana heyî di jiyanê de a dibe çavkaniya çi afirandin û tevgerê berz dibe, dema nêzî rewrewka tunebûnê dibe, û dibe ku temamî di mirinê de ji hewildana mirov ji bo wê hinekî bê alî bike dertê,  ji bo ku evîna mezin bibîne , bi axaftinkirina heyînê  di kêlîkên berî dawiyê, ji ber ku peywendiya mirov bi jiyanê re ewa bi xwe jî rêyek e ji nasîna dijî wê , û pirs ji hizr dûr naçin  bi amadebûna mirinê an bi ne diyarbûna wî, û ev ji me re evîna bê sînor diyar dike, yê ku di mirinê de  li cem Hîgil de berz dibe.
----------------------------------   

1- Imanowêl Kent : feylesofekî Elmanî ye ji çerxa 18 an e 1724- 1804, jiyana xwe hemî li bajarê Konîgisbêrg de derbas kiribû, ew yek ji feylesofên serdema ronakbîriyê ye.

2- Curc Flîlihm Firîdêriş Hîgil: 1770-1831 feylesofekî Elmanî ye, dameznerê felsefa nimûnî ye li dawiya çerxa 18 an de.

 Lê ewa li cem Şopinhawir 1 de nîşanek e li ser valahiya bê dunde ye,  yê ku ji jiyanê û rastiya mirinê  venaqete û li vir dibêje : ( derd ewa  çûyîna çarenûsa rastîn e ji mirov ve, wek ku divê em li mirinê meyze bikin mîna armancek e rastîn ji jiyanê re, ji ber ku ewa di kêlîka mirinê de çi mirov di derbarê rêza jiyanê de biryar bide , tenê dimîne danerkirin û pêşgotin, û têkoşîna a ku di jiyanê de diyar dibe bi awayekî vala û bê dunde û nakok ve bi xwe re mirov dighîne encamekê ku  vegera ji cîhana wê  mîna rizgariyekê ye . )
û tiştê ku Şopînhawir gîhaye wê  li ser rastiya vê jiyana nakok û aloz de, bi awayekî vala û puç ve mirov dighîne encamekê ku mirin mîna azadiyekê ye ji wan zehmetiyên xuyanîbûyî mîna paşverotiya kirêt, nexweşî  û zordariya belavbûyî li cîhana xelkê de, ev hemî mirov reşbîn dike, lê tevî vê jî viyana xwestina jiyanê ferehtir dibe tevî rastiya wê ya berve wêraniyê ve diçe, ji ber vê yekê mirov pêdiviye li ser wî di jiyanê de xwedî rol be, ji ber ku jiyan ji malzaroka mirinê ve dibişkive, û ne tenê mêjî dikare bersivê bibîne û ne jî takes dikare bi tenê zanistekî saz bike, ji ber ku kêmanî di her destkeftiyek e mirovî de ye bi giştî, ji ber vê yekê Nêtşe 2 dibêje : ( ti dem derbas nabe di nav kêliya jêhatîbûna te ya dawî ve û yekem tîrêjekê ji berbanga jiyana te yê nû re, û wekî çirûsîna birûskê wê cih diyar bibe,  tevî ku gelek jîndarên saxlem guman dibin ku milyarên salan derbas bûn e û nikarên wêna vegerînin, ji ber ku ne demî û dûbarekirina rojbûna zindî li hev tên dema mêjî xwe dide aliyekî)

-------------------------------------------------

1- Arser Şopînhawir: 1788- 1860 feylesofekî Elmanî ye, navdartirîn berhemên wî pirtûka : cîhan viyene û ramanek e sal 1818, li bajarê  Danzîgê hatiye dinê.

2-  Nêtşe : 1844- 1900  feylesof, helbestvan, rexnegir , rêzimanvan, lêkolîner û sazjenekî Elmanî ye, xebata wî bandorek î pir mezin li ser felsefa Ewrûpî û dîroka  ramanê nûjen  de çêkiribû.


https://youtu.be/Ti0vrFa01yY


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark