
Alan HemoWek ku sînga min
Tijî gul bin
Her ku henasekê dikþînim
Çûkek difire
Wek ku çavên min çirax bin
Di kurahiya deriya tariyê de
Dinavbera awir û awirê de
Periyê perwanekê biçirûse
Wek ku dilê min quntara çiyakî be
Li tehtibejeke xalî
Guvîna bayê xerbî
Li bin baskê balindeyekî keve
Wek ku bîranînên min giravek be
Li nav zirpêlan û bablîsokan de
Pêwendîwendayî be
Pirrek mermerî peyda be
Wek her tiþtên evîndar nabînin
Lê wan dilerizîne
Diguvêþe
Dilopên li þopê
Min dighînin bihuþtê
Dîsa li pirsê vedwerqilim
Gelo…
Ti çi bihuþte !?