Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexan: Reroj!

 



Mihemed Hesko (birasoz)

Hedehê avdarê, tu çi reroj î
Him dil û him cegera me disoj î
Xençerê kutina  me, tu çi tûj î
Hebûn û nemana me jî dikuj î


Çar salin, Efrîn can birîndar e
Çar salin bi qîrîn û bi hawar e
Çar salin dirindeyî lê dibar e
Çar salin bê newroz û bê bihar e

Birîna Efrînê kûr û xedar e
Dinale bi ê û jan, zare zar e
Lawên wê  pijiqîn, çi tarûmar e
Bê ûn û sêwî man li ber dîwar e

Revde xweîyan bi ser me de hatin
Gurên devbixwînin, kewên rebatin
Dilkor û kîndarên me li hevhatin
Erebên diz, tirkên xwînî û tatin

Çavan veken, pêre dengê xwe hildin
Kurdên azadîxwaz, milan bi mil din
Hêza hêvîyan bi can û bi dildin
Çavên xwe bi vegra welêt kildin

Efrîn rûgeha dildaran bindest e
Ji ber jana bindestîyê sermest e
Bo roja azadîyê hêza  hest e
Bi xemil û rewa xwe, xwe helbest e
     *********
Almanya, 27.03.2022


 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 4
Bi Tevah Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark